Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Malbatên gihîştin ewladên xwe kêfxweşiya xwe bi malbatên li pêş HDPê nobetê didomînin ra parve kirin

Du malbatên ku ewladên wan ji PKKya rêxistina terorê reviyan û hatin teslîm bûn, kêfxweşiya xwe bi malbatên nobetê didomînin ra parve kirin.

Aziz Aslan  | 30.07.2021 - Rojanekırın : 03.08.2021
Malbatên gihîştin ewladên xwe kêfxweşiya xwe bi malbatên li pêş HDPê nobetê didomînin ra parve kirin

 Li Diyarbekirê du malbatên di çalakiya rûniştinê da bûn û ewladên wan ji PKKya rêxistina terorê reviyan û teslîmî hêzên ewlehiyê bûn û paşê jî ew gihîştin hev, kêfxweşiya xwe bi malbatên li pêş avahiya bajêr a HDPyê ji bo ewladên xwe nobetê didomînin ra parve kirin.

Çalakiya rûniştinê ya malbatên ji revandina çiyê ya zarokên xwe HDPyê berpirsyar dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 697an da dewam dike.

Ji malbatên di nobetê da bûn 3 jê duh gihîştin ewladên xwe û ji wan malbatan Ayşegul Bîçer a gihîşt kurê xwe Mustafa û Hayrîye Akyuz a gihîşt birê xwe Ensarî Karakaş hatin serdana dê û bavên li pêş avahiya HDPyê nobetê didomînin û çavê wan li rêya ewladên wan e.

Bîçer û Akyuz çûn bal dê bavên di dest wan da wêneyên zarokên wan hene û bi hêvîdarî li benda xeberên xêrê ne.

Bîçerê daxuyanî da rojnamegeran û got ku ew hêvî dikin hemû dê û bav bigihîjin zarokên xwe û wiha domand: "Min gotibû ku ez ê kurê xwe ji PKK û baskê wê yê siyasî HDPê bistînim. Rayedarên HDPyî gotibûn ku dema kurê te bê em ê pîvaz wek guhar bi guhê xwe da bikin ha va pîvazên wan jî li min. Heke bi wan ra şeref û heysiyet hebe hûnê van pîvazan bikin guharê xwe."

Di berdewamiya axaftina xwe da Bîçerê got: "Wan zilm û zordariyeke wisa li ewladên me kiriye pir qels bûne. Rastî tundiyê hatine. Ka mafên mirov û zarokan? Zarokên me li serê çiyê rastî êşkenceyê hatine. Ez ji wan qanalên nêzî PKKê ne ku vîdeoya kurê min dikişandin û ji min ra dişandin ra dibêjim. We bi darê zorê dîmenên wî kişandiye û paşê lê zilm û zordarî hatiye kirin. Ruyê rast ê PKK û HDPê bibînin."

Suleyman Aydinê ji bo kurê xwe Ozkan di çalakiya rûniştinê da ye jî got ku bi vegera ewladan ew gelek kêfxweş dibin û hêviya wan jî zêdetir dibe.

Bîçerê pîvazên bi xwe ra anîbû jî avêt hesinên paceya HDPê û malbatan jî dijî HDPê dirûşme berz kirin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.