Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Malbatên Mûşî yên ku dixwazin bigîhêjin zarokên xwe, nobeta li ber avahiya DEM Partiyê domand

İbrahim Yaldız, Sabri Yıldırım  | 25.06.2025 - Rojanekırın : 26.06.2025
Malbatên Mûşî yên ku dixwazin bigîhêjin zarokên xwe, nobeta li ber avahiya DEM Partiyê domand

Muş

 Li Mûşê malbatên ku PKKya rêxistina terorê zarokên wan revandine serê çiyê, çalakiya xwe ya li pêşiya avahiya bajêr ya DEM Partiyê domand.

Malbatên Mûşî yên ku her çarşem bi hêviya ku bigihêjin ewladên xwe li ber deriyê DEM Partiyê dicivin, di destên wan da bi wêneyên zarokên xwe va bang li wan kirin ku ew teslîm bibin.

Dayik Şahînaz Ozcanê ji rojnamevanan ra daxuyand 8 sal in ku wê tu xeber ji kurê xwe hilnedaye.

Ozcanê ji kurê xwe xwest ku ew teslîm bibe û wiha got: "Ez nizanim kurê min dijî an na. Atîlla kurê min, were teslîm bibe. Ev ne doza Kurdan e. Heta ku kesek li çiyê nemîne, ez ê çalakiya xwe bidomînim."

Dayik Gulbahar Tekerê jî diyar kir ew bi biryar in ku çalakiyê bidomînin û wiha got: "Mehmet Emîn, kurê min, were teslîm bibe. Em li benda zarokên xwe ne. Bila werin û teslîm bibin. Ji ber vê pêvajoyê Xwedê ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û kesên ku keda wan heye razî be."

Bav Alaattîn Koçhan jî wiha got: "Kurê min Ersîn ji Bursayê revandin. Pêvajoya 'Tirkiyeya Bêteror' hat destpêkirin. Mafê miletê me ye ku ew li welatê xwe bi aramiyê bijîn. Em li benda vegera zarokên xwe ne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın