Dayikên Diyarbekirê ji bo roja 1000em a çalakiya xwe piştgiriyê dixwazin

Diyarbakir
Dayikên Diyarbekirê yên bi armanca bigihîjin zarokên xwe li ber avahiya Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê dest çalakiya rûniştinê kirine hindik ma ku 1000 rojî li pey xwe bihêlin.
Dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihîjin ewladên xwe di 3yê Îlona 2019an da dest bi çalakiya rûniştinê kirin û 984 roje ku çavê wan li rêya vegera ewladên wan e.
Dê û bavên li Diyarbekirê çalakiyê didomînin ji ber nêzbûna roja 1000em a çalakiya xwe daxuyanî dan çapemeniyê.
Ji dayikan Esmer Koçê got ku 9 sal berê HDPyê qîza wê revand û teslîmî PKKya rêxistina terorê kir û wiha domand: "Ez ji HDP û PKKyê ewladê xwe dixwazim. Êdî bes e, divê ji PKKyê ra bibêjin bisekine û wexta vê hatiye. Divê li hemberî PKK û HDPê bê sekinîn. Em hemû Tirkiyeyê vexwendî vê derê dikin. Mala me û canê me şewitandin. Esker, polês û yên revandine serê çiyê ewladên me ne. HDP li ser xwîna eskerên me, polêsên me û ewladên me siyasetê dike. Em vê qebûl nakin. Em dixwazin bila HDP êdî bê girtin. Heke HDP biqede wê PKK jî biqede."
Suleyman Aydin jî got ku ew 984 roje digel hemû zor û zehmetiyan li hêviya ewladên xwe ne û çalakiya xwe didomînin û wiha pê da çû: "Me zarokên xwe li kê derê winda kiribe em li wê derê li wan digerin. Zarokên me ketin avahiyên HDPyê û êdî jê derneketin. Em ji HDPyê bi tenê ewladên xwe dixwazin."
Aydin ji bo roja 1000em ya çalakiya xwe bangî herkesî kir û axaftina xwe wiha domand: "Ez bangî hemû dê û bavan dikim. Em li vê derê bi tenê ji bo ewladên xwe hewl nadin, em ji bo ewladên we jî hewl didin. Bi xêra me tevlîbûna PKKê heta sifirê daket. Li Diyarbekirê êdî kes nikare zarokan bixapîne û bişîne serê çiyê. Bila êdî hemû Tirkiye piştgiriyê bide me."
Piştî daxuyaniyan dê û bavên di çalakiyê da ne dirûşmeyên dijî HDP û PKKya rêxistina terorê berz kirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.