Siyaseta Îranê di bin siya sabotajan da ye
Êrîşa dijî tesîsa nukleerê ya Natanzê kêmasiya ewlehî û îstixbaratê ya ku rayedarên Îranî jî mecbûr man ku qebûl bikin derxist holê û ji ber ku demek kurt berî hilbijartina serokomariyê hat kirin bandor li ser siyaseta navxweyî jî kir.

Istanbul
Îrana ku salên dawîn rastî gelek sabotaj û suîqesdên ku bernameya nukleerê hedef digirin hat çend roj berê bi êrîşa dijî torên ceyranê ya li santrala Natanza ku li navenda fealiyetên nukleerê cî digire dîsa ket rojevê. Birêvebiriya Tehranê îdia kir ku li pişt êrîşa dijî tesîsa dewlemendkirina uranyumê ya Natanzê wekî çalakiyên manend ên berê Îsraîl heye. Êrîşa navborî bû sêyemîn êrîşa mezin a tê texmînkirin ku berî ku sala wê temam bibe Îsraîlê biriye ser hedefên Îranê. Kêmasiya ewlehî û îstixbaratê ya ku bi awayekî eşkere derket holê rayedarên payebilind ên Îranî jî mecbûr hişt ku îtiraf bikin û geşedanan bandorî boçûna mizakereyên nukleerê yên ku birêvebiriya Rûhanî dimeşîne kir. Êrîşa demek kurt beriya hilbijartinên serokomariyê bandor li ser siyaseta navxweyî jî kir.
Dosyeya vejena nukleerê ya Îranê ya ku çendî sal e dewam dike û ji bo welêt bûye wek mijara man û nemanê bi hemû hûrgiliyên xwe yên teknîk va di rastiya xwe da gelekî hêsan e. Îran dixwaze ku întibaya dikare bigihêje kapasîteya çêkirina çekên nukleerê bide û çavê Rojava bitirsîne bi vî awayî jî masûniyetê bi dest bixe û xwe hilde bin garantiyê. Rojava jî ji bo ku Îranê bide rawestandin bi du vebijarkan ra rû bi rû ye: Ya ewil ew e ku Îranê bi temamî lı halê xwe bihêlin, ya duyemîn jî her çiqas potansiyela derxistina şerekî berfireh hebe jî bi bikaranîna hêzê pêşîlêgirtina fealiyetên nukleerê yên Îranê. Îranê bi taybetî piştî dagirkirina Iraqê ji bêîstiqrarî û qelsbûna otorîteyên dewletên li herêmê sûd wergirt û nifûza xwe zêde kir û Rojava jî haya vê hêz û derfetên Îranê heye. Lewra mirov dikare pêş bibîne ku Îran dema rehet bimîne dê di nav sînorên xwe da nemîne. Tê zanîn ku Rojava û bi taybetî Amerîka di çarçoveya ewlehiya Îsraîlê da li ser mijara nifûza Îranê ya zêde bûye disekinin.
Dema mirov qada bandorê ya Îranê ya ku ji Yêmenê bigire heta Efxanistanê diçe serlêdana midaxelaya eskerî ya berfireh dê bibe sedema xirabûneke mezin ku wê li erdnîgariyeke mezin bê hîskirin. Digel vê birêvebiriya Tehranê dizane bêmemnûniyeta gel a ku di salên dawîn da li nav welêt zêde bûye Îranê hember derbeyên derva hesastir dike. Ji ber vê jî ji bo ku dijî derva eniyeke hevpar ava bikin û wê xurt bikin hewl dide ku qerta vejena nukleerê biemilîne. Îran bi taybetî ji tecrubeya xwe ya ji heyama Obama derdikeve rê û tempoya xwe ya di fealiyetên nukleerê da zêde dibe û dizane ku bi vî awayî li ba rojava tê asteke biavantaj yan jî qet nebe hêviya vê yekê dike. Wisa dixuyê ku birêvebiriya Îranê di vê çarçoveyê da di serî da pêşîlêgirtina bertekên nav welêt û di serî da Iraq dijî teşebûşên ji bo sînordarkirina nifûza wî mecbûr dimîne ku bêtir li ser dosyeya vejena nukleerê bisekine.
Birvebiriya Bîden wekî heyama Obama di wê meylê da ye ku Îranê bi mizakereyê kontrol bike. Birêvebiriya nû diparêze ku polîtîkaya zexta maksîmum a ku di heyama Trump da hat tetbîqkirin encam nade. Îsraîl jî wisa difikire ku peymaneke muhtemel dê ji Îranê ra qada manewrayê ya nû veke û hewl dide ku Îran şaşiyê bike û pêngavên radîkal biavêje. Armanca Îsraîlê ew e ku bi vî awayî Îranê ji bo mizakereyan wekî welatekî bêewle nîşan bide. Her wiha piştî êrîşa Natanzê Îranê eşkere kir ku dê uranyuma ji sedî 60 saf e dewlemen bike û wisa dixuyê ku bi vê pêngava xwe va jî Îsraîl memnûn kiriye. Îsraîl bi êrîşên ku dike va hem bi awayekî fiîlî derfetên Îranê yên ku ji bo wî xetere ye hedef digire ji aliyê din va jî Îranê mecbûr dike ku biryarên radîkal bide û hewl dide ku pozîsyona wê ya di mizakereyan da qels bike.
