Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Malbatên Wanî çalakiya xwe ya li ber Serokatiya DEM Partiyê ya Parêzgehê domand

Yılmaz Kazandioğlu  | 18.09.2025 - Rojanekırın : 18.09.2025
Malbatên Wanî çalakiya xwe ya li ber Serokatiya DEM Partiyê ya Parêzgehê domand

Van

 Li Wanê malbatên ku zarokên wan revandine serê çiyê, vê hefteyê jî çalakiya xwe ya li ber Serokatiya Parêzgehê ya DEM Partiyê domand.

Malbatên li kuçeya Menekşeyê civiyan, alayên Tirk û wêneyên ewladên xwe bilind kirin û heta pêşiya Serokatiya Parêzgehê ya DEM Partiyê meşiyan.

Dê û bavên ku li vir qederekê çalakiya rûniştinê kirin, bangî zarokên xwe kirin ku teslîm bibin.

Beşdara çalakiyê Nazli Sancarê diyar kir ku di 2012an da keça wê ya 13 salî dest û lingê wê girê dan û wisa revandin serê çiyê.

Sancarê bal kişand ku ew dixwaze bigihêje keça xwe û wiha dewam kir, "Keça min Şeyma ku dengê min tê te û tu min dibînî, were teslîm bibe. Ez bi hesret li vir li benda te me."

Saliha Merta ku ji bo kurê xwe di çalakiyê da beşdar e jî wiha got, "Ez êdî naxwazim werim vir. Ez dixwazim bigihêjim kurê xwe. Kurê min xwîşk û birayên te pir bêriya te kirine. Derkeve were."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın