Dayikên Diyarbekirê dixwazin hesreta wan a ewladan berî eydê bi dawî bibe
Aynur Panay: "Emrah kurê min, ez qurban bim, êdî were. Binêre cejn tê, teslîmî cendirme û polêsan bibe"

Diyarbakir
Nobeda ku dayikên Diyarbekirê li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê dan destpêkirin da ku zarokên wan ên revandî li wan werin vegerandin, dewam dike.
Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlonê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 324emîn.
Aynur Panay ku ji wan dayikan e, rahêştine wêneyên zarokên xwe û çalakiya xwe didomînin, diyar kir ku ev 9 sal e tu xeber ji kurê wê Emrah nayê.
Panayê diyar kir ku ew ewladê xwe ji HDPyê dixwaze û wiha dewam kir, "Heta kurê min neyê, ez ji vê derê ranabim. 9 sal e tu xeber tune. Emrah kurê min, ez qurban bim, êdî were. Binêre cejn tê, teslîmî cendirme û polêsan bibe."
Songul Altintaşê jî diyar kir ku ew bibiryar e heta kurê xwe ku 6 sal berê bi destê PKKyê hat revandin, hilnede, çalakiya xwe bi dawî nake û wiha got, "Ez ji PKK û HDPyê kurê xwe dixwazim. Bira kurê min bînin, êdî bes e. Eyd nêzîk bû, lê ez naxwazim biçim mala ku kurê min lê nîne. Bi vî awayî em tu tama eydê wernagirin."