- Qelsiya di pergala ewlehiyê da
Êrîşên dijî tesîsa nukleerê ya Natanzê di siyaseta navxweyî ya Îranê da jî gelekî deng da û bû mijara nîqaşên burokrasiya ewlehiyê ya li welêt. Di vê çarçoveyê da Muhsîn Rizaiyê fermandarê berê yê Artêşa Mihafizên Şoreşê ya Îranê (AMŞ) diyar kir ku berî sal temam bibe rastî sê îxlalên ewlehiyê yên girîng hatin û destnîşan kir ku pirsgirka ewlehî û îstixbaratê ya welêt heye û ev pirsgirêk mezin e. Dema mirov bûyerên ku di sala dawîn da qewimîn û êrîşên ku Îsraîl gelek caran dibe ser hedefên Îranê yên li Sûriyeyê dide pêş çav mirov dikare bibêje ku îtibara birêvebiriya Tehranê gelekî zirar dît. Ji hêla din va jî Îran her carê tehdîda bersivdayînê dide lê digel vê rastî êrîşan tê û ev yek jî di nav raya giştî ya hundir û derva da dibe sedem ku ji hêla ewlehî û îstixbaratê va bêtir bê nîqaşkirin.
Ji bo ronîkirina êrîşên ku sazî û kesên ji hêla bernameya nukleerê va heyatî ne hedef digirin da kêmasî heye û daxuyaniyên ji hev nagirin tên dayîn. Ev jî aliyekî din ê bertekên ji bo burokrasiya ewlehiyê ye. Îstixbarata Îranê çend roj piştî êrîşa Natanzê eşkere kir ku kesê bi navê Riza Kerimî di operasyonê da roleke kilîd lîstiye û bi rêyên dereqanûnî ji welêt derketiye. Lê ya rastî roja ewil hatibû eşkerekirin ku êrîş êrîşeke sîber e, mirovan tê da cî negirtiye. Berê jî der barê suîqesda Muhsîn Fexrîzade da gelek daxuyaniyên ji hevdu nagirin hatibûn dayîn. Heta paşnavê kesê ku wekî kiryarê êrîşa Natanzê ya par hat îlankirin û yê kesê hat gotin ku berpirsê êrîşa dawîn e dişibe hev û ev yek jî di raya giştî ya Îranê da bû sedem ku mijara pêbaweriya daxuyaniyên fermî bê nîqaşkirin.
Bernameya nukleerê ya Îranê û mizakereyên ku dê di vî warî da bên kirin ji vîna Serokomar wêdetir di bin kontrola Elî Xameneyê Rêberê Şoreşê da ye. Di vê çarçoveyê da di pratîkê da kesê ku dê hilbijartina serokomariyê ya ku dê piştî du mehên din bê kirin qezenc bike zehf tiştan neguherîne jî dê girîng be ku mirov fehm bike da dê geşedanên der barê vejena nukleerê da çawa bin. Muhtemel e ku birêvebiriya Bîden jî wekî ya Obama bi Îranê ra di mijara fealiyetên nukleerê da peymanekê çêbike lêbelê divê neyê jibîrkirin ku Îsraîl dê car caran van pêvajoyan sabote bike. Ji hêla din va divê bê hesabkirin ku li Îranê nerazîbûna civakî jî her ku diçe zêde dibe. Digel pirsgirêkên siyasî û xirabûna aboriyê, di têkoşîna dijî vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da biserneketin, kêmasiya aşîkirinê û waqieyên mirinê yên zêde dibin jî vê aciziyê zêde dike. Ji van hemûyan wêdetir piraniya civaka Îranê di mijara guherînê da ne ji mihazakaran ne jî ji reformparêzan tu tiştê hêvî dike. Di merheleya gihiştinê da îhtimala destpêkirina protestoyên wekî protestoyên ku di 2016 û 2018an da ji ber sedemên aborî dest pê kirin û aliyekî wan ê siyasî çêbû jî neyê paşguhkirin.
[Taha Kermanî li Îranê dest bi perwerdeya ragihandinê kir û perwerdeya xwe li Tirkiyeyê di beşa rojnamevaniyê da temam kir û li Tirkiyeyê fealiyetên rojnameyvaniya serbest a der barê Îranê da didomîne]
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.