Nûçeyên analîzê

Qeyda dengê Cewad Zerîf û rageşiya li Îranê zêde dibe

Li Îranê şûna ku der barê mijarên ku di qeyda dengê Rûhanî yan jî Zerîf da hatin behskirin helwesteke polîtîk nîşan bidin bûyer wekî qeyraneke îstixbaratê nîşan dan û dê berdêla siyasî ya vê yekê çêbe.

Dr. Serhan Afacan  | 06.05.2021 - Rojanekırın : 07.05.2021
Qeyda dengê Cewad Zerîf û rageşiya li Îranê zêde dibe

Istanbul

Qeyrana ewlehiya agahiyê ya ku di 25ê nîsanê da li Îranê derket gelekî bal kişand û hem li nav welêt hem jî li dervayî welêt nişka ve bû rojev. Navenda Lêkolînên Stratejîk a Serokomariyê ya ku Husamedîn Aşînayê ji şêwirmendên Hesen Rûhaniyê Serokomar serokatiya wê dike ji bo ku tecrubeyên hikûmetên 11emîn û 12emîn ên Rûhanî hilde bin qeydê projeyeke bi navê "dîroka Devkî ya Hikûmeta Tevdîr û Hêviyê" bi rê va dibir. Bi vê armancê Wezîrê Karên Derva Cewad Zerîf jî di nav da bi 28 kesên ku ji wezîr û alîkarên serokomar pêk tên ra hevpeyvîn hatin kirin. Qisma sê saetî ya hevpeyvîna dirêj a heft saetî ya ku Dr. Saîd Leylazê mamosteyê Zanîngeha Şehîd Behiştî û aborînasê reformîst di meha adarê da bi Zerîf ra kir di qenala Iran Internatîonal da ku ji Londonê weşanê dike hat weşandin û li Îranê rageşî çêbû. Ji axaftinê tê fehmkirin ku dê pêşî çav li hevpeyvînê bigerînin û paşê biweşînin û dê hevpeyvîn bê deşîfrekirin û bikin pirtûk. Her wiha Zerîf li hin cihan dibêje ku "Ez naxwazim ev gotina min bê weşandin".

Iran Internatîonal halê neredektekirî ya qisma hevpeyvîna gihaşt destê wê demildest wek xebera taybet weşand û vê jî bi şaxên çapemeniyê yên cîhanê yên sereke yên wekî BBC û New York Tîmesê ra parve kir û mijarê di qada navneteweyî da deng da. Heta hin şaxên weşanê yên biyanî mijar mezin kirin û bûyer şibandin skandala Watergate ya ku di serê salên 70yê da li Amerîkaya di bin birêvebiriya Rîchard Nîxon da derket û peyva "Zerîfgate" emiland. Aşîna ji ber tiştên qewimîn îstifa kir, der barê bûyerê da lêpirsîn dan destpêkirin û ji bo bîst kesî qedexeya derketina dervayî welêt hat derxistin. Hikûmeta Rûhanî ya ku berê jî çend caran di mijara birêvebiriya qeyranê da bi ser neket vê carê jî zeafiyeteke manend nîşan da. Aliyê Rûhanî ji vê skandala ku demek kurt berî hilbijartinên di 18ê hezîranê da qewimî bi awayekî veşartî be jî mixalifên xwe yên siyasî berpirsyar girt. Seîd Xatibzadeyê Berdevkê Wezareta Karên Derva got ku "Kî bi kîjan niyetê qismeke vê qeydê hilbijart û weşand diyar nîne" û behs kir ku heke yekîneya eleqedar guncav bibîne dê temamiya hevpeyvînê bê weşandin. Lêbelê wekî ku tê texmînkirin pêngaveke wiha nehat avêtin.

