Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Malbatên Mûşî çalakiya xwe ya li pêşiya DEM Partiyê domand

Sabri Yıldırım  | 17.09.2025 - Rojanekırın : 17.09.2025
Malbatên Mûşî çalakiya xwe ya li pêşiya DEM Partiyê domand

Muş

 Li Mûşê malbatên ku PKKya rêxistina terorê zarokên wan revandine serê çiyê û ji revandina zarokan DEM Partiyê berpirsiyar dibînin, li pêşiya avahiya serokatiya bajêr a partiyê çalakiya xwe domand.

Malbat bi hêviya ku bigihêjin zarokên xwe, her çarşem li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a DEM Partiyê çalakiya xwe didomînin. Malbatan xwest dengê xwe bi zarokên xwe bidin bihîstin ku teslîm bibin.

Dê û bavan pankartên ku li ser "Em di nobeta ewladan da ne", "Dayik li ber xwe didin" û "Êdî bes e, ji pêsîra me derên" nivîsar in, vekirin.

Alaattîn Koçhanê ku beşdarî çalakiyê bû diyar kir ku 10 sal e haya wî ji kurê wî tuneye.

Koçhan got ku ew dixwaze bigihêje kurê xwe û wiha dewam kir, "Tu xeber û agahî ji kurê min tuneye. Em her dem li bendê ne. Kurê min heke tu me dibihîzî derkeve were. Em ji bendewariyê kerixîn. Şev û roj çavê me li rê ye."

Şahînaz Ozcanê jî bangî kurê xwe kir ku teslîm bibe û wiha got, "8 sal e min ji ewladê xwe tu xeber hilnedaye. Sax e, mirî ye ez nizanim. Kurê min werin teslîm bibin. Dê û bav jan û kederê dikişînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.