Dayikên Diyarbekirê dixwazin bigihêjin ewladên xwe
Diyarbakir
Dayikên Diyarbekirê ji bo zarokên xwe yên ku revandine serê çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê ya berê çalakiya xwe ya rûniştinê didomînin.
Malbatên ku PKKya rêxistina terorê zarokên wan revandine û dixwazin bigihêjin zarokên xwe di 3yê Îlona 2019yan da li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin ku çalakiya wan di roja 2 hezar û 356emîn da dewam dike.
Ji dayikên ku wêneyê zarokên wan di destên wan da ne Sariye Tokayê diyar kir ew guh nadin berf, seqema zivistanê, germa havînê, ji bo ewladên xwe micadeleyê didin.
Tokayê diyar kir ku ew ê micadeleya xwe heta ku bigihije kurê xwe, bidomîne û got:
"Heft sal in, em guh nadin berf, seqema zivistanê, germa havînê, em ji bo ewladên xwe micadeleyê didin. Heta ku yek ji zarokên me li çiyayan nemîne, em ê têkoşana xwe bidomînin. Bi destûra Xwedê, em ê bigihêjin zarokên xwe."
Bav Nihat Aydin jî destnîşan kir ku ew bi salan e ji bo gihiştina kurê xwe Mehmet têdikoşe.
Aydın hêviya xwe ya ji bo "Tirkiyeya bêteror" anî ziman û xwest ku di vê pêvajoyê da bigihêjin ewladên xwe û got:
"Heta ku zarokên me vegerin emê ji vir dernekevin. Heft sal in, em li benda zarokên xwe ne, em guh nadin baran, herî, serma û germayê. Heta em negihêjin zarokên xwe, em ji vir naçin. Kurê min, werin û teslîmî hêzên ewlehiyê bibin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
