Dayikên Diyarbekirê dixwazin bigîhêjin ewladên xwe

Diyarbakir
Dayikên Diyarbekirê yên ku ji bo bigîhêjin ewladên xwe yên revandine serê çiyê li ber avahiya HDPyê ya bajêr çalakiyê dikin nobeta xwe bi biryarî didomînin.
Malbatên ku ji bo zarokên xwe yên bi xapandin revandine serê çiyê HDPyê wek berpirs dibînin ji 3yê Îlona 2019an vir va çalakiya xwe ya rûniştinê didomînin û ev roja 1203emîn e ku çalakiya wan dewam dike.
Hetîce Leventa ji bo qîza xwe Fadîmeyê ya ku 6 sal berê di 18 saliya wê da revandine çiyê çalakiyê dike got ewê nobeta xwe bidomîne.
Leventê got ew heta qîza xwe hilnede ewê ji vir neçe û wiha axivî: "Zarokên me berdin. Heta em zarokên xwe hilnedin em ê ji vir neçin. Destên xwe yên qirêj ji ser ewladên me bikşînin. Destê zarokên me qelem digirt, we qelem ji dest wan hilda û çek da destê wan. Bihêlin bila ewladên me bên."
Leventê bangî qîza xwe kir ku ew teslîm bibe.
Abdullah Demirê dixwaze bigîhêje kurê xwe Fatih jî got ew heta ku bigîhêje kurê xwe ewê çalakiyê biodomîne û wiha axivî: "Kurê min bireve were, em benda te ne. Heta ku ez te hilnedim, ez ê ji vir neçim. Min tu carî terka te nekir."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.