Li Mûşê malbatên ku dixwazin bigihêjin ewladên xwe, çalakiya xwe ya li pêşiya DEM Partiyê domand
Muş
Li Mûşê malbatên ku PKKya rêxistina terorê zarokên wan revandine, li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a DEM Partiyê çalakiya xwe domand.
Malbatên ku her çarşem li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a DEM Partiyê dicivin, xwestin dengê xwe bigihînin zarokên xwe ku teslîm bibin.
Malbatan di çalakiyê da wêneyên zarokên xwe dan destê xwe û çavdêriya wê rojê dikin ku ewladên wan vegerin.
Alaattîn Koçhanê ku beşdarî çalakiyê bû, ji rojnamegeran ra got ku 10 sal e haya wî ji kurê wî tuneye.
Koçhan daxuyand ku ew dixwaze kurê wî vegere û wiha dewam kir, "Dewletê her firsend da we. Kurê min derkeve were, teslîmî dewletê bibe. Em ê jî alîkariya te bikin."
Gulbahar Tekera dayik jî wiha xeberda, "Em guh nadin zivistan û berfê û em ê çalakiyê bidomînin. Em li bendê ne ku zarokên me werin. Kurê min were teslîm bibe."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
