"Dayikên Diyarbekirê" kêfxweş in ku ewladekî din jî vegeriya
Malbatên ku li ber avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê seba zarokên xwe yên revandine serê çiyê çalakiya rûniştinê dikin, kêfxweş in ku malbateke din jî gihîşt ewladê xwe

Diyarbakir
Malbatên ku li ber avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê seba zarokên xwe yên revandine serê çiyê çalakiya rûniştinê dikin, kêfxweş in ku malbateke din jî gihîşt ewladê xwe.
Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlona 2019an da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 388an.
Fahrettîn Akkuşê bavik ji Stenbolê hat û seba Erkanê kurê xwe beşdarî çalakiya rûniştinê bû. Hesreta ku 4 sal e Akkuş ji bo kurê xwe dikşîne, li Midûriya Ewlehiya Bajarê Diyarbekirê bi dawî bû.
Malbatên ku çalakiyê didomînin pir şa bûn ku Meryema dayik û Fahrettînê bavik gihîştin ewladê xwe.
Zekiye Bozdaga ku ji bo Suleyman Çetînkayayê birayê xwe çalakiyê didomîne diyar kir ku salekê zêdetir e ew çalakiya xwe biryardarî didomînin, ne salekê hezar sal jî derbas bibe, ew ê çalakiya xwe bidomînin.
Bozdagê daxuyand, ew kêfxweş bûn ku malbateke din jî gihîşt ewladê xwe û hêvî kir ku malbatên din jî bigihêjin zarokên xwe.
Bozdagê diyar kir, ew jî dixwazin bi heman awayî şa bibin û wiha dewam kir:
"Bi têkoşîna ku em didin va 17 zarok gihîştin malbata xwe. Bi rastî jî em pir şa bûn. Carina hêviya min namîne, lê zarokên ku teslîm dibin û ez wan dibînim û şûnda hêviya min çêdibe, ez cardin rabûm ser piya. Birayê min heke tu min dibînî û dengê min dibihîzî vegere, teslîm bibe. Dayika me nexweş e, qudûmê wê nemaye. Heke gunehê te bi me nayê, bira dayika me were. Were bira rûyê wê jinikê geş bibe. Timî hêsiran dibarîne, li ber derî benda te ye."
Abdullah Demirê ku ji bi Fatihê kurê xwe çalakiyê didomîne jî got ku wî bi salan kul û kedera ewladê xwe kişand.
Demir daxuyand, 5 sal e ew ji bo ewladê xwe janê dikşîne û wiha dewam kir: "Şikir ji Xwedê ra em îro gihîştin ewladekî xwe yê din, dinya bûn ê me. Bi destûra Xwedê em ê jî bigihêjin zarokên xwe. Em gihîştin 17 ewladên xwe, ji vê xweştir tiştek tuneye. Dilê me pir rehet e. Hatina zarokan wê dewam bike."
Demir daxuyand ku saya çalakiya rûniştinê wan 17 zarok ji rêxistina terorê rizgar kir û ew hêvîdar in.
Demir wiha axivî, "Ji van wetrê em ê mehekê duduyan li vê derê bin paşê herin. Heta em negihêjin zarokên xwe kes ji vir ranabe. Me 17 ewladên xwe xelas kirin. Ji vê xweştir tiştek heye? Bi destûra Xwedê zarok tev wê werin. Ev zalim in, tirsa Xwedê bi van ra tuneye." û bangî kurê xwe kir ku teslîmî hêzên asayîşê bibe.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.