Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Malbatên Wanî çalakiya xwe ya li ber Serokatiya Bajêr a DEM Partiyê domand

Bahar Tanrıtanır  | 25.12.2025 - Rojanekırın : 25.12.2025
Malbatên Wanî çalakiya xwe ya li ber Serokatiya Bajêr a DEM Partiyê domand Bahar Tanrıtanır

Van

 Li Wanê malbatên ku zarokên wan revandine çiyê, vê hefteyê jî çalakiya xwe ya li pêşiya Serokatiya Bajêr a DEM Partiyê domand.

Malbatên ku li Kuçeya Menekşeyê civiyan, bi alayên Tirkiyeyê û wêneyên zarokên xwe va heta pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a DEM Partiyê meşiyan.

Dê û bavên ku vê hefteyê jî dirûşme berz nekirin, bêdeng meşiyan û bangî zarokên xwe kirin ku ew teslîm bibin.

Nazli Sancara ku ji bo qîza xwe beşdarî çalakiyê bûye ji endamên çapemeniyê ra daxuyand ew ji bo ku bigîhêjin zarokên xwe têdikoşin.

Sancarê got ew piştgiriyê didin pêvajoya "Tirkiyeya Bêteror" û wiha axivî: "Bi saya vê pêvajoyê em ê bigîhêjin ewladên xwe. Dê û bav êdî wê negirîn. Em bi salan e çalakiyên xwe ji bo zarokên xwe didomînin. Êdî tu dayikek jî bila negirî. Xwedê hemû dê û bavan bigîhîne zarokên wan."

Fevzî Yagmurê ku ji bo kurê xwe beşdarî çalakiyê bûye jî wiha got: "Kurê min, heke ku tu me dibînî û dibîhîzî çi dibe were teslîmî dewletê bibe. Em şev û roj li dû te ne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın