Nexweşên Kovîd-19ê Behsa Serpêhatiyên xwe dikin

"Ji bo ku tu bimirî lava dikî, lê namrî"

Nedîm Kulaogluyê 48 salî yê ku şewba vîrusa koronayê ket û paşê baş bû behsa nexweşiyê û serpêhatiyên xwe kir

Türkan Tosun  | 10.09.2020 - Rojanekırın : 10.09.2020
"Ji bo ku tu bimirî lava dikî, lê namrî"

Istanbul

Nedîm Kulaogluyê 48 salî yê ku şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ket û paşê baş bû got: "Di beşa rewşa awarte da ji bo ku tu bimirî lavayan dikî, lê tu namrî. Tu dibêjî 'Xwedayê min ruhê min bistîne, ez xelas bim'. Lewra tu êdî nikarî nefesê bistînî. Tu hema ew e xelas bûyî, ji ber wê pir zehmet e. Merivên li derva heke bizanibin evqas zehmet e, gerê hêlekê bihêlin, çûyina kar li hêlekê bihêlin wê serê xwe jî ji paceyê dernexin."

Kulaogluyê di atolyeyeke tekstîlê da dixebite piştî tedawiyeke 2 mehan ji şewbê filitî û baş bû.

Kulaoglu ji nûçegihanê AAyê ra behsa nexweşiya xwe û tedawiya xwe kir.

Kulaoglu got ew ewil hinekî kuxiyaye, paşê her ku çûye aciziya wî zêde bûye, dema çûye nexweşxaneyê testa wî pozîtîf derketiye û li ser gotina doxtoran ew li malê di karantînayê da maye, lê ji ber ku agirê wî gelekî zêde bûye ew bi ambulansê rakirine nexweşxaneyê û tedawiya wî dest pê kiriye.

- "Deqîqeyekê jî tu nikarî bê nefes bisekinî"

Kulaoglu anî ziman ew 4 rojan di beşa normal a nexweşxaneyê da maye lê ji ber ku rewşa wî xirab bûye ew hildane beşa rewşa awarte û wiha axivî: "Agirê min pir zêde bû, min nikaribû ez bêhnê bistînim. Li wir xortomekê dixin pozê merivan, dema xortomê ji pozê merivan derdixin meriv nikare nefesê hilde. Deqîqeyekê jî tu nikarî bê nefes bisekinî."

Nedîm Kulaoglu got li wir 12 kesên din jî hebûne û wiha dewam kir: "Di saeteke diyarkirî da doxtor û hemşîre tên, lê paşê kes tune. Tu û Xwedayê xwe tenê ne. Ji sedî 50 tu benda mirinê, ji sedî 50 jî benda xelasbûnê yî. Di beşa rewşa awarte da ji bo ku tu bimirî lavayan dikî, lê tu namrî. Tu dibêjî 'Xwedayê min ruhê min bistîne, ez xelas bim'. Lewra tu êdî nikarî nefesê bistînî. Tu hema ew e xelas bûyî, ji ber wê pir zehmet e. Merivên li derva heke bizanibin evqas zehmet e, gerê hêlekê bihêlin, çûyina kar li hêlekê bihêlin wê serê xwe jî ji paceyê dernexin. Di 24 saetan da êdî tu çiqasî bikaribî li ber xwe bidî 16 saet, 18 saet te li ser rû deverî dirêj dikin. Dirêjkirina li ser rû bi rastî pir zehmet e."

Kulaoglu anî zîman dema ew baş bûye hatiye malê mehekê jî li malê di karantînayê da maye û zaroka xwe ya du sal û nîvî nedîtiye û wiha pê da çû: "Min ji qûlika derî ra zaroka xwe didît, li malê diçû û dihat, haya wî ji min tunebû ku ez li malê me. Heke bizanibûya ez li malê me wê bixwesta bê cem min. Min derî her tim kilît dikir. Rewşeke pir zehmet bû. Berê ez dikaribûn 5-10 kîlomêtro birevim û bibezim lê niha dema ez zû dimeşim jî bêhna min digire."

Kulaoglu spasiya doxtor û xebatkarên tenduristiyê kir, got divê gel maskeyê bide li ber dev û pozê xwe, paqij be, ji hevdu dûr bisekine.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın