Malbatên Mûşî yên ku dixwazin bigihêjin ewladên xwe, çalakiya li ber avahiya DEM Partiyê domand
Muş
Li Mûşê malbatên ku PKKya rêxistina terorê zarokên wan revandine, li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a DEM Partiyê çalakiya xwe domand.
Malbatên ku her çarşem li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a DEM Partiyê tên bal hev, hewl dan ku dengê xwe bigîhînin zarokên xwe.
Bav Halît Altun ê ku beşdarî çalakiyê bû û bi salane ji kurê xwe tu xeberê hilnade daxuyand ku ew li Diyarbekir û Mûşê çalakiyên ji bo zarokên xwe didomînin.
Altun got tekane daxwaza wan ew e ku ew bigîhêjin zarokên xwe û wiha axivî: "Em li pey tu daxwazekê nînin, tekana derdê me ewladên me ne. Zarokên me, fêm bikin ka dê û bavên we çawa bangî we dikin, çima gazî we dikin. Werin, nebin xizmetkarên yên din. Vegerin welatê xwe, dayika xwe, bavê xwe û malbata xwe. Tekane şîreta ku em dikarin li we bikin ev e."
Altun bangî kurê xwe kir ku ew teslîm bibe.
Dayik Şahînaz Ozcanê jî wiha got: "Ez bi salan e hesreta ewladê xwe dikşînim. Di vê berf û zivistanê da em nobetê digirin. Em dixwazin zarokên me teslîm bibin. Em bendê ne ku hesreta bi salan dawî bibe."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
