Nexweşên Kovîd-19ê Behsa Serpêhatiyên xwe dikin

"Wekî ku di mengeneyê da asê mabe serê min ji ber êşê lê bû belabelayî bibe"

Li Rihayê Serhekimê Nexweşxaneya Zanîngeha Harranê Endamê Hîndekariyê Dr. Ahmet Guzelçiçek ku gava li dijî Kovîd-19ê têdikoşiya, bi nexweşiyê ket, qala serpêhatiyên xwe yên pêvajoya dijwar a tedawiyê kir.

Önder Beyter  | 08.09.2020 - Rojanekırın : 09.09.2020
"Wekî ku di mengeneyê da asê mabe serê min ji ber êşê lê bû belabelayî bibe"

Şanlıurfa

 Li Rihayê Serhekimê Nexweşxaneya Zanîngeha Harranê (HRU) Endamê Hîndekariyê Dr. Ahmet Guzelçiçekê ku gava li dijî Kovîd-19ê têdikoşiya, bi nexweşiyê ket, qala wê yekê kir ku pêvajoya nexweşiyê çend giran û xedar derbas dibe.

Serhekim Guzelçiçek ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku qedera mehek berê ji ber serêşiya giran û bêhaliyê, wî testa Kovîd-19ê da kirin.

Guzelçiçek diyar kir ku test pozîtîf derket û pêvajoya giran dest pê kir û wiha pê da çû:

"Di demeke ku Kovîd-19 li welatê me û bajarê me zêde bû, mixabin ez jî bi şewbê ketim. Li nexweşxaneyê ji ber temasa bi nexweşekî ra, nexweşî kişiya min jî. Pêşiyê serêşiyeke giran, bêhalî û êşê dest pê kir. Serêşiyeke wisa ne ku heta niha serêşiyeke bi vî rengî min qet nekişandibû. Wekî ku di mengeneyê da asê mabe serê min ji ber êşê lê bû belabelayî bibe. Bêhaliyeke ecêb hebû ku min nikaribû milên xwe jî bilind bikirana. Bi şev jî min kabûsên ku nayên tewsîfkirin, didîtin. Çend rojan ez ranezam. Ji ber êş û janeke nedîtî, min reşê şevê didît."

- "Bedena min li mal bû, lê ruhê min li nexweşxaneyê bû"

Guzelçiçek diyar kir ku wî pêvajoya karantînayê li malê derbas kir ku ev pêvajoyeke zehf dijwar bû û wiha dewam kir:

"Digel bandora giran a nexweşiyê ya biyolojîk, bandora wê ya psîkolojîk jî zehf giran derbas dibe. Însan ji malbata xwe, ji hevalên xwe û ji şixulê xwe dûr dimîne. Ev yek mirov zehf diêşîne. Min xwe nedigirt, ez zehf digiriyam. Ez dikarim bêjim ku bedena min li mal bû, lê ruhê min li nexweşxaneyê li cem hevalên min ên şixul bû. Di vê pêvajoyê da nedibû ku mirov artêşa tenduristiyê tenê bihêle."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.