Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Du malbatên din jî beşdarî nobeta ewladan a li Diyarbekirê bûn

Ahmet Kaplan  | 07.04.2021 - Rojanekırın : 08.04.2021
Du malbatên din jî beşdarî nobeta ewladan a li Diyarbekirê bûn

Diyarbakir

 Du malbatên din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bûn ku ji bo zarokên xwe yên revandine serê çiyê li ber derê Serokatiya Bajêr a HDPyê dikin.

Dayikên Diyarbekirê ji revandin û derxistina serê çiyê ya zarokên xwe HDPyê berpirs dibînin û ji bo vê jî ji 3ê îlona 2019an vir va çalakiya rûniştinê dikin û çalakiya wan di roja 583yem da didome.

Dayik Suphiye Yakuta ku ji bo kurê xwe Îdrîsê ku derxistine serê çiyê ji Batmanê hat û Hayriye Akyuza ku ji bo birayê xwe Ensarî Karaşan ji Diyarbekirê hat jî beşdarî çalakiya rûniştinê bûn.

Dayik Suphiye Yakutê daxuyaniyek da rojnamevanan û got ku kurê wê ji bo xebatê çûbû Îzmirê, ji wir vegeriya mala xwe û 10 roj şûnda winda bû.

Yakutê got ku cardin jê tu xeber hilnedan û got ku "Ez gelekî ji kurê xwe hez dikim. Heta kurê min neyê ez ê ji vir neçim. Ez kurê xwe ji PKKyê ji HDPyê dixwazim. Xwedê qehra xwe li PKKyê bike."

Et Hayriye Akyuzê jî got ku berê ji televîzyonê çalakiya dayikan dişopand, çend caran ji bo piştgiriyê ew ziyaret kirine.

Akyuzê qal kir birayê wê yê ku li zanîngehê dixwend 3 sal berê bi xapandin derxistin çiyê û wiha axivî: "HDPyê birayê min xerand û şande nav rêxistinê. Me nekarî em bi tu awayî pê ra têkiliyê daynin. Digotin ku 'Ewlad, mirov dibe ber deriyê dijmin', rast e. Ewlad mirov dibe ber deriyê dijmin."

Akyuzê bangî birayê xwe kir ku teslîmê hêzên ewlehiyê bibe û got ku "Ensarî nekeve nav gunehê. Nebî tu zarokên tu kesî êtîm bihêlî."

- Bendewariya dayikan didome

Malbat bi wêneyên zarokên xwe yên di destê xwe da bendewariya xwe didomînin.

Dayik Necîbe Çîftçiyê diyar kir biryardar in ku têkoşîna dane destpêkirin bidomînin.

Çîftçiyê got "Heta ewladên me neynin û teslîmî me nekin em ê ji ber vê avahiyê neçin" û ragihand ku ewladên xwe ji HDP û PKKyê dixwazin.

Çîftçiyê bangî kurê xwe kir ku teslîmê hêzên ewlehiyê bibe.

Bav Şevket Bîngol jî diyar kir ku kurê xwe ji HDPyê dixwaze.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın