Esmer Koç: 8 sal e ez li ewlada xwe digerim

Diyarbakir
Dayikên Diyarbekirê ji bo bigihêjin zarokên xwe yên ku revandine serê çiyê, çalakiya rûniştinê ya li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê bi biryardarî didomînin.
Malbatên ku ji revandin û birina serê çiyê ya zarokên xwe HDPyê berpirsiyar dibînin, ji 3yê îlona 2019an da çalakiya rûniştinê da destpêkirin û çalakiya wan di roja 755em da didome.
Esmer Koç ji Şemdînliya navçeya Hekariyê ye û ji bo keça xwe ya Zubeyde ku 8 sal berê di 15 saliya wê da revandin serê çiyê, çalakiya rûniştinê didomîne. Koçê diyar kir ku ew salan e hesret û kesera keça xwe ye.
Koçê got, "HDPyê keça min revandi û teslîmî PKKyê kir." û got ku 8 sal e agir bi cegera wê ketiye.
Koçê wiha xeberda, "8 sal e ez li ewlada xwe digerim. Xayîna ne cihê wê gotin ne jî ewlada min nîşanî min dan. 8 sal e li mala min şîn heye, her roj girîn heye. Em ê çalakiyê biryardarî bidomînin."
Koçê bangî keça xwe kir ku teslîmî hêzên ewlehiyê bibe.
Suleyman Aydinê bav jî seba Ozkanê kurê xwe çalakiyê dike û Aydin jî got ku ew ê xwestina ewladên xwe bidomînin.
Aydin got, "Heke di HDPyê da wijdan hebe bira ewladên me bişînin." û daxuyand ku çavê wî li rêya ewladê wî ye.
Aydin destnîşan kir ku heta ew ewladên xwe hilnedin, ew ê ji pêşiya avahiya bajêr a HDPyê ranebin û wiha dewam kir, "Em naxwazin ku zarokên me bimirin. Bira êdî her kes rûyê rastîn ê HDPyê bibîne."
Aydin daxuyand ku ew dixwaze bigihêje kurê xwe û wiha got, "Kurê min, teslîmî hêzên ewlehiyê bibe."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.