Li Mûşê malbatên dixwazin bigihêjin ewladên xwe çalakiya li ber avahiya DEM Partiyê domand
Muş
Li Mûşê malbatên ku rêxistina terorê PKKyê zarokên wan revandine serê çiyê, çalakiya xwe ya li pêşiya avahiya Serokatiya DEM Partiyê ya Parêzgehê domand.
Dê û bavên ku her çarşem bi hêviya bigihêjin ewladên xwe li pêşiya Serokatiya DEM Partiyê ya Parêzgehê dicivin, vê hefteyê jî çalakiya xwe pêk anîn, wêneyên zarokên xwe bilind kirin û gazî wan kirin ku teslîm bibin.
Malbatan di çalakiya xwe da her wiha pankartên bi nivîsên "Dayik liber xwe didin", "Em di nobeta ewladan da ne" û "Êdî bes e, dev ji pêsîra me berdin" vekirin.
Ayten Koçhana dayik ji rojnamegeran ra diyar kir ku bi salan e xeberê ji kurê xwe nastîne.
Koçhanê diyar kir ku kurê wê ji Bursayê hat revandin û wiha dewam kir, "Kurê min, ku tu me dibihîzî derkeve were. Em di meraqa te da ne. Ev firsend careke din nakeve destê we. Werin teslîm bibin. Ev ne doza me ye, were teslîm bibe."
Şahinaz Ozcana dayik jî wiha axivî, "Kurê min me ji te qet xeber nesitand. Em li benda we ne. Atilla kurê min, ku tu dengê min dibihîzî, were teslîmî dewletê bibe. Êdî bes e vegere mala xwe."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
