YPG/PKKya rêxistina terorê bi operasyonên payîzê derbeyek mezin xwar
Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê di herekata hevpar da 1000 terorîst berterefkirin û derbeyeke giran li rêxistinê xistin

Erzurum
Di operasyonên ku payîzê da li welêt û dervayî welêt li dijî rêxistina terorê YPG/PKKya ku dixwaze aştî, aramî û ewlehiya Tirkiyeyê ji dest biçe û ji bo vê jî sivîl, zarok û dergûşan dike hedef hatin kirin da 1320 terorîst hatin berterefkirin.
Têkoşîna Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê (TSK), Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê, Fermandariya Giştî ya Cendirmeyê û Teşkîlata Îstixbaratê ya Neteweyî (MÎT) ya dijî rêxistinên terorê ku dixwazin ewlehî û aramiya welêt têk bibin, bi piştevaniya gundparêzan va li welêt û dervayî welêt bênavber dewam dike.
Hêzên ewlekariyê yên ku li gund û bajar û herwiha deşt û çiyayan şev û roj didin pey terorîstan, di mehên îlon, cotmeh û mijdarê da derbeyeke giran li rêxistina terorê YPG/PKKyê dan.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanê AAyê berhev kirin, 1ê îlon-30ê mijdarê di operasyonên li welêt û dervayî welêt da qaşo berpirsên rêxistinê jî di navê da 1320 terorîst hatin berterefkirin.
Di mehên payîzê da di êrîşên rêxistina terorê YPG/PKKyê da jî 28 hêzên ewlekariyê şehîd bûn, jin û zarok jî di nav da bi tevahî 30 sivîl hatin kuştin.
Di operasyonên li ser rêxistinbûna ciwaniyê ya rêxistina YPG/PKK ya rêxistina terorê da ku heman demê li gelek bajaran hat kirin 865 gumanbar hatin binçavkirin û serokên şaredariyan ên ji HDPê jî di nav da 360 kes hatin girtin.
- Qaşo berpirsên ku di heyama payîzê da hatin berterefkirin
Hêzên ewlehiyê di demsala payîzê da jî dev ji terorîstan bernedan û çend qaşo berpirsên rêxistinê berteref kirin.
Di 16ê Îlona sala 2019an da Serokatiya Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) û Hêzên Artêşa Tirkiyeyê li Garaya herêma bakurê Iraqê di operasyona hevpar da 3 terorîst berteref kirin û ji terorîstan yek Mehmet Baydenê bi nasnavê Zinar Şiyar Adiyaman e ku qaşo di NLPya şaxa îstixbaratê ya PKKyê da bû.
Mehmet Baydenê der heqê wî da biryara girtinê hatibû derxistin di salên 1990î da tevlî rêxistina terorê bûbû û demekê li Baregeha Navendî ya PKKyê berpirsyarê maliyeyê kiribû.
Nasir Tur ê endamê PKKê jî bi daxwaza Tirkiyeyê di 9ê Cotmehê da ji hêla Înterpolê va li Spanyayê hatibû qefaltin.
- Terorîstên di kategoriya sor da cih digirtin ji destê MÎT û Artêşa Tirkiyeyê xilas nebûn
Di herekata asîmanî ya ku MÎT û Artêşa Tirkiyeyê bi xebateke bikordîne birin ser herêma Garaya li bakurê Iraqê da ji birêvebirên qaşo yên payebilind ên PKKyê Servet Aydina bi kod nava "Gulçiya" û Soylemez Yaşara bi kod nava "Têkoşîn Batman" hatin berterefkirin.
Li Servet Aydina endama konseya eskerî ya qaşo "YJA-STAR"ê û konseya PKK/PJAKê bû dihat gerîn û wê di lîsteya sor da cih digirt. Aydinê di salên 2000î da li çolwarê Diyarbekirê di asta berpirsyar da fealiyet kiriye û gelek çalakiyên li navenda bajarê Diyarbekirê û qada çolwarê qewimîne, daye kirin.
Soylemez Yaşarê di heman operasyonê da hat berterefkirin di kategoriya sor da bû. Yaşar berê li herêmê qaşo berpirsyarê YJA-STARê bû û hat tespîtkirin ew qaşo endamê konseya rêvebirinê ya rêxistinê ye.
Di operasyona MÎTê ya 19ê Mijdarê da Beraat Afşîna navê wê yê kod "Medya Egît" e hat bereterefkirin. Hat tespîtkirin ew endama jin a herî payebilind a rêxistinê ye û li ser navê PKK/KCKyê li Şingalê xebatan dike.
Afşîna ku di kategoriya sor da bû di sala 1997an da beşdarî rêxistinê bû, di salên 2000î da li Tirkiyeyê beşdarî pevçûnên biçek bû. Afşîn di nav sazûmaniya qaşo jinên biçek a PKK/KCKyê da cih digirt.
- Li dervayî sînor Herekata Kaniya Aştiyê hat kirin
Di 9ê Cotmehê da ji bo korîdora terorê ya li ser sînorê başûr ê Tirkiyeyê tê avakirin ji holê bê rakirin, li herêmê aştî û aramî pêk bê Herekata Kaniya Aştiyê hat destpêkirin.
Artêşa Tirkiyeyê (TSK) û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê di vê herekata hevpar da 1000 terorîst berterefkirin û derbeyeke giran li rêxistinê xistin.
Li herêmê ji bo ewlehî pêk bê xebatên lêgerînê dewam dikin.
Teqemeniyên terorîstan bi cih kirine tên îmhakirin ku herêm ewle bibe.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.