Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Dayikên Diyarbekirê ewladên xwe dixwazin

Mehmet Sıddık Kaya  | 04.08.2022 - Rojanekırın : 10.08.2022
Dayikên Diyarbekirê ewladên xwe dixwazin

Diyarbakir

Dayikên Diyarbekirê ji bo zarokên wan ên ku revandine serê çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê bi biryardarî didomînin.

Dayikên Diyarbekirê ji bo revandina serê çiyê ya zarokên xwe, HDPyê wekî berpirsiyar dibînin û ji 3yê îlona 2019an vir va çalakiya rûniştinê dikin ku çalakiya wan ket roja 1067emîn.

Sevgî Çagmar a yek ji wan dayikên di dest wan da wêneyên zarokên wan hene got ku kurê wê 8 sal berê hat revandin û ew bi hêviya bigihîje ewladê xwe çalakiyê didomîne.

Çagmarê destnîşan kir ku ew heta neghijîe ewladê xwe dev ji çalakiya xwe bernade û wiha domand: "Em ê bi biryardarî çalakiya xwe bidomînin. Zarokên me li kuderê winda bûne em li wê derê li wan digerin. Digel vê germê em bi biryarin ku ewladên xwe hildin. Em ê zarokên xwe ji wan bistînin."

Çagmarê bangî kurê xwe Yavuz kir ku bila were û teslîmî hêzên ewlehiyê bibe.

Nurettîn Odumluyê ji bo kurê xwe yusufê ku hêj 16 salî bûye revandine serê çiyê got ku 9 sale ewladê xwe nedîtiye û wiha pê da çû: "Ev çar eyde em li vê derê sekinîne. Em ewladên xwe dixwazin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın