Beşdariya çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê dewam dike
Nobeda dayikên Diyarbekirê ya ji bo zarokên wan ên revandine çiyê vegerînin li ber avahiyê Serokatiya HDPyê ya Bajêr dewam dike û malbatên nû beşdarî çalakiyê dibin.

Diyarbakir
Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ya bi îdiaya zarokên wan bi destê HDPyê revandine çiyê di 3yê îlonê da li ber avahiya a partiyê dest pê kiribû. Çalakiya dayikan kete roja xwe ya 135emîn.
Hatun Karamana ji bo qîza xwe Songulê ya ku 5 sal berê ji Erganiya navçeya Diyarbekirê revandine çiyê jî beşdarî çalakiyê bû.
Karamanê bi Kurdî got dema qîza wê 17 salî bû û diçû lîseyê rojekê çûye dersxaneyê û êdî venegeriyaye malê.
Karamanê anî ziman ew geriyane, lê wan Songul nedîtiye û wiha axivî: "Qîza min revandin, ez li dû qîza xwe ketime. Ez dixwazim qîza min vegere. Ez nexweş im, êdî deyax nakim. Ji ber derdê qîza xwe porê min gişk weşiya. Ez şev heta serê sibê nikarim razêm."
- "Ez êdî deyax nakim"
Dayika Hatunê got dema wî dayikên Diyarbekirê dîtiye, biryar daye ew jî beşdarî nav wan bibe û wiha dewam kir: "Min got Xwedê Teala deriyekî veke qîza min vegere. Ez ji HDPyê qîza xwe dixwazim. Ev 5 sal e min ji qîza xwe xeber hilnedaye. Ez dixwazim qîza min were û teslîm bibe. Êdî ez deyax nakim."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.