Di çarçoveya qeyrana Ukraynayê da têkiliyên Rûsya-Rojavayê

Istanbul
Bekir Îlhan qeyrana Ukraynayê û tesîra wê ya li ser têkiliyên Rojava û Rûsyayê ji bo Maseya Analîzê ya AAyê nirxand.
Qeyrana Ukraynayê di van çend mehên dawîn da dîsa kete rojeva siyaseta navneteweyî. Di çapemeniya Rojavayê da nûçeyên dibêjin Rûsya wê li dijî Ukraynayê harekateke eskerî ya berfîreh bide destpêkirin tên weşandin. Di van nûçeyên ku wek çavkanî îstixbarata Amerîkayê nîşan didin da tê gotin serê salê Rûsya wê operasyoneke eskerî bide destpêkirin. [1] Ji ber ku Rûsya li ser sînorê Ukraynayê eskerên xwe bi cih dike fikarên ji bo mijarê xurttir dibin. Di 2013yan da li Ukraynayê xwepşandan çêbûbûn, di 2014an da jî Rûsyayê Kirim dagir kiribû ku ev geşedanên dawîn dikarin wek şaxeke qeyrana Rûsya-Rojavayê ya ku bi van bûyeran va dest pê kiribû bên nirxandin.
- "Pirsgirêka Ukrynayê ya Rûsyayê"
Der barê qeyrana Rûsya-Rojavayê da du nêrîn derdikevin pêş.
Li gor nêrîna ewil berpirsyarê qeyranê rasterast Rojava bi xwe ye. [2] Li gor vê nêrînê piştî ku Şerê Sar dawî bû NATOya ku serkêşiya wê Amerîka dike welatên bloka rojhilat ya berê xiste nav îtifaqê. Bi vî awayî îtifaq gihîşte ber sînorên Rûsyayê. NATOyê gelek welatên Ewropayê yên Rojava kir nav xwe, lê ji ber ku hewl da Ukrayna û Gurcistana ku wek baxçeyê paş ên Rûsyayê ne jî tevli îtifaqê bike ev ji bo Rûsyayê bû pirsgirêk. Rûsya jî li Ukraynayê dengê xwe zêde dike û bertekê nîşan dide. Yanî Rûsya êrîşkar xuya bike jî wek aktorekî di quncikê da hatiye asêkirin bi tevgerên xweparastinê va tev digere.
Lê heke mijar bi çavê dînamîkên siyaseta navneteweyî va bê nirxandin rewşeke cuda derdikeve holê. Heke ji hêla parastina Ewropayê ya ku armanca ewil a NATOyê ye va mijar bê nirxandin mezinbûna îtifaqê ji bo Rojavayê baş bû. Lewra heke NATOyê îtifaq mezin nekira û di navbera sînorên îtifaqê û Rûsyayê da dewletên bêalî bihîşta dema derfet biketa destê Rûsyayê wê dikaribû hin mudaxaleyan bikira. Ji ber vê, mezinbûna NATOyê li hemberî mudaxaleyên Rûsyayê yên dikarin di dahatûyê da çêbibin bû rêgirtinek. Bi gotineke din bi saya mezinbûna NATOyê Rojavayê lîstika hêzê ya mezin ji navenda Ewropayê hilda bir ber sînorên Rûsyayê. Îro behsa qeyrana Berlînê ya ku demekê behsa wê dihat kirin nayê axaftin, qeyrana Donbasê tê axaftin. Yanê ji "pirsgirêka Ukraynayê ya Rojavayê" zêdetir "pirsgirêka Ukraynayê ya Rûsyayê" heye.
- "Tehdîda Rûsyayê" ya ku li ser Ewropayê zêde dibe û rewşa Ewropayê
- Di siyaseta navneteweyî da aktor carinan ji ber fikarên ewlehiyê bixwazin nexwazin jî helwestên cuda nîşan didin, ev rast e. Lêbelê di siyaseta navneteweyî da bi qasî tirsê kêmfirsendî jî motîvasyoneke xurt e. Li gor şert û mercan ji van her du motîvasyonan yek dibe serdest. Bi taybetî dewletên mîna Rûsyayê ku ji aliyê eskerî va bi îdia ye, heke firsendê bibînin dest davêjin cî û warên din. Ev suprîz nîne. Rûsya belkî di salên 1990î da û di serê salên 2000î da ev qas hêza xwe tunebû. Lê ji 2010an pê va bi modernkirina eskerî va cardin derket qada dinyayê.
