Malbatên Mûşî ku dixwazin bigihêjin ewladên xwe, çalakiya xwe ya li pêşiya avahiya DEM Partiyê domand

Muş
Li Mûşê malbatên ku PKKya rêxistina terorê zarokên wan revandine, li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a DEM Partiyê çalakiya xwe domand.
Malbatên ku her çarşem li pêşiya avahiya DEM Partiyê dicivin, vê hefteyê jî civiyan û bangî zarokên xwe kirin ku teslîm bibin.
Şahînaz Ozcana ku beşdarî çalakiyê bû, diyar kir ku bi salan e haya wê ji kurê wê tuneye.
Ozcanê ji kurê xwe xwest ku teslîm bibe û wiha dewam kir, "Hemd ji Xwedê ra ku pêvajoyek çêbû. Êdî tu çi dixwazî kurê min. Werin teslîm bibin. Bi salan e çavê me li rêya we ye."
Ayten Koçhanê jî diyar kir ku ew li Akpinara gundê Mûşê dijî. Koçhanê daxuyand ku kurê wê li Bursayê hat revandin û wiha xeberda:
"9 sal e çavê min li rêya kurê min e. Me tu xeber jê hilneda. Em pir kêfxweş in ku vê pêvajoyê dest pê kir. Kê ev pêvajo dabe destpêkirin, Xwedê jê razî be. Xwedê tu kederê nedê. Em pir hêvîdar in. Em dixwazin ev pêvajo zûtirî kuta bibe û em li benda hatina zarokên xwe ne. Kurê min heke tu dengê min dibihîzî, derkeve were."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.