Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Bi saya nobeda ewladan a dayikên Diyarbekirê malbateke din jî gihîşt ewladê xwe

Li Diyarbekirê di nobeda ewladan ya li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê da hesreta malbata Akkuşê bi dawî bû.

24.09.2020 - Rojanekırın : 25.09.2020
Bi saya nobeda ewladan a dayikên Diyarbekirê malbateke din jî gihîşt ewladê xwe

Diyarbakir

 Li Diyarbekirê di nobeda ewladan ya li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê da hesreta malbata Akkuşê bi dawî bû.

Di encama xebatên qanîkirinê yên Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê da Erkan Akkuşê ji malbata Akkuşê ya li pêşiya avahiya Serokatiya HDPyê ya Diyarbekirê nobeda ewladan didomand yê 4 sal berê revandibûn çiyê teslîmî Midûriyeta Şaxê ya Deriyê Sînor ê Xabûrê bû.

Meryem û Fahrettîn Akkuş hatin Midûriyeta Ewlekariya Diyarbekirê û li vê derê mizginî hildan û Erkanê 4 sal e tunebû hembêz kirin û giriyan.

Bi saya nobeda ewladan a dayikên Diyarbekirê malbateke din jî gihîşt ewladê xwe

- 17 malbat gihîştin zarên xwe

Piştî ku malbata wî gihîşt Erkan Akkuş hejmara malbatên gihîştin zarên xwe derkete 17an.

Piştî ku Hacîre Akara dayik di 24ê tebaxa 2019an da hişt Mehmetê kurê xwe, Hatîce Ceylan piştî 4 salan gihîşt Caferê kurê xwe, Husniye Kaya gihîşt Mekiyeya qîza xwe, Halîme Kadrana pîrik gihîşt Îbrahîm Halîl Kadranê neviyê xwe, Metîn Açan gihîşt H. Açanê kurê xwe, Nîzamettîn û Aslihan Eşrefoglu gihîştin Huseyinê kurê xwe, Gevriye Ayhana dayik gihîşt Peldaya qîza xwe, Melîk û Melek Aslan gihîştin Volkanê kurê xwe, Muhteber Bîrlîka dayik gihîşt Veysiyê kurê xwe yê 14 salî bû hatibû revandin, Cahîde Alkan gihîşt Mehmet Emînê kurê xwe, Şahziye Altinkaynaka dayik gihîşt Halîseya qîza xwe, Cemal Ertaşê bav gihîşt Ramazanê kurê xwe, Naîme Dalmiş gihîşt Tekoşîna qîza xwe, Haşîm Açarê teslîm bibû piştî dermankirina li nexweşxaneyê gihîşt bavê xwe, Sever Fîdana dayik piştî 11 salan gihîşt Tayfurê kurê xwe, Gulşen Çetîna dayik 5 sal şûnda gihît Erdalê kurê xwe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın