Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Li Mûşê dayikan çalakiya xwe ya li ber DEM Partiyê domand

İbrahim Yaldız, Sabri Yıldırım  | 02.07.2025 - Rojanekırın : 02.07.2025
Li Mûşê dayikan çalakiya xwe ya li ber DEM Partiyê domand

Muş

 Li Mûşê dayikên ku PKKya rêxistina terorê zarokên wan revandiye çiyê, çalakiya xwe ya li ber Serokatiya Mûşê ya DEM Partiyê domand.

Malbatên ku roja Çarşemê li ber DEM Partiyê kom dibin, vê hefteyê jî çalakiya xwe kirin.

Ji dayikan Ayten Koçhanê ji rojnamevanan ra got ku 9 sal e hesreta Ersînê kurê xwe dikişîne.

Ayten Koçhanê diyar kir ku dixwazin zarokên wan teslim bibin û wiha got, "Werin xwe bispêrin dewletê. Em hesreta zarokan in. Rêya we tu rê nîne, werin teslim bibin. Ev doza me nîne. Çavên me li rê ye."

Ji dayikan Şahînaz Ozcanê jî diyar kir 8 sal e ji kurê xwe tu xeberê hilnedaye û wiha axivî, "Êdî bes e, taqeta me nemaye. 8 sal ev hesret di dilê me da ye. Atîlla, kurê min, dengê min dibihîzî, were teslim bibe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın