Li Mûşê malbatên ku zarokên wan ji hêla PKKyê va hatine revandin çalakî kirin

Muş
Li Mûşê malbatên ku ji revandina zarokên xwe yên çiyê HDPyê berpirsyar dibînin li ber avahiyê serokatiya bajêr ya partiyê çalakiya rûniştinê kirin.
Malbatên bi xeyala roja bigihîjin zarên xwe yên PKKya rêxistina terorê revandine çiyê li ber avahiyê HDPyê kom bûn.
Malbatan pankartên li ser "Ewladê min bidin", "Dayik li ber xwe didin", "Êdî bes e, ji pêsîra me vekişin" û "Bes e êdî ewladên me berdin" nivîsandî û wêneyên zarokên xwe nîşan dan.
Dayik Gulbahar Tekerê ji rojnamevanan ra daxuyand ew ji PKK û HDPyê natirse û heta ew bigîhîje kurê xwe ewê çalakiyê bidomîne.
Tekerê got wî li çalakiya Diyarbekirê hiştiye û Mûşê didomîne û wiha dewam kir: "HDP ji me çi dixwaze? HDP bila bê derdê me bipirse. HDPyê çima zarokên me, qîzên me şand çiyê. Qelemê didin destê zarokên xwe, lê çekan didin destê zarokên me û dişînin çiyê. Ji bo zarokên me bikûjin dibin çiyê. Xwedê ji dewletê razî be, ji bo derî vekir. Kesî bi zorê em neanîn vir. Min tena sera xwe biryar da. Min li Diyarbekirê û Mûşê çalakî kir. Niha em bûn 10 malbat. Lenet HDP û PKKYê be."
Nacîye Sonmez Yildizê jî got kurê wî 6 sal berê çûye çiyê û wiha axivî: "Kurê min xwendekar bû. Zarokekî 15 salî tu tiştekî nizane. Ez HDPyê hez nakim. Kurê min heke tu dengê min dibîhîzî were. Teslîmî dewletê be. Dewlet bavê me ye, birayê me ye."
Şahînaz Ozcanê jî wiha got: "Heta kurê min bê ez ê çalakiyê bidomînim. Kurê min 5 sal e winda ye, min tu xeber jê hilneda, min rûyê wî nedît. Ev ne mirovahiye, ne misilmantî ye. Kurê min heta tu vegerî ezê li ber HDPyê çalakiyê bikim.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.