Berteka Rûhanî ya ji bo bûyerê jî tundtir bû. Rûhanî got ku tiştê qewimî "dizî" ye û bal kişand ku bûyer di heyameke ku Îran li Viyanayê ji bo rakirina veberhênanan di mizakereyên xwe yên bi Amerîkayê ra dike da "di zîrweya serkeftinê da bû" qewimî. Parast ji bo ku li nav welêt îxtilaf bê derxistin ev hatin kirin û wiha axivî: "Em ê çawa bi ser bikevin? Mueyîdeyan çawa rakin? Em bi yekbûn û bihevrabûnê va dikarin vê bikin. Em nikarin bi cudabûn û nakokiyê pirsgirêkan çareser bikin."

Demildest piştî ku bûyer qewimî aliyê mihafazakar rexneyên giran li Zerîf kirin. Elî Xameneyê Rêberê Şoreşê jî di axaftina xwe ya di 2yê gulanê da berteka xwe nîşan da. Xameney diyar kir ku li tu derê dinyayê têkiliyên derva tenê di bin berpirsyariya Wezareta Karên Derva da nînin û peyama wî ya ji bo Zerîf nerm lê diyar bû: "Ji hin rayedaran tiştên xemnak diqewimin. Amerîka çendî sal e ji nifûza Îranê ya li herêmê aciz e û ji ber vê yekê Qasim Silêmanî şehîd kir. Rayedar divê şaşiyên wiha mezin nekin û em divê gotinên ku gotinên dijmin ên der barê Hêza Qudsê û Şehîd Silêmanî da tînin bîra mirov nekin." Piştî van daxuyaniyan Zerîf ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî nivîsand ku "daxuyaniyên muşfîq" ên Xameney ji bo wî û hevalên wî yên xebatê gotina dawî ye û diyar kir ku gotinên wî "hatin dizîn" û hatin texrîfkirin û lêborîn xwest. Baş e lê Zerîf di hevpeyvînê da çi gotibû ku evqas tê nîqaşkirin?

- "Raz"ên ku herkes dizane

Ji xeynî ku ji hêla rayedarekî Îranî yê evqas payebilind va hat bilêvkirin tu wesfê nûçeya taybet ên mijarên ku Zerîf di hevpeyvînê da anîn ziman tune. Lewra ji ber ku yên hatin gotin çendî sal in her çiqas bên nîqaşkirin jî Zerîf jî di nav da ji hêla tu rayedarê Îranî va evqas eşkere nehatibû piştrastkirin. Zerîf di axaftina xwe da ji bo mizakereyên nukleerê yên Îranê cihekî taybet vediqetîne û dibêje ku Rûsya ji bo ku pêşî li peymana nukleerê bigire hewl dide ku û îdia dike ku John Keryê Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê yê heyamê der barê êrîşên ku dê Îsraîl li Sûriyeyê bibe dijî hêzên Îranê çendî caran agahî da wan. Hem Rûsya hem jî Amerîkayê qismên di axaftinê da yên wan eleqedar dikin derewand. Heta Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Antony Blînken îdiaya navborî wekî "eletewşî"yekê bi nav kir. Ya rast îdiayên Zerîf ji derva bêtir hundir elqedar dikir û di hedefa wî da Silêmanî hebû. Zerîf di hevpeyvîna xwe ya dirêj da dibêje ku wî tu carî meydana şer ji bo dîplomasiyê feda nekiriye lêbelê bereksê wê qewimiye û gazincan dike ku çiqas ji bo mizakereyan diçû Silêmanî her carî daxwazên lêferzker dikir. Zerîf her wiha diyar dike ku ziyareta Moskovayê ya Silêmanî ya di tîrmeha 2015an da di înîsiyatîfa Karên Derva da nebû û ji bo pêşîlêgirtina peymana nukleerê bû.

Îdiayeke din jî ya Zerîfê Wezîrê Karên Derva gelekî balkêş e. Zerîf radigihîne piştî ku mueyîde rabûn ji bo ku Îran balafirên Boeîng û Aîrbusê bikire Amerîkayê Rêhewayên Îranê ji lîsteya terorê derxist û demildest piştî vê yekê bi temamî bêyî înîsiyatîfa wî û rayedarên din bi "zexta" Silêmanî jimara balafirên rêhewayên Îranê yên ku ji Îranê diçin Sûriyeyê derxistin şeş qatî. Ango li gor Zerîf li holê tehrîkkirin hebû. Dê bi kêr bê ku mirov bi bîr bixe ku wê heyamê gelek nûçeyên dibêjin ku balafirên Îranê çek û cebilxaneyê dibin Sûriyeyê derketin.

Zerîf her çiqas di axaftina xwe da bibêje ku gelek siyanetê nîşanê Silêmanî dide û normal e ku fikrên wan ji hevdu negirin jî rageşiya di navbera herduyan da raz nîne. Her wiha dema ku di sibata 2019an da Silêmanî ji bo ku bi Elî Xameneyê Rêberê Şoreşê ra hevdîtinê bike Beşar Esed anî Tehranê, vê yekê sebr di Zerîf da nehişt û Zerîf ji ber ku ji pêvajoyê nehatibû haydarkirin berteka xwe bi îstifakirinê nîşan dabû. Her çiqas Serokomarê Rûhanî îstifayê qebûl neke û Zerîf peywira xwe bidomîne jî tê zanîn ku Rûhanî bi xwe jî ji bandora Mihafizên Şoreşê yên ji aboriyê bigir heta polîtîkaya derva ya di gelek qadan da aciz e. Ji ber vê yekê pêkan e bê fehmkirin ku şaxên weşanê yên nêzî mihafazakaran berteka tund nîşanî daxuyaniyên zerîf bidin. Ya zehf nayê fehmkirin tevliheviya hişê Zerîf e.

Zerîf dîplomatekî xwedan gelek tecrube ye û hema bêje kariyera wî ya dîplomatîk çil û du salên Komara Îslamê ya Îranê vegirtiye. Lêbelê ji ber ku demeke dirêj ji ber peywirên xwe yên cuda yên li Neteweyên Yekbûyî (NY) ji derva li welatê xwe nihêrî ji hêla nêrîna wî ya polîtîkaya navxweyî va handîkapek derdikeve holê. Wezîrê Îranî helbet dizane ku rayeya diyarkirina têkiliyên derva yên welatê wî di bin berpirsyariya Xameney û saziyên wekî Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyş da ye û Mihafizên Şoreşê jî rasterast girêdayî Xameney e. Wisa ku Zerîf di rûniştina vekirî ya ku di tîrmeha 2020î da li Parlementoya Îranê hat kirin da axivîbû û li ser vê mijarê sekinîbû û gotibû ku "Polîtîkaya derva qada berberiya koman nîne. Ji ber vê di Destûra Bingehîn da polîtîkaya derva ji îradeya meqama rêberiya Şoreşê ra hatiye hiştin." Zerîf destkeftiyên heyama wezîrtiya xwe ya bi qasî 8 salî qebûl dike lê hewl dide ku kêmasiyên xwe bixe sitûyê kesên din lêbelê berdêla vê yekê tune. Jixwe her çiqas di qismekî giliyên wî mafdar bin jî êdî li Îranê performansên hikûmetên reformîst gelekî li paş weadên wan mane û ev yek jî tena serê xwe pirsgirêkek e. Îhtimaleke mezin tam jî ji ber vê yekê Rûhaniyê ku maweya peywira wî ya 8 salî xilas dibe dê di hilbijartinên serokomariyê yên di hezîranê da cihê xwe ji mihafazakarekî ra bihêle. Zerîf di kanûna pêşîn a 2020î da di hevpeyvîna ku da TOLOya qenala Efxanistanê da li ser pirsa gelo dê beşdarî hilbijartinên serokomariyê bibe yan na da gotibû ku "Nexêr ez haj bi qabîliyetên xwe heme û ehlê vî karî nînim." Ya rast Zerîf tearufeke eşkere yan jî tewazu dikir. Lêbelê performansa ku Zerfê dîplomatekî serkeftî bû di maweya wezîrtiya xwe da nîşan da sînorên kafiyeta di polîtîkaya navxweyî da nîşan dide. Lêbelê tiştên ku ev çend roj in diqewimîn ji hin aliyan va ji kariyera Zerîf û hilbijartinên hezîranê wêdetir in.

