Dinya, Nexweşên Kovîd-19ê Behsa Serpêhatiyên xwe dikin

Li Brezîlyayê hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin ji 300 hezarî derbas bû

Li Brezîlyayê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin ji 300 hezarî derbas bû.

Türkan Tosun  | 25.03.2021 - Rojanekırın : 25.03.2021
Li Brezîlyayê hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin ji 300 hezarî derbas bû

Buenos Aires

Li Brezîlyayê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin ji 300 hezarî derbas bû.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê, di 24 saetên dawîn da bi mirina 2 hezar û 9 kesan va hejmara miriyan derket 300 hezar û 685an, 89 hezar û 922 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin û hejmara pêketiyan jî gihîşt 12 milyon û 220 hezar û 11 kesî.

Li welêt hejmara kesên ji vîrusê filitîn û baş bûn jî wek 10 milyon û 689 hezar û 646 hat eşkerekirin.

Brezîlyaya ku serjimara wê ji 210 milyonî zêdetir e piştî Amerîkayê welatê duyemîn e ku herî zêde tesîra şewbê lê çêbû.

Li welêt ji 8ê çileya paşîn vir va ji ber Kovîd-19ê 100 hezar kes mirin, hejmara pêketiyan jî ji 7 milyon û 100 hezarî gihîşt 12 milyon û 200 hezarî.

Ji ber ku nexweşxane tijî bûne û li eyaleta Amazonasê cureyeke Kovîd-19ê ya bi navê P1 belav bûye, li welêt zehmetî tê kişandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın