Tûra ber bi welatên Afrîkayê ya Serokomar Erdogan: Gavên tên avêtin û bendewariyên tên payîn

Istanbul
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di çarçoveya tûra Afrîkayê da di navbera 17-20ê cotmehê da Angolaya welatê Afrîkaya Navîn û ji welatên Afrîkaya Rojava Togo û Nîjeryayê ziyaret dike. Erdogan bi van ziyaretên xwe va li Afrîkayê wê ji 54 welatan 30 welatî ziyaret bike. Erdogan par çûbû Cezayîr, Gambiya û Senegalê [1]. Ziyaretên Angola, Togo û Nîjeryayê ji bo xurtkirina têkiliyên welatên Afrîkayê girîng in.
Her çend rabirdûya têkiliyên Tirkiyeyê bi Afrîkayê ra dûr û dirêj be jî bi taybetî ji 1998an pê va "Plana Çalakiyê ya Afrîkayê" ket rewacê, sala 2005ê wekî "Sala Afrîkayê" hat îlankirin, di sala 2008ê da "Lûtkeya Şirîkatiya Tirkiye û Afrîkayê ya Yekemîn" hat çêkirin û di 2014an da "Lûtkeya Şirîkatiya Tirkiye û Afrîkayê ya Duyemîn" hat çêkirin. Ev yek ji bo têkiliyan girîng in. Di têkiliyên ku bi welatên Afrîkayê ra tên danîn da Tirkiye şîara "dostanî" û "biratiyê" dişopîne. Li parzemîna ku nifûsa wê nêzî 1,3 milyarî ye, îro li 43 welatan balyozxaneya Tirkiyeyê heye. Di navbera Tirkiye û Afrîkayê da hecma bazirganiyê ji sala 2020î pê va 25 milyar dolarî derbas kir, veberhênana li Afrîkayê jî derket 7 milyar dolarî.
Tirkiyeyê di 20 salên dawîn da berê xwe da parzemîna Afrîkayê û bi welatên parzemînê ra têkilî danîn. Raya giştî ya navneteweyî ev têkiliyên ku Tirkiyeyê bi welatên Afrîkayê ra danîn, ji nêz va dişopîne. Bêguman li Tirkiyeyê di zêdebûna eleqeya ser Afrîkayê da tesîra ziyaretên ku Erdogan di heyama serokwezîrî û serokomariyê da kirin, çêbû. Lewra Erdogan 28 welatên Afrîkayê ziyaret kirin. Her wiha li tevahiya saziyên wekî Afrîkayê Rêhewaya Tirk (THY), Serokatiya Ajansa Tevkarî û Kordînasyonê ya Tirk (TÎKA) Ajansa Anadoluyê (AA), Enstîtuya Yunus Emre, Weqfa Mearifê ya Tirkiyeyê (TMV) Lijneya Têkiliyên Aborî yên Dereke (DEÎK), Saziyên Civaka Sivîl ên ku navendên wan li Tirkiyeyê ne û şirket li parzemînê alaya Tirk bilind dikin.
- Ziyareta ewil Angola ye
Serokomar Erdoganê di ziyareta Afrîkayê da wê ewil here Angolayê ku ev di asta Serokomariyê da ziyareta ewil a ku Tirkiyeyê ye.
Angolayê serxwebûna xwe di 197an da qezenc kir. Balyozxaneya Tirkiyeyê di 2010î da li wir vebû, Balyozxaneya Enqereyê ya Angolayê jî di 2013yan da hat vekirin.
Erdoganê li vir der barê siyaset, aborî, eskerî û pîşesaziya parastinê ya di navbera herdu welatan da hevdîtinan bike. Hecma bazirganiyê ya di navbera Tirkiye û Angolayê da di 2019an da 211 milyon dolar bu ku niha armanc ew e ku bigihêje 500 milyon dolarî.[2]
Serokê Angolayê Joao Manuel Gonçalves Lourenço di 28ê Tîrmehê da hatibû ziyareta Tirkiyeyê. Ev ziyaret di asta serokomariyê da ziyareta fermî ya ewil bû ku 10 peyman hatin îmzekirin. Bi van peymanan va hewl tê dayîn siyaset û bazirganiya di navbera herdu welatan da zêdetir bibe.
Di 27ê Citmeha 2021ê da THYyê ji bo Luandaya paytextê Angolayê seferên balafiran dan destpêkirin.[3] YEEyê jî li Angolayê ji bo perwerdeya Tirkî dest bi xebatan kir.
- Tevî Togoyê hejmara balyozxaneyên li Afrîkayê derket 43yan
Duyemîn rawestgeha Serokomar Erdogan jî Togo ye û Erdogan li vir dê ligel Serokomar Faure Essozimna Gnassingbe hevdîtinê bike. Gnassingbe di 2014an da bi minasebeta beşdariya merasima destguhertina desthilata Serokomariyê ziyareta xwe ya ewil a fermî bo Tirkiyeyê kiribû. Bi pêşketina peywendiyan va Tirkiyeyê balyozxaneya xwe ya dawîn a li Afrîkayê li Togoyê vekir û bi vê va jî hejmara balyozxaneyên li vê parzemînê derxist 43yan. Piştî vebûna Balyozxaneyê, hevdîtinên fermî yên digel Togoyê jî zêde bûn.
