Dayikên Diyarbekirê dixwazin bigihêjin ewladên xwe
Diyarbakir
Dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin ewladên xwe li pêş avahiya berê ya Serokatiya Bajêr a HDPyê nobeta rûniştinê dabûn destpêkirin bi biryardarî çalakiya xwe didomînin.
Malbatên ku dixwazin bigihêjin wan zarokên xwe yên ku rêxistina terorê PKKyê ew revandine serê çiyê, çalakiya xwe ya ku di 3yê Îlona 2019an da li ber avahiya berê ya parêzgehê ya HDPyê dabûn destpêkirin, di roja 2278em da didomînin.
Ji dayikên ku rahiştine wêneyên zarokên xwe û di çalakiya xwe da berdewam in, Ayten Elhamanê diyar kir ku êşa wan pir mezin e û ew di sermaya zivistanê û germa havînê da bênavber têkoşîna xwe didomînin.
Elhamanê bal kişand ku ew heta negihêjin ewladên xwe, ew ê têkoşîna xwe bidomînin û wiha dewam kir:
"Înşelah di pêvajoya Tirkiyeya Bêteror da ewladên me dê bên û teslîmî hêzên ewlekariyê bibin. Wekî dayik em li vir in û em bi biryar disekinin. Înşelah ez ê jî bigihêjim ewladê xwe."
Nihat Aydinê bav jî diyar kir ku bi salan e têdikoşe da ku bigihêje kurê xwe Mehmet.
Aydin diyar kir ku ew ji ber pêvajoya "Tirkiyeya Bêteror" kêfxweş in û sipasiya Serokomar Recep Tayyip Erdogan û Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçeli kir.
Aydin bal kişand ku ew dixwazin di kurtedemekê da bigihêjin ewladên xwe û wiha got, "Pêdiviya vî welatî bi yekbûn û bihevrabûnê heye. Tu kes nikare biratiya me ya hezar salî têk bibe. Em dixwazin bigihêjin zarokên xwe."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
