Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Di Komxebata Nobeta Ewladan da li ser "Sekna berxwedêr" a dayikên Diyarbekirê sekinîn

Fatmanur Altuna Seroka Lijneya Birêvebiriyê ya TURGEVê: "Gotineke wekî 'Li Rojhilatê jin bêhêz e, bindest e, tê suîstimalkirin. Tu heq û mafê jinan tune' heye. Dayikên Diyarbekirê bi şexsiyet, nasname û dengê xwe va vê gotinê îmhe kirin"

Zeynep Rakipoğlu  | 17.08.2022 - Rojanekırın : 18.08.2022
Di Komxebata Nobeta Ewladan da li ser "Sekna berxwedêr" a dayikên Diyarbekirê sekinîn

Istanbul

Di "Komxebata Nobeta Ewladan" a ku ji hêla Platforma Çapemeniyê û Komeleya Çapemeniya Civakî ya MÎSMEDê va hat lidarxistin da li ser "sekna berxwedêr" a malbatên ji bo ku ewladên xwe yên PKKya rêxistina terorê ew revandine serê çiyê li Diyarbekirê li ber derê avahiya bajêr a HDPyê nobetê digirin sekinîn.

Di çarçoveya komxebata li Şaxa Stenbolê ya Yekîtiya Nivîskarên Tirkiyeyê da bi sernava "Malbatên Nobeta Ewladan: Profîla Sosyolojîk û Nasnameyên Protest ên Hevpar" panêl hat lidarxistin.

Fatmanur Altuna Seroka Lijneya Birêvebiriyê ya Weqfa Xîzmeta Perwerdeyê û Ciwaniyê ya Tirkiyeyê (TURGEV) di panêlê da axivî û diyar kir ku çapemenî mekanîzmayeke dewase ye û bi sermayeyeke dewasa dixebite û behs kir ku helw tê dayîn ku kodên civakê bi navbeynkariya çapemeniyê bê guhertin, ev midaxeleyeke înorganîk e û midaxeleyî zihnê mirovan dikin.

Altunê destnîşan kir gelek mirov der barê dayikên Diyarbekirê da dinivîsin, hewl tê dayîn ku kampanyayên çapemeniya civakî bên kirin lêbelê kampanyayeke reşkirinê jî heye û wiha axivî:

"Gelo qîmeta xebera van tune? Dayikên bi Kurdî diaxivin, saziyeke îdia dike ku Kurdan temsîl dike bi temamî ji xwe nabînin û dijî wan derdikevin. Di rastiyê da çîroka vê heye. Divê CNN bê û 9 saetan li vir weşana zindî bike lê nakin. Diçe Parka Geziyê 9 saetan weşana zindî dike. Ev digel ku mijareke wisa ye ku 40 sal e suîstimal dikin, tînin akademiyan, li serê diaxivin û nîqaşan dikin, konferansan didin li ser vê naaxivin. Rojnamevanekî Amerîkayî dema ku dayikên Diyarbekirê nû hatibûn rojevê tweetek avêtibû. Ketibû çapemeniya min a civakî. Min dît û ez mat mam. 'Dibêje ku divê li vir jî binêrin, gelo dibe tiştekî gelekî balkêş be?' û lînkê dide. Min xwest wê demildest ji yekî ra bişînim, dîsa ketimê vîdeo jê biribûn. Hûn di vir da heman wê midaxeleyê dibînin. Dibêje ku 'Tu nikarî vê tweetê biavêjî'.

Altunê destnîşan kir qîmeta wê heye ku xebera zarokên revandine serê çiyê jî bê çêkirin û ev gotin: "Wek mînak hemû zarokên ku bi awayekî tên qanîkirin, mejiyên wan tê şûştin, bi rêya propagandayê dibin serê çiyê zarokên feqîran in. Qîmeta çêkirina xebara vê jî heye. Mirov diqîrin û dibêjin ku 'Zarokên te li Porshceyê siwar dibin, li Ewropayê li tetîlan digere, wir dixwîne, perwerdeyê dibîne, çima zarokên min li çiyê ne?' Fîxanê dike bav, tu kes nabihîze. Medya bi temamî sê meymûnan dilîze. Heman awayî dîsa li kampan qaşo bi navê perwerdeyê zarok ji bo kuştin û mirinê tên perwerdekirin û dibin wekî makîneya mirinê, mehkûmê jiyaneke dûrî mirovahiyê dikin. Ev zarok li şikeftan dijîn. Rastî tacîz, destdirêjî û suîstimalan tên. Hemû lêkolîn nîşan didin ku temenê wan zarokan ji 8-9 sali destpê dike. Ma tu qimeta xebera vê ji tune? Hûn dû li vir jî nenêrin, vê jî nebînin?"

Fatmanur Altunê got ku "Gotineke wekî 'Li Rojhilatê jin bêhêz e, bindest e, tê suîstimalkirin. Tu heq û mafê jinan tune' heye. Dayikên Diyarbekirê bi şexsiyet, nasname û dengê xwe va vê gotinê îmhe kirin." û got ku lêbelê ev tune tê hesibandin û qîmeta çêkirina xebera wê nayê dîtin.

Altunê bal kişand ku li holê reşkirina çapemeniyê heye û nirxandina "Em piştî ku haj bi reşkirina çapemeniyê hebin paşê dikarin piçek pêş bikevin. Em çi dikin bila bikin em çalakiya herî xweş, fantastîk û baş jî li vir bikin çapemenî dê vê nebîne. Wê çaxê em ê çi bikin? Ango wek civak em ê bi zorî tişta li wir nayê dîtin bidin nîşan. Ya duyemîn divê em qenalên enformel bixebitinînin. Çawa di 15ê tîrmehê da înternetê girtin, ji mizgeftan bi rêya selayan xeber hat dayîn. Hoparlor di wir da bû tora me ya gihandinê ya enformel. Em êdî nikarin ji vê çapemeniya civakî û çapemeniya konvansiyonel bawer bikin."

- "Nava wan ji dayikên Diyarbekirê diteqe"

Tulay Demir Oktaya nivîskara Daîly Sabahê got ku dayikên Diyarbekirê lîstika PKKya rêxistina terorê xira kir, tu kesî ev hêvî nedikir.

Oktayê behs kir ji bo ku pirtûka "Dengê Diya min" binivîse pêşî bi dayikên Diyarbekirê ra hevpeyvîn kirin paşê bi ciwanên ku ji rêxistinê reviyan ra hat bal hev û wiha axivî:

"Dema min bi ciwana ra xeber da pirsa ewil a ku min ji wan pirsî ev bû: "Hûn çima, çawa çûn?" Bersiva ji ciwanan hat ji sedî 99,9 ev bû, 'Şaxa Ciwaniyê ya HDPyê ez birim'. Dema min pirsa 'hûn çima çûn, hûn li pey dozekî ne? pirs kir gotin ku'tu dozên me tunene. Li malê bêhna min teng dibû ez wir çûme kursa tembûrê. Wir beşdarî civînan bûm. Me projeyên berpirsyariya civakî kir' Heta ciwanekî ev gotin: "Ez ji bo qirêjahiya hewayê dixebitiyam.' Ji ber fabrîqeyeke tankê hewa qirêj dibe. Paşê piştî ku bi demê ra pêbaweriya we ji wan çêdibe bi awayekî din nêzî mirov dibin. Dibêjin ku 'Hûn dikarin bên cihên baş, karên mezintir bikin' û zeafên van ciwanan dîtine û emilandine û wan birine."

18.08.2022

Di Komxebata Nobeta Ewladan da li ser "Sekna berxwedêr" a dayikên Diyarbekirê sekinîn

Fatmanur Altuna Seroka Lijneya Birêvebiriyê ya TURGEVê: "Gotineke wekî 'Li Rojhilatê jin bêhêz e, bindest e, tê suîstimalkirin. Tu heq û mafê jinan tune' heye. Dayikên Diyarbekirê bi şexsiyet, nasname û dengê xwe va vê gotinê îmhe kirin"

Oktayê ragihand ciwanekî ku PKKya rêxistina terorê ew revendibû serê çiyê piştî ku dibîne diya wî beşdarî çalakiya dayikên Diyarbekirê bûye vîdeoyekî şandiye û got ku "Dibêje ku 'Dayê ji ber ku tu wir rûdinê ez ji te şerm dikim. Demildest ji wir rabe û here malê.' Min ji Mustafa Bîçer ev pirsî; 'Te vir vîdeoyek kişand û weşand, te çima ew vîdeo kişand?' Kurikê got ku 'Bi zorê çekan wan vîdeoyan bi me didin kişandin. Pêkûtî û şantajê dikin.' Dema Mustafa vegeriya jî pişta rêxistinê şikest jixwe. Ciwanên wir dibêjine dayikên Diyarbekirê ku 'Biqasî ku ji we ditirsin ji tu kesî natirsin'. Ango nava wan ji dayikên Diyarbekirê diteqe."

- "Sosyolojiya terorê ya Qendîlê xira kir"

Rojnamevan Gungor Yavuzaslan jî bal kişand ku jimara dayikên ku beşdarî çalakiya rûniştinê ya li ber derê avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê bên û zarokên ji çiyê hatin xilaskirin roj bi roj zêde dibe.

Yavuzaslan da zanîn ku 300 malbat têkoşîna xwe didomînin û wiha axivî: "Ev serhildanek e ku em dibêjinê 'Dayikên Diyarbekirê', 'tevgera wijdanê'. Tevgera wijdanê ya dayikên ku zarokên wan çûne ye. Lê çi bû? Biqasî jinika cil sor a li Parka Geziyê di rojevê da cî negirtin. Me nekarî vê bibin çapemeniya navneteweyî, dayikên Rojavayî ra qise bikin, dengê me negihaşt wan."

Yavuzaslan got ku di çapemeniya Tirk da nexweşiya "nedîtina demê" heye û divê ev bê helkirin û wiha axivî: "Em dibêjin ku dayikên Diyarbekirê lê bav jî hene. Ev karekî malbatî ye. Birastî jî sosyolojiya terorê ya Qendîlê xira kir. Lê wek çapemenî gelek derên divê em derxînin hene."

Di komxebatê da sernavên wekî "Kirdeya Nû ya Tevgera Civakî ya Nû: Malbatên Nobeta Ewladan", "Malbatên di Nobeta Ewladan da: Hêviyên Civakî û Keda Hestewarî", "Malbatên di Nobeta Ewladan da û Sosyolojiya Çapemeniyê", "Malbatên di Nobeta Ewladan da û Berxwedanên Sivîl: Gihandin û Sosyolojiya Terorîzmê" ji hêla pisporan va bi awayekî sosyolojîk hatin nirxandin.

Danezana encama komxebatê dê iro li ber Mizgefta Kurşunluyê ya li Diyarbekirê bi raya giştî ra bê parvekirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.