Dayikên Diyarbekirê bangî zarên xwe kirin ku teslîm bibin

Diyarbakir
Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike.
Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 506an da dewam dike.
Îmmîhan Nîlîfirkaya dayika wêneya kurê xwe da bû destê xwe diyar kir ku 6 sal e ji kurê xwe xeberekê hilnade.
Nîlîfirkayê got zarên xwe ji HDPyê dixwazin û wiha pê da çû: "Em nabêjin havîn, zivistan, berf, bager û nexweşî çalakiya xwe didomînin. Hetanî ku zarek jî li çiyê nemîne em ê çalakiya xwe bidomînin."
Nîlîfirkayê axaftina xwe wiha domand: "HDPyê zarên bi hezaran malbatên feqîr û xizan bibirn çiyê. Li serê çiyê tî, birçî û pêrîşan in. HDP ji Qendîlê fermanê hildide û vê dike. Xwendekaran dixapîne, kom dike û tîne vê avahiyê. Ji vê derê jî dibe Qendîlê."
Nîlîfirkayê got hesreta bîna kur êxwe maye û axaftina xwe wiha domand:
"Min reng û rûyê kurê xwe ji bîr kir. Şev û roja me nema ye. Her tim tê hişê me. Min nemir em nizanin. Xwedê heqê ciwanên me ji wan ra nehêle. HDP hem zarên me ji destê me digre hem jî malbatê xirab dike. Em pêrîşan in. Em 6 sal e wekî miriyên li ser piyan in."
Nîlîfirkayê bangî kurê xwe kir ku bira teslîmîhêzên ewlekariyê bibe û wiha got: "Mehmetê min vegere were. Dewleta me hêzdar e, bi edalet e. Were teslîmî hêzên ewlekariyê bibe."
- "Em ê hetanî dawiyê têkoşînê bidin"
Suleyman Aydinê ji bo Ozkanê kurê xwe yê 5 sal berê di 15 saliya xwe da revandin çiyê jî got 506 roj e li pêşiya HDPyê çalakiya xwe didomînin.
Aydin wiha axivî:
"Wekî Kurdekî ez parlamenterên HDPyê wekî wekîl qebûl nakim. Ew nikarin bibin nûnerên me. Em ê hetanî dawiyê têkoşînê bidin. Zarên me çawa birin serê çiyê bira wisa jî bînin. 506 roj e dayik li ber derê wan hewar dikin. Mixabin dayikan nabînin. Kurê min teslîmî hêzên ewlekariyê bibe. Dewleta me mezin e, ew ê we gişan bigihîne malbatên we."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.