Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Dayikên Diyarbekirê dixwazin bigihêjin ewladên xwe

Mehmet Sıddık Kaya  | 08.02.2026 - Rojanekırın : 09.02.2026
Dayikên Diyarbekirê dixwazin bigihêjin ewladên xwe Bestami Bodruk

Diyarbakir

Dayikên Diyarbekirê ji bo zarokên xwe yên ku revandine serê çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê ya berê çalakiya xwe ya rûniştinê didomînin.

Malbatên ku PKKya rêxistina terorê zarokên wan revandine û dixwazin bigihêjin zarokên xwe di 3yê Îlona 2019yan da li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin ku çalakiya wan di roja 2 hezar û 351emîn da dewam dike.

Ji dayikên ku wêneyê zarokên wan di destên wan da ne Ayten Elhamanê diyar kir ku êşa wan pir mezin e.

Elhamanê anî ziman heta ku ew bigihêjin ewladên xwe ew ê çalakiyê bidomînin û wiha axivî: "Heta ku ez kurê xwe hilnedim ez naçim. Em dayik wê têkoşîna xwe bidomînin. Em di berf, baran û germa havînê da her tim li vir in. Me dev jê bernedaye, em li bendê ne. Kurê min Bayram, heke tu min dibihîzî bireve û vegere. Bav û birayê te li vir bi hesret li benda te ne. Înşallah tu yê werî û teslîmî hêzên me yên ewlehiyê bibî."

Ji dayikan Bedriye Usluyê jî diyar kir ku ew ji bo kurê xwe Mahmut ê ku 14 sal berê hatiye xapandin û birine çiyê çalakiyê dike.

Usluyê bi bîr xist ku ew her sibe bi hêviya ku bigîhîje kurê xwe tê konê ku ew lê çalakiyê dikin û wiha got: "Min tu carê hêviya xwe ji Xwedê nebirî. Ez nabêjim havîn, zivistan, baran û herî têm li vir. Kurê min Mahmut heke ku tu min dibînî û dibîhîzî vegere. Bila herkes vegere mala xwe. Bila ev kedera me biqede."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın