Dayikên Diyarbekirê dixwazin bigihêjin ewladên xwe
Ayten Elhaman: "Em heta zarokên xwe ji HDPyê hilnedin ji vê derê naçin. 32 malbat gihîştin ewladên xwe û înşeallah em ê jî bigihêjin ewladên xwe."

Diyarbakir
Dayikên Diyarbekirê ji bo bigihêjin ewladên xwe yên ku bi xapandin revandine serê çiyê, li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê bi biryardarî didomînin.
Çalakiya rûniştinê ya malbatên ji ber revandina zarokên xwe yên birine serê çiyê HDPyê berpirsyar digirin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 746an da dewam dike.
Li ser navê malbatan Ayten Elhamanê daxuyanî da û got ku ewê ji bo ewladên xwe nobeta xwe bidomînin.
Elhamanê destnîşan kir ku ew ê heta li serê çiyê ewladek nemîne têkoşîna xwe bidomînin û wiha dewam kir: "Ew kesên ji bo darekî dixwazin dinyayê xera bikin çima dengê me nabihîzin? Hemû dayikên ewladên xwe winda kirine bila werin vê derê, netirsin. Em heta zarokên xwe ji HDPyê nestînin ji vê derê naçin. 32 malbat gihîştin ewladên xwe û înşeallah em ê jî bigihêjin ewladên xwe."
Di berdewamiya axaftina xwe da Elhamanê got ku ew heta ewladê xwe ji destê PKKya rêxistina terorê xilas neke dev ji têkoşîna xwe bernade.
Elhamanê ji hemû kesên piştevaniya wan dikin ra jî spas kir.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.