Dîsa li herêmên ku Amerîka teahudên xwe yên ewlehiyê kêm dike, Rûsya berê xwe dide wir û wan herêman vala nahêle. Ji bo nimûne Rûsya li herêmên wekî Sûriye û Lîbyayê xurt e, lê sînorê wê bi van welatan ra tuneye. Ji bo ku Rûsya têkeve van herêman wekî krîza Ukraynayê li van herêman behaneyeke wê ya "xweparastinê" jî tuneye. Divê meriv ji vê yekê encameke wiha dernexe ku li vê derê rola welatên Rojava qet di vê krîzê da tuneye. Bi rastî jî dibe ku Rûsya ji Rojavayê tehdîdê hîs dike, loma wiha êrîşkar tevdigere. Li vê derê tişta ku qesda wê tê kirin ev e; Heke NATO ber bi rojhilatê va neçûya, dibe ku dezavantaja Rojava zêdetir bûya.
Di siyaseta navneteweyî da divê dewlet xwe ji bo senaryoya herî xerab amade bikin. Ji bo ku di paşerojê da ewlehiya Ewropayê ji însafa Rûsyayê ra nemîne, li gor senaryoya neyênî ya baştir ew e ku Rojava tevdîra xwe hilde.
- Rewşeke pêşbaz tuneye
Ji bo krîza navbera Rojava û Rûsyayê fikra duyemîn jî ew e ku rewşa Ukraynayê dişibe vê yekê. Wekî ku dewleteke piçûk dibe qurbana reqabeta hêzên mezin. Li gor vê Ukrayna ceremeya qayîşkêşiya navbera Rojava û Rûsyayê dikişîne. Ev fikir jî ji aliyekê va xapîner e.
Ne ku di navbera Rûsyayê û Rojavayê da şerê milan heye Ukrayna di vî halî da ye, ji ber ku şerê milan tune di vî halî da ye. Rûsya li ber berteka kêm a Rojavayê bi maliyeteke piçûk va piştgiriyê dide cihêkarên li Ukraynayê û bê îstiqrariyê li welêt zêde dike. Heke welatên Rojavayê bi rastî derketina qadê û li cem Ukraynayê bisekinîna Rûsyayê nikaribû ewqasî bi rihetî tevbigeriya û li Ukraynayê jî îstiqrarê hebûya. Lêbelê welatên Rojavayî ji bo îlhaqkirina Qirimê ya di sala 2014an da jî bertekeke girîng nîşan nedan. Her tim bi mueyîdeyên aboriyê va Rûsya hat tehdîdkirin. Di vê kirîzê da jî Joe Bîdenê Serokê Amerîkayê ji bo operasyoneke dibe ku were ser Ukraynayê Rûsyayê bi mueyîdeyên aboriyê tehdîd dike.[3] Ya girîng ew e ku li holê şerê milan tune.
- Kirîza li Ukraynayê gelo pevçûnên li Ewropa û Asyayê zêde bike?
Dema Rûsya li dijî Ukraynayê operasyoneke berfireh bide destpêkirin dudu rêyên sereke ew ê derkevin pêşiya Rojavayê: Yan pevçûnê bidin ber çavan yan jî bêdeng bimînin. Lêbelê ji Rojava beriya destpêkirina operasyonê ji bo Rûsyayê bide sekinandin tu tiştek nekiriyê dibê piştî destpêkirina operasyonê jî tiştekî hêvî nekin. Rojava dikare niha Rûsyayê poşman bike ku operasyonê neke lêbelê dema operasyon dest pê bike nikare Rûsyayê ji vê vegerîne. Yanê Rûsya dema têkeve ciyekî ji wê derê derketina wê zor e lêbelê beriya ketinê dikarin Rûsyayê bidin sekinandin. Dema ji vî alî va mêze dikin heke naxwazin Ukraynayê bi destê Rûsyayê berdin dibê Amerîka û dewletên Rojavayî teehudan zêde bikin.
Ev jî ferqa zordayîn û poşmankirinê ya lîteratura ewlekariya navneteweyî nîşan dide.[4] Ji bo poşmankirinê pirî caran tehdîdên bi hêza eskerî têrê dikin. Lêbelê dema aktorek gavekê biavêje ji bo dev jê berde tehdîd têrê nakin dibê derkevin qadê. Çalakî ji gotinê bi maliyettir e. Ji ber vê akrotên di dema poşmankirinê da qasî têrê îrade nîşan nedane di zordayînê da jî bi ser nakevin.