- Eslê mijarê çi ye?

Bûyera qeyda dengê qeyraneke wisa ye ku car carna li welatên dinyayê qeyranên wekî wê diqewimin. Qeyana mezintir ew e ku li Îranê pergala heyî hema di her bûyerê girîng da helwesta "em ê pirsgirêkê xwe di nav xwe da çareser bikin" nîşan dide. Tê dîtin ku li Îranê di her pêvajoya krîtîk da alî car carna hevdu giran îtham dikin lêbelê eslê mijarê bi zelalî nayê nîqaşkirin. Leylaz bi qasî salek berê ku di sala 2009an da ji ber helwesta wî ya alîgirê Tevgera Kesk der barê wî da biryara hepsê bê dayîn di piştgiriya ku da nivîsa kovara Şehrwendî Îmruz a bi serenavê "Diyalog çima feraseta dualî nayne?" da gazinc kiribû ku di navbera komên siyasî yên li Îranê da diyalogeke baş tune û ev gotibûn: "Gotinên wekî misilman nîne, girêdayî derva, sempatîzanê biyaniyan, paşverû, xaîn û yên wekî wê ji bo ku xwe xweş û baş nîşan bidin tên emilandin."

Eslê meseleyê tam jî ev e. Pirsgirêkên Îranê yên girîng hene û ji bin va jî atmosfera nîqaşê ya baş hewce dike. Bi taybetî Mihafizên Şoreşê her ku diçe siyaseta welêt dike mijara ewlehiyê. Lêbelê ji xeynî nûçeyên ku wiha belav dibin piraniya raya giştî ji van nîşqaşan xeberdar nabe û wisa difikirin ku têra xwe li ser pirsgirêkê nasekinin. Carl Bernsteîn û Bob Woodwardê ki skandala Watergateyê derxstin holê di pirtûka xwe ya bi navê Hemû Mirovên Serok (All the President’s Men) a ku di sala 1974an da nivîsandin der barê birêvebirina pêvajoyê ya Qesra Spî da tesbîteke balkêş dikin: "Qesra Spî biryar dabû ku mijar mirovên Serok nînin lê mijar awayê şixûlkirina çapemeniyê ye."

Her çiqas bûyer ji hevdu gelekî cuda bin jî Îran jî di bûyerên bi vî awayî da li Îranê bi awayekî bêîstisna mijara eslî nayê rojevê. Şûna ku der barê mijarên ku di qeyda dengê Rûhanî yan jî Zerîf da hatin behskirin helwesteke polîtîk nîşan bidin bûyer wekî qeyraneke îstixbaratê nîşan dan û dê berdêla siyasî ya vê yekê çêbe. Ji aliyekî va rast e ku ev bûyera qewimî wekî dizî bê binavkirin lêbelê ya hatiye dizîn ji qeyda dengê zêdetir li Îranê dahatûya siyasetê ye. Li Îranê qada siyasetê teng dibe û li vir heke hewce bike ku ez tesbîta xwe ya min du sal berê kiribû dubare bikim belkê jî zirara ku "dijmin" dixwaze bide Îranê jî ev bi xwe ye.

[Dr. Serhan Afacan xebatên lîsansa bilind û doktorayê li Zanîngeha Leîdenê di beşa Xebatên Îranê da temam kir û niha li Zanîngeha Marmarayê li Enstîtuya Lêkolînên Rojhilata Navîn û Welatên Îslamê hîndekar e]

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.