Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Dayikên Diyarbekirê dixwazin Eyda Qurbanê bi zarokên xwe ra derbas bikin

Ömer Yasin Ergin  | 05.06.2025 - Rojanekırın : 06.06.2025
Dayikên Diyarbekirê dixwazin Eyda Qurbanê bi zarokên xwe ra derbas bikin

Diyarbakir

 Dayikên Diyarbekirê yên ji bo zarokên xwe yên ku revandine serê çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê ya berê çalakiya xwe ya rûniştinê didomînin, dixwazin di Eyda Qurbanê da bigihêjin ewladên xwe.

Malbatên ku dixwazin zarokên xwe ji nav lepên terorê xelas bikin di 3yê Îlona 2019yan da li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin ku çalakiya wan di roja 2103emîn da ye.

Hejmara malbatên ku ji bo zarokên xwe nobedê digirin, bi beşdariya kesên ji çar aliyên welêt va gihîşt 384an.

Bi saya çalakiya rûniştinê ya ku bi hevgirtin û biryardariyeke mezin tê lidarxistin, 61 malbatan zarokên xwe ji nav lepên terorê xelas kirin.

Malbatên ku çavên wan li rêya zarokên wan e hêvî dikin ku di Eyda Qurbanê da bigîhêjin zarokên xwe.

Dayik Sevgî Çagmara ji bo kurê xwe Yavuz nobeta ewladan dike ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew dixwaze di pêvajoya Tirkiyeya Bêteror da bigîhêje ewladê xwe û wiha axivî: "Em bi salan e tên vê konê, li malê aramiya me nema. Em nikarin bi zarokên xwe yên din ra eleqedar bibin. Em li vir li benda zarokên xwe ne. Kurê min, deriyê min ji te ra vekirî ye, netirse were. Bila ev hesret biqede û em di vê eydê da hinekî kêfxweş bibin. Em eydê hema wisa bêdil pîroz dikin. Ji ber hesreta kurê xwe, ez 20 sal in ku bi kesî ra xeber nadim. Ji me ra eyd tune. Kurê min ez li benda te me, çi dibe were ku em vê eydê bi kêfxweşî derbas bikin."

Dayik Bedriya Usluyê jî daxuyand ku ew ji bo kurê xwe Mahmut têkoşîna xwe didomîne û wiha got: "Birîna min qalik digire, lê gava eyd tê ew qalik diqelişe û birîna min dîsa xwîn dibe. Ez dixwazim di eydê da bigîhêjim Mahmut. Heke ez wî hembêz bikim û têra dilê xwe wî maç bikim, wê gavê hem eyd û hem jî cîhan wê bibe para min. Ji ber ku ez negihîştime kurê xwe stûyê min xwar e, per û baskên min şikestî ne. Înşallah hemû zarok di eydê da werin û teslîm bibin, bigîhêjin dê û bavên xwe ku wê hingê ew ê ji bo me bibe eyd."

Nihat Aydinê ji bo kurê xwe Mehmet çalakiyê didomîne jî anî ziman ku heke ew bigîhêjin ewladên xwe wê demê ew ê bi dilê xwe eydê pîroz bikin û wiha axivî: "Ev 21 sal in ku neviyên min jî di nav da min eyda kesî pîroz nekiriye. Ji dilê min nayê. Ez meraq dikim gelo ewladê min tazî ye, pêlav di lingên wî da hene, kinc li xwe kiriye? Ez nizanim. Ji ber wê dilê me ne rehet e. Em nizanin gelo ew dijî an na. Mehmetê min, bavo qurban bawer bike cihê te tije nabe. Ez hesreta çavên te me, ez hesreta hembêzkirina te me. Çi dibe bila bibe, werin teslîmî hêzên me yên ewlehiyê bibin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.