Togoya ku li Rojavayê Afrîkayê welatek e û nifûsê wê bi qasî 8 milyonî ye, hilberînerê fosfatê ye û beşeke zêde jê jî îxracî dervayî welêt dike. Sektora înşaetê di serî da di qadên wekî tekstîl, mobîlya, xida, elektronîk, alavên înşaetê da pêwîstiya wê bi bazirganî û veberhênanê heye. Li gorî daneyên 2020î, hecma bazirganiya Tirkiye-Togoyê derket 150 milyon dolarî. Tê plankirin, digel van qadên navborî, Erdogan dê di warê pîşesaziya parastinê da jî digel hemtayê xwe yê Togoyî hevdîtinê bike.
- Serokomar Erdogan, welatê mezin ê Afrîkayê Nîjeryayê dîsa ziyaret dike
Serokomar Erdogan di rawestgeha dawîn a ziyareta Afrîkayê da dê welatê mezin ê parzemînê Nîjeryayê ziyaret dike. Tirkiyeyê balyozxaneya ewil di sala 1962yan da li vî welatî vekiribû û her wisa ziyareta fermî ya payebilind a ewil a Tirkiyeyê ya ji bo Nîjeryayê jî ji hêla Serowezîrê berê Prof. Dr. Necmettin Erbakan di sala 1996an da hatibû kirin.
Têkiliyên di navbera herdu welatan da tevlî ziyaretkirinên dualiyî di bin saziyên navneteweyî yên wek Teşkîlata Hevkariya Îslamî û welatên D-8ê da dewam dike. THY ber bi bajarên wek Lagos a navenda bazirganiyê, paytext Abuja û Port Harcourtê va seferan dike. Bi saya gavên hatine avêtin bazirganiya di navbera Tirkiye û Nîjeryayê da li gor daneyên sala 2020î gihîşt 750 milyon dolarî. Bi vê reqemê va Nîjerya di nav welatên li Afrîkaya Binsehrayê da yên bi Tirkiyeyê ra têkiliyên wa yên bazirganiyê xurtin da di rêza ewil da ye.
Nîjerya bi nifûsa xwe ya 200 milyonî va ji welatên herî qelebalix ên Afrîkayê yek e û ji hêla siyasî, aborî, eskerî û çandinî va di nav welatên girîng da cî digire. Nîjerya di heman demê da lîderê Civaka Aboriya Welatên Afrîkaya Rojava (ECOWAS) ye û her çiqas di hêla ewlehî û binesaziyê da hin pirsgirikên wê hebin jî ji ber neft û xaza siruştî ya çavkaniyên binerdê va navendeke girîng a bazirganî û veberhênanê ye. Lewra di çarçoveya serdanê da ji madenê bigre heta vejen û hîdrokarbonê da tê payîn ku di gelek qadan da peyman bên îmzekirin.
Ji hêla din va di nav welatên li Afrîkayê da welatê ku rêxistinbûna FETOyê lê herî zêde yek jî Nîjerya ye. Serdana ber bi Nîjeryayê va ji aliyekî va jî ji bo tesîra FETOyê ya li wê derê bê serobinkirin gelek bi tesîr e. Nîjerya li bakurê welêt bi Boko Harama rêxistina terorê û komên çekdar ên din ra têdikoşe û ew di heman demê da talibê wesayîtên hewayî yên bêmirov ên Tirkiyeyê ye. Tirkiye bi saya wesayîtên hewayî yên bêmirov va qada pîşesaziya parastinê jî tev dikare di gelek qadan da gavan biavêje û di têkiliya bi Nîjeryayê ra ew ê gelek muhim bin.
- Ji bo 3 welatên Afrîkayê pêvajoya 3 têkiliyên cuda
Tirkiyeyê di sala 1962yan da li Nîjeryayê, di sala 2010î da li Angolayê û îsal jî li Togoyê balyozxane vekir, ev jî 3 pêvajoyên cuda yên Tirkiyeyê yên li Afrîkayê nîşan dide.
Xêncî xebatên misyonên dîplomatîk ên bi Angola, Nîjerya û Togoyê ra pêşxistina hevkariyên di qadên çandî, civakî û bazirganiyê jî girîng in. Ji ber vê jî ji bo naskirina nêz a van welatên pê ra têkiliyên dîplomatîk û bazirganiyê datînin û pêşxistina têkiliyan bi navbeynkariya saziyên wekî TÎKA û TMVyê va têkilîdanîna akademîk û medyayê jî girîng in.
Bi hewlên Tirkiyeyê va xwendingehên FETOyê di sala 2017an da li Angolayê îsal jî li Togoyê hatin girtin lêbelê xwendingehên li Nîjeryayê xebatên xwe didomînin. Li Afrîkayê welatê ku hêza FETOyê lê herî zêde Nîjerya ye, xêncî xwendingehên rêxistinê li vê derê zanîngehek û nexweşxaneyeke rêxistinê jî dixebitin. Piştî ziyareta 2016an a Serokomar Erdogan di vê çarçoveyê da meqamên Nîjeryayê hê gavek neavêtin. Ji bo vê jî ziyareta Nîjeryayê ya vê carê girîng e.
Herî dawîn dixwazim bêjim ku beriya ziyaretê fermî tê dîtin ku saziyên Tirkiyeyê li welatên eleqedar xebatên xwe zêde dikin. Ev rewşa ji bo domandina planên demnêz û demnavîn, domandina têkiliyên mayînde gelekî girîng e.
[1] https://www.tccb.gov.tr/emineerdogan/yurtdisiziyaretler/?&page=2
[2] https://www.ticaret.gov.tr/yurtdisi-teskilati/afrika/angola/ulke-profili/turkiye-ile-ticaret
[3]https://www.aa.com.tr/tr/gundem/thy-angola-nin-baskenti-luanda-ya-seferlere-basliyor/2345926
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.