Nexweşên Kovîd-19ê Behsa Serpêhatiyên xwe dikin

"Feryad û fîxana wan însanan kezeba mirov dişewitîne"

Li Diyarbekirê hekimê malbatê Osman Tulan ku ji Kovîd-19ê rehet bû, rojên reş ên li yekeya nexweşiya giran jibîr nake

Önder Beyter  | 13.09.2020 - Rojanekırın : 14.09.2020
 "Feryad û fîxana wan însanan kezeba mirov dişewitîne"

Diyarbakir

 Osman Tulanê 63 salî ku li Diyarbekirê peywira hekîmtiya malbatê tîne cih û tevî jina xwe û keça xwe bi cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ket û her wiha têkoşîna xwe ya vîrusê bir serî, behsa qonaxa tedawiya xwe kir.

Doktor Osman Tulan ku li Navenda Tenduristiya Malbatê ya Dabanogluyê ya li navçeya Sûrê peywirê dike, ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku bi qasî 3 hefte berê bi giliya zihabûna dev, serî li nexweşxaneyê da, testa wî ya PCR pêşiyê negatîf û di ya duyemîn da jî pozîtîf derket.

Tulan bal kişand, piştî ku testa wî pozîtîf derket, ew li Yekeya Nexweşiya Giran a Nexweşxaneya Dil ku di bin sîwana Zanîngeha Dîcleyê da veguhestin nexweşxaneya pandemiyê, hat razandin.

Tulan diyar kir ku pêşiyê ew bi xwe bi nexweşiyê ket û dû ra jî jina wî û keça wî pê ketin. Tulan diyar kir ku jin û keça wî bi tedawiya 5 rojan a li malê baş bûn, lêbelê pêvajo ji bo wî ewçend hêsan derbas nebû.

Tulan wiha axivî, "Gava ez sibehê hişyar dibûm, devê min ziha dibû û bi hev va dizeliqî. Digel ku min yek û du qedeh av vedixwar, lê hê jî zihabûn derbas nedibû. Ji xeynî vê, giliyeke min e din tunebû."

Tulan bal kişand ku wî zêdeyî du hefteyan di yekeya nexweşiya giran da tedawî dît û wiha dewam kir, "Ez bi xwe bawer bûm ku ez ê vê nexweşiyê têk bibim, lewma jî tirsa min a ji mirinê çênebû. Lêbelê timî malbata min di bîra min da bû."

Tulanê ku bi zorê xeberda wiha got, "Semptomeke herî piçûk a der heqê nexweşiyê da jî dibe ku nîşaneya vê nexweşiyê be. Înşelah ez ê rehet bibim û vegerim ser karê xwe."

Osman Tulan bangî welatiyan kir ku pabendî tedbîran bin û wiha dewam kir:

"Ez tika dikim ku herkes li hemberî vê nexweşiyê cidî be. Berî ku ji yekeya nexweşiya giran derkevim, ji cem min cinazeyê 3 kesan derket. Feryad û fîxana wan însanan kezeba mirov dişewitîne. Yên ku vê tiştê naxwazin, nexwe bira di mijara maske, jihevdûrî û paqijiyê da baldar bin. Însan bira li ser giliyên xwe bisekinin. Her wiha tedbîr jî faktoreke zehf giring e."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.