Nûçeyên analîzê

Qeyrana xidayê ya kurewî mezin dibe

Îro her çiqas du sedemên sereke yên pirsgirêka qeyrana xurek wek şewba koronayê û şerê Ukrayna-Rûsyayê bên nîşandan jî demeke dirêj e talûke hebû

Mustafa Berk Erdal   | 25.05.2022
Qeyrana xidayê ya kurewî mezin dibe

Istanbul

Mustafa Berk Erdal qeyrana xwarin û xurekê ya di asta kurewî da xwe nîşan da ji AA Analîzê ra nirxand.

***

Şewba vîrusa koronayê xelas bû, lê ji ber şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê da li piyasayên fînansê û şaxa bazirganiyê da guherîn çêbûn û bûn sedema pirsgirêkên nû.

Ji ber ku Rûsya di hîlberîna vejen û hesinê endustriyê da xwedî hêzeke girîng e mueyîdeyên dijî wê tesîreke neyînî li ser piyasayê kir, zexteke enflasyonîst derxist holê û bû rojev. Ji aliyê din, di destpêka şer da pirsgirêka den û dexl çêbûbû û zêde derneketibû pêş, lê şer her ku çû zêde bû pirsgirêkeke zêde çêbû û di asta kurewî da îhtimala qeyrana xurek derxist holê.

- Sedema qeyrana xurek

Li gor îstatîstîkên Wezareta Çandiniyê ya Amerîkayê di heyama 2021/22yan daji sedî 33yê îxracata genim a dinyayê ji Ukrayna û Rûsyayê çêdibe. Her du welêt di îxracata ceh, lazût û gulebaxanê da jî di navbera ji sedî 12 û 25an da xwedê parekê ne. Ji bilî vê di îxracata gubreyên cuda da jî (yên biazot, bipotasyum û bifosfor) Rûsya di nav sê welatên ewil da cih digire.

Di îtxalkirina van xurekên eslî yên di vê qadê da Tirkiye herî zêde mişteriyê Rûsyayê û paşê jî mişteriyê Ukraynayê ye. Xaleke erênî ya vê ew e ku ji ber şer tesîreke mezin li ser îxracata Rûsyayê ya ji bo van xurekan çênebû. Lê aliyê din ji ber ku Ukraynayê têkiliya xwe ya bi Behra Reş va qût kir ji sedî 90ê îxracata genim nikare bike. Bi taybetî welatên Afrîkayê ji Ukraynayê genim îtxal dikin, ev jî nîşan dide ku pirsgirêkeke mezin heye. Ji ber van pirsgirêkan ji heyama ku şewba koronayê dest pê kir û vir va, qismekî mezin a bihayên genim yên bi dolarê tên firotin di nav sê mehan da du qat û nîv zêde bû.

Îro li rûyê dinyê her çiqas pirsgirêka xurekê ya gerdûnî bi şewba Kovîd-19ê û şer va bê girêdan jî ev demeke dirêj e ku di mijara temînkirina xurekê da talûke hebû. Li gor rapora xurekê ya ku di demeke nêz da ji alî NYê hat weşandin da hejmara kesên pêwîstiya wan bi xwarin û xurekê heye hatibû eşkerekirin û 193 milyon kes di vê mijarê da mexdûr in. Ji ber germbûna gerdûnî bi taybetî hişkayî zêde bû û ji ber vê jî li Afrîkayê di qada xurekê da talûke zêdetir dibe û divê ev jî neyê jibîrkirin.

- Di qeyrana xurekê da nêrîna Çîn û Hindistanê

Ji ber sedemên cihê di temînkirina xureka sereke ya gerdûnî da zehmetî çêdibin û bi taybetî jî reaksiyona parastina hin welatên mezin nîşan didin her diçe mijarê tevlihev dike. Berî şerê Ukrayna û Rûsyayê dest pê bike derket holê ku Çînê di sala 2021ê da nîvê zadên li rûyê dinyê stok kiriye. Ev yek di sala 2022an da jî dewam dike û wisa tê texmînkirin ku wê Çîn ji nîvî zêdetirê gilgil, birinc û genim li welatê xwe bihêle.

Wek vê di demeke nêz da Hindistanê jî ji ber zêdebûna bihayan û şert û mercên xerab ên hewayê zehmetiyên temînkirinê hincet nîşan da û ji bilî hin awarteyan îxrackirina genim qedexe kir. Ji destpêka şerê Rûsya û Ukraynayê vir va 23 welatan qedexeya îxrackirina xurekê kirin rewacê û ji pênc paran pareke gubreyê ya tê îxrackirin jî di vê heyamê da hat qedexekirin.

Bertekên herdu welatên ku li rûyê dinyayê xwedî nifûsa herî zêde ne dema bê mêzekirin tê dîtin ev ji ber şewb û şer nîne. Lewra Çîna ku li rûyê dinyê welatê nifûs herî zêde ye ev demeke dirêj e vê yekê wek polîtîkeyeke fermî disepîne. Serokê Dewleta Çînê Şî Cînpîng di her fersendê da vê yekê bilêv dike û dibêje "Gelê Çînê divê kasika birincê xwe di destê xwe da bigire û zextê bike." Dîsa Çîn ji bo di qada xurekê da pirsgirêk çênebe li welatên Afrîkayê zeviyan dikire û kirê dike û di vê mijarê da jî ji welatên sereke ye.

Ji sedemên girîng ên vê polîtîkaya makro yek jî ew e ku daxwaz û xerckirina zêde dibe. Berê Çîn wekî navenda hilberînê ya teqlîdê dihat naskirin, lê şoreşa teknolijiyê ya ku Çînê kir va di demên dawîn da li Çînê dahata neteweyî ya serê merivê gelekî zêde bû. Bi taybetî ji nîvê salên 2000î pê va li Çînê pêvajoyekê dest pê kir û Çînê dahata neteweyî ya serê merivê ji 2 hezar dolarî derxist 10 hezar dolarî. Leza pêşketina welêt û zêdebûna refaha wê jî li welêt bû sedema guhertina xerckirinê û hecma xerckirinê jî. Ji pênc parên nifûsa dinyayê parek nifûsa Çînê ye. Ji ber vê qerebalixiya vî welatî daxwaz û xerckirin jî pir zêde ye û encamên wê yên kurewî jî rû didin.

Dema ku dinya xweş dibe, tê gotin ku êdî qîmeta sînorên navbera dewleta nemaye, lê dema ku krîz dertê jî ew sînor di navbera dewletan da dibin wekî dîwaran. Ev yek hatiye tecrûbekirin. Pêvajo bi şerê bazirganiyê dest pê kir, bi şewba vîrusa koronayê dewam kir. Paşê zincîra tedarîkê ya kurewî xerab bû. Ev yek jî bi bîr dixe ku welat ji bo xwarin û vexwarina sereke divê têra xwe bikin. Mixabin divê dewrê da bihayê xidayê zêde bû û di bidestxistina xidayê da tengasî derketin. Tesîra vê yekê herî zêde li ser welatên Afrîka û welatên ku dahata wan kêm e, kir. Dema ku meriv li ser paşerojê difikire jî ev pirsgirêk wê zêdetir bibe.

Wekî encam; di salên borî da ji bo vejenê rageşiyên jeopolîtîk derdiketin, qasî ku dixuyê xida û av jî wê van rageşiyan zêde bike.

[Mustafa Berk Erdal, Ekonomîst, Midûriya Plankirina Stratejîk û Lêkolînên Aboriyê, Şirketa Anonîm a Bankeya Beşdariyê ya Albaraka Turkê]

* Fikr û ramanên di gotarê da yê nivîskar in û dibe ku li gorî polîtîkaya edîtoryal a Ajansa Anadoluyê nebin.​​​​​​​

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın