Li Mûşê malbatên ku dixwazin bigihêjin ewladên xwe li pêşiya DEM Partiyê çalakiya xwe domand

Muş
Li Mûşê malbatên ku PKKya rêxistina terorê zarokên wan revandine, li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a DEM Partiyê çalakiya xwe domand.
Malbatên ku her çarşem li pêşiya avahiya DEM Partiyê dicivin, bangî zarokên xwe kirin ku teslîm bibin.
Ayten Koçhana dayik ji mensûbên çapemeniyê ra got ku kurê wê 9 sal berê revandin.
Koçhanê daxuyand ku wê heta niha tu xeber ji kurê xwe hilnedaye û wiha dewam kir, "Kurê min, tu li benda çi sekinî? Werin teslîm bibin, êdî bes e. Ev doza me nîne, doza Îsraîl, Amerîkayê ye. Serê malbatên eskerên şehîd sax be. Xwedê sebrê bide malbatên wan."
Halît Altunê bav jî got ku 12 sal e ew hesret û kedera ewladê xwe dikişîne û wiha dewam kir, "Înşellah hesreta me wê bi dawî bibe, zarokê me wê vegerin. Hemû dinyayê ev dît. Êdî her tişt kuta bû. Werin mala xwe. Li wê derê karê te nema êdî. Heke tu dengê min dibihîzî vegere were. Înşellah her tişt kuta bû. Em ê bi saya dewleta xwe û van nobedariyên xwe bigihêjin ewladên xwe."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.