Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Dayikên Diyarbekirê dixwazin bigihêjin ewladên xwe

Guzide Demira ji dayikan: "Heta em zarokên xwe hilnedin em ê ji vir neçin. Bira kurê min bidin min"

Mehmet Sıddık Kaya  | 06.08.2025 - Rojanekırın : 07.08.2025
Dayikên Diyarbekirê dixwazin bigihêjin ewladên xwe

Diyarbakir

 Dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin ewladên xwe li pêş avahiya berê ya Serokatiya Bajêr a HDPyê nobeta rûniştinê dabûn destpêkirin bi biryardarî çalakiya xwe didomînin.

Malbatên ku dixwazin bigihêjin wan zarokên xwe yên ku rêxistina terorê PKKyê ew revandine serê çiyê, çalakiya xwe ya ku di 3yê Îlona 2019an da li ber avahiya berê ya parêzgehê ya HDPyê dabûn destpêkirin, di roja 2165em da didomînin.

Mevluda Uçdaga ku ji bo kurê xwe Ramazan di çalakiyê da beşdar e, diyar kir ku ew heya negihêje ewladê xwe ew ê ji ber avahiya partiyê neçe û wiha dewam kir:

"Ev 6 sal e em li vir têkoşîna ewladan didin. 11 sal e ez ji kurê xwe cuda me û ez bi hesreta wî dijîm. Kurê min, min zehf bêriya te kiriye, vegere were. Were mala xwe, li vir jiyaneke xweş li benda te ye."

Uçdagê bangî kurê xwe kir ku teslîmî hêzên ewlekariyê bibe.

Guzîde Demirê jî bal kişand ku ew di çalakiya xwe ya 6 salan da bi biryar in û wiha axivî:

"Ev 10 sal e ez ji kurê xwe cuda me. Em heya ewladên xwe hilnedin, em jê vir neçin. Bira kurê min bidin min. Kurê min min zehf bêriya te kiriye, were û teslîmî hêzên me yên ewlekariyê bibe. Were da ku em şa bibin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.