Mijareke din a ku divê meriv li ser bisekine jî ew nêrîn e ku meseleya Ukraynayê dibe ku bibe sedema krîzên din ên ewlekariyê yên navneteweyî. Ji van ya ku herî zêde tê îfadekirin ew e ku heger Rûsya, Ukraynayê daqurtîne, Çîn jî dê Taywanê bi bû çêbû (fait accompli) va ilheq bike. Ev yek her çiqas di çarçoveya ihtimalê da be jî rîsk vêgavê ji bo Çînê bêtir zêde ne. Lewra di rewşeke bi vî rengî da şansê Çînê zêdetir e ku hesabê xelet (strategic miscalculation) bike. Heger mirov wê yekê hêvî bike ku Amerîka heger midaxeleyî Ukraynayê neke, dê midaxeleyî Taywanê jî neke, dibe ku mirov were xapandin. Lewra di navbera girîngiya stratejîk a ku Amerîka dide Ukraynayê û ya ku dide Taywanê da ferq heye. Ji bo Çînê rîska herî mezin jî ev nediyarî ye. Mirov ji vî aliyî va lê binêre, dibe ku ji bo Çînê ew yek bibe zirar ku şerekî dema wê nehatiye, bide destpêkirin. Ev yek jî dibe ku veberhênanên Çînê yê ku demeke dirêj e dike, berhewa bike.
- Di mijara krîzê da helwesta Rojava ya der heqê Tirkiyeyê da
Di çaroveya nêrîna ku krîz li Ukraynayê ye û ev yek jî ji bo Rojava zirareke mezin nîne da mirov dikare bêlebatbûna Rojava fêm bike. Qismê krîzê yê têkildarî Tirkiyeyê jî di vir da xwe dide der. Van dawiyan li dorhêlên siyaset û akademiyê yên Rojava ew nêrîn tê nîqaşkirin ku divê Firokeyên Bêfirokevan (FB) ên Tirk bidin Ukraynayê.[5]
Ew yek rast e ku FByên Tirk li gelek eniyan bibandor in. Dîsa heger Ukrayna bikeve kontrola Rûsyayê ev ji hêla hevsengiyên li Behra Reş va ne di berjewendiya Tirkiyeyê da ye. Lêbelê divê mirov di wê mijarê da baldar be, dibe ku welatên Rojava berpirsiyariya hevsengkirina Rûsyayê li Ukraynayê, bi tenê bixin stûyê (buck-passing) Tirkiyeyê. Tiştekî wiha dibe ku polîtîkaya derva ya Tirkiyeyê rûbirûyî rîska hevsengkirina giran (overbalancing) bike. Ji xwe halêhazir Tirkiye li herêmên krîzê yên wekî Sûriye, Kafkafya û Lîbyayê rûbirûyî Rûsyayê dibe. Divê mirov wan rîskan baş bihesibîne ku Tirkiye li eniyeke ku berjenwendiya dewletên Rojava jî heye, bi serê xwe Rûsyayê hevseng bike. Di çapemeniya Rojava da şîroveyên bêbingeh ên wekî Tirkiyeyê rotaya xwe ya stratejîk ber bi Rûsyayê vegerandiye hene û hem jî nêrîna divê Tirkiye, Rûsyayê li Ukraynayê hevseng bike, tînin ziman. Ev helwesta nakok divê neyê paşguhkirin.
[1] https://www.washingtonpost.com/national-security/russia-ukraine-invasion/2021/12/03/98a3760e-546b-11ec-8769-2f4ecdf7a2ad_story.html
[2] https://www.mearsheimer.com/wp-content/uploads/2019/06/Why-the-Ukraine-Crisis-Is.pdf
[3] https://www.aa.com.tr/tr/dunya/bidendan-putine-ukrayna-konusunda-guclu-ekonomik-yaptirim-sinyali/2441426
[4] https://yalebooks.yale.edu/book/9780300143379/arms-and-influence
[5] https://www.forbes.com/sites/davidhambling/2021/12/02/how-drones-could-tip-balance-in-ukraine-russia-conflict/?sh=6686063b275b
***
[Bekir Îlhan, li University of Cincinnati di Beşa Zanista Siyasetê da namzedê doktorayê ye]
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.