Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Çalakiya bibiryar a dayikên Diyarbekirê di Eyda Qurbanê da jî didome

Ahmet Kaplan  | 23.07.2021 - Rojanekırın : 24.07.2021
Çalakiya bibiryar a dayikên Diyarbekirê di Eyda Qurbanê da jî didome

Diyarbakir

 Dayikên Diyarbekirê yên zarokên wan bi xapandin revandine serê çiyê û bi hêviya bigihêjin ewladên xwe nobeta ku li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dane destpêkirin, di Eyda Qurbanê da jî di çalakiya xwe da berdewam in.

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ku bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê Îlona 2019an da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 690î.

Sariye Tokayê ku ji bo kurê xwe Mehmet di çalakiyê da beşdar e, diyar kir ku 20 eyd e ew ji kurê xwe dûr e.

Tokayê bal kişand ku ew bibiryar çalakiya xwe didomînin û wiha dewam kir, "Em ê ji ber avahiya HDPyê ya parêzgehê ranebin. Em ê pey wan bernedin, bira vê yekê beled bin. Em di çalakiya xwe da bibiryar in. Em heta zarokên xwe hilnedin, em ê ji vir neçin."

Tokayê bangî kurê xwe kir û wiha got, "Kurê min were, teslîmî dewletê bibe. Êdî sebra me nemaye, vegere mala xwe."

Nurettin Odumlu ku ji Sêrtê ji bo kurê xwe Yusuf di çalakiyê da beşdar e jî diyar kir ku ew dixwaze bigihîje kurê xwe.

Odumlu diyar kir ku HDPyiyan kurê wî xapand û şand çiyê û wiha dewam kir, "16 eyd e min kurê xwe nedîtiye. Min dengê wî nebihîstiye. Em ji HDPyiyan ewladên xwe dixwazin."

Odumlu bangî kurê xwe kir ku teslîmî hêzên ewlekariyê bibe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.