Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Malbatên Wanî çalakiya xwe ya li ber Serokatiya DEM Partiyê ya Parêzgehê domand

Nevzat Umut Uzel, Bahar Tanrıtanır  | 16.10.2025 - Rojanekırın : 18.10.2025
Malbatên Wanî çalakiya xwe ya li ber Serokatiya DEM Partiyê ya Parêzgehê domand

Van

 Li Wanê malbatên ku zarokên wan revandine serê çiyê, vê hefteyê jî çalakiya xwe ya li ber Serokatiya Parêzgehê ya DEM Partiyê domand.

Malbatên li kuçeya Menekşeyê civiyan, alayên Tirk û wêneyên ewladên xwe bilind kirin û heta pêşiya Serokatiya Parêzgehê ya DEM Partiyê meşiyan.

Dê û bavên ku bertek nîşanî dengê bilind ê muzîka ji avahiya partiyê hat dan, bangî zarokên xwe kirin ku teslîm bibin.

Saliha Merta ku ji bo kurê xwe di çalakiyê da beşdar e ji rojnamegeran ra diyar kir ku 10 sal e li benda kurê xwe ye.

Mertê bal kişand ku heya kurê wê neyê ew ê çalakiya xwe bidomîne û wiha got, "Em zarokên xwe dixwazin. Ji ber vê yekê wekî malbat em li ber deriyê DEM Partiyê ne. Ewladên me ji me dizîn. Ewladê min xapandin û birin. Di 2016an da gotin miriye lê ez bawer nakim, ez kurê xwe dixwazim. Kurê min ez gazî te dikim, êdî were. Dewleta me bihêz e, were teslîmî dewletê bibe."

Mertê her wiha destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin pêvajoya "Tirkiyeya Bêteror" û wiha got, "Ez ji pêvajoyê hêvîdar im. Înşelah dê baş encam bide û malbat dê bigihêjin ewladên xwe. Hêviya me ev pêvajoya ye."

Beşdara çalakiyê Nazli Sancarê jî diyar kir ku ew ji bo keça xwe têdikoşe û wiha dewam kir, "Bi salan e ez bi hesreta ewlada xwe dijîm. 15 sal e ez negihiştim ewlada xwe û ev êş û kula min her roj dubare dibe. Li vir tu daxwazeke me ya berjewendiyê tuneye, em bi tenê zarokên me anîne dinê, dixwazin. Heya rih di bedenê da be em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ez bangî zarokên li çiyê dikim. Werin teslîmî hêzên dewletê bibin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın