Pêkutiya di polîtîkayên Obama da li Sûriyeyê aloziyê kûrtir dike
Serokê Amerîkayê yê nû Joe Bîden wê li Sûriyeyê polîtîkayeke çawa bimeşîne ev nayê zanîn, lê ev yek wê tesîrê li ser rewşê bike ku sala 2021 wê çawa derbas bibe

Istanbul
Ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) li Sûriyeyê di sala 2020î da pevçûn kêmtir çêbûn û sala 2021ê jî rewş hê ne diyar e. Tesîra şewbê li welêt rasterast ne pêkan e bê pîvan, hewcedariyên tenduristiyê yên bingehîn nayên peydakirin.
Ji hêla din va ji ber şewbê welatên mudaxilê şerê navxweyî bûne jî li Sûriyeyê gavên eskerî yên mezin neavêtin. Ji ber ku Tirkiye, Îran û Rûsyayê hewl dan bi diyalogê û rêyên dîplomatîk va pirsgirêk bê çareserkirin li Sûriyeyê saleke sakin derbas bû.
Serokê Amerîkayê yê nû Joe Bîden wê li Sûriyeyê polîtîkayeke çawa bimeşîne ev nayê zanîn, lê ev yek wê tesîrê li ser rewşê bike ku sala 2021ê wê çawa derbas bibe. Ji rêvebiriya Bîden tê xwestin ku li Rojhilata Navîn û bi taybetî jî li Sûriyeyê polîtîkayeke wek heyama Obama bê meşandin, li Sûriyeyê ji heyama Donald Trump cudatir hevkêşeyek bê avakirin. Rêvebiriya Bîden di bin navê têkoşîna dijî DEAŞê li Sûriyeyê her çiqas hevkariya xwe ya PYDya şaxa PKKya rêxistina terorê bimeşîne jî, ne mumkin e ku Amerîka li Sûriyeyê bigihêje encamên ku çar sal in dixwaze pêk bên.
- Li Sûriyeyê rewşa ku diguhere
Li Sûriyeyê hevkêşa hêzan û rewşa li qadê li gor heyama Obama gelekî guheriye, cudahiyên mezin çêbûne. Rûsyayê pişgirî da rejima Esed û rejimê hêza xwe parast. Tirkiyeyê li bakurê Sûriyeyê operasyonan kir û bi taybetî li Îdlibê hebûna xwe ya eskerî zêde kir. Li Sûriyeyê ji ber ku gefxwarina DEAŞê vê carê pir ne cidî ye wisa xuya dike ku polîtîkaya Amerîkayê ya PYDyê wê zehmet bibe.
DEAŞa ku ji bo piştgiriya Amerîka dide YPGyê dibû bingeha meşrûiyetê êdî li Sûriyeyê tune. Ji ber vê, xêncî ji bo krîza meşrûiyetê ya polîtîkayên li ser Sûriyeyê yên rêveberiya Bîden bibe pirsgirêk dibe ku piştgiriya Amerîka dide YPGyê wekî qezenc lê venegere.
Amerîka li herêmê xwedî meşrûiyetê nebe jî dikare bêje ku ew ê hevkariya bi PYDyê ra bidomîne, kesên wekî Brett McGurkên di heyama Obama da zirar dan têkiliyên Tirkiye-Amerîkayê ji nû va tînin ser wezîfeyê ev ê têkiliya Amerîka-YPGyê zêde bike. Di heyama Obama da rola polîtîkayên Sûriyeyê yên Pentagonê û burokratên li qadê YPG wekî aktoreka maqûl didan nasîn piştî 4 salan a heyama Trump dibe ku ev dîsa were rojevê. Ev jî bibe sedema zêdebûna rageşiya têkiliyên Tirkiye-Amerîkayê û mijarên wekî kontrola çavkaniyên tebiî û yekîtiya erdên Sûriyeyê ber bi aloziyê bibe.
DEAŞa li herêmên çolê dîsa hewl dide, êrîşên dijî rejimê û PYDyê zêde dike jî dikeve hevkêşeya nû û ji xwe ra li cî digere. Her çiqasî DEAŞ bi tenê li çolê mabe û li herêmên din bi tevahî xilas bûbe jî bi saya endamên ku xwe vedişêrin û li gor herêmên lê ne tev digerin êdî bûye hedefeke bi tevahî nayê xilaskirin. Di çapemeniya rojavayê da dibêjin ku DEAŞ dîsa çalakiyên terorê zêde dike, qasî berê xeternak e. Gelek caran xeberên wisa tên weşandin. Ev jî ji bo Amerîkayê dibe hincet ku piştgiriya dide PYDyê meşrû nîşan bide. Rastî ew e ku ji bo Amerîka piştgiriya dide PYDyê meşrû nîşan bide hewcedarê hebûna DEAŞê ye.
Jixwe herkes bi wê yekê beled e ku alîkariya Amerîkayê ya ji bo YPGyê, ji sûdên pratîk ên şerê dijî DEAŞê wêdatir, wateyên wê hene. Daxuyaniya Amerîkayê ya bi şerha ji bo welatiyên Tirkiyeyê yên di operasyona Gareya li bakurê Iraqê da jî wê yekê li ber çavan radixe ku li hemberî PKKya ku wekî rêxistineke terorê bi nav dike, helwesteke tund û zelal nîşan nade. Ev yek jî wan texmînan hema bêje piştrast dike ku rêveberiya Biden dê mîna serdema Obama bi helwesteke îdeolojîk û kortiyeke stratejîk va Tirkiyeyê dûr bixe û piştgiriyê bide rêxistineke terorê.
Lêbelê demeke ku li welêt hema hema her hefte bombe diteqin, DEAŞ li Sûriyeyê bihêz dibe û li hundir jî têkoşîna dijî FETOyê didome Tirkiye bi biryar li dijî piştevaniya Amerîkayê ya bo PYDyê derdikeve û lewma jî ew yek xwexapandin e ku mirov li hêviyê be ku Tirkiye di serdema nû da di vê mijara ku meseleyeke ewlekariya neteweyî da paş da gav biavêje.
Ev ferzkirina Amerîkayê ya li ser Tirkiyeyê ji aliyekî din va jî kortiya stratejîk a Amerîkayê dide nîşan. Peywendiyên Amerîka-PYDyê ku bi nêrîna pragmatîk a rêveberiya Trump va sist bûn, ji ber nêrînên îdeolojîk ên rêveberiya Bîden û ekîba Pentagonê dibe ku li Sûriyeyê dîsa bibe sedema krîza sereke ya di navbera Amerîka û Tirkiyeyê da. Bîden jî mîna serdema Obama peywendiya xwe ya bi PYDyê ra didomîne û her wiha muhtemel e ku di mijarên wekî bazirganiya petrolê ya rêxistina terorê ya bi rejima Esed ra, hebûna milîsên Şîe li rojhilatê Feratê da tu gaveke berbiçav nevêje.
- Bêçalakbûna Amerîkayê curetê dide Rûsya û Îranê
Amerîka digel ku peyamên dijî Îranê dide li Yêmenê Hûsiyan ji lîsteya rêxistina terorê derxist, hewl dide ku bi Îranê ra peymana nukleerê dîsa bixe meriyetê û îradeya wê ya li Sûriyeyê ji bo piştevaniya YPGyê nîşaneyên wê yekê ne ku dê ne dijî Îranê polîtîkayeke çalak bimeşîne ne jî li seraktorên wekî Hûsî yan jî rejima Esed ên ku Îran piştgirê wan e zextê bike. Ev yek jî rewşeke wisa ye ku dê aktorên wekî Îsraîl û Tirkiyeyê yên dixwazin ku Amerîka li herêmê roleke çalaktir bilîze û dijî tehdîdên ku zêde dibin li gel mitefîqên xwe yên kevnar cî bigire aciz bike. Ev yek dê rûdana ku Amerîka dîsa li rojhilatê Feratê asê bimîne û di mijara Sûriyeyê da şûna polîtîkayeke yekgirtî vegere hemleyên ku pêşaniyê dide YPGyê bi xwe ra bîne. Tunebûna polîtîkayeke giştî ya Sûriyeyê ya Amerîkayê derfeta ku Tirkiye dijî Rûsya û Îranê bibe piştgiriyeke potansiyel jî ji holê radike. Amerîka di mijarên wekî Îdlib, milîsên şiî yan jî dahatûya Esed ên ku tevahiya Sûriyeyê eleqedar dikin da pêngavên berbiçav navêje, ev yek jî dibe sedem ku Rûsya û Îran bi taybetî êrîşên xwe yên dijî Îdlibê zêde bikin, rejima Esed jî serî li sûcên şer ên wekî êrîşa kimyayî bide. Pêkutiya di van polîtîkayan da wekî ku di xetên sor ên Obama yên ku jê derbas bûn da hat dîtin dê wisa encam bigire ku birêvebiriya Bîden jî di gotinê da tund lê di sehayê da bêtesîr be.
Di encama van hemûyan da jî dibe ku Rûsya, Îran û rejima Esed ku dê texmîn bikin ku ji aliyê Amerîkayê va tu zext û helwesteke dijber dernakeve ji bo qismê mayî yê Îdlibê teşebûsa operasyonekê bikin. Wisa ku ji bejayê bi guleyên tacîzê yên milîsên rejimê û bombebaranên hêmanên asîmanî yên Ûrsi va bi taybetî başûrê rêya M4ê dibe ku bibe hedefê operasyoneke muhtemel. Hebûna Tirkiyeyê ya ku li herêmên derbasî kontrola rejimê bûne cihên xwe yên çavdêriyê paşva kişand û bi taybetî li herêmên sînor ên Îdlibê biçûk û mezin gelek cihên çavdêriyê yên nû ava kir wek parametreya herî girîng a ku vê operasyonê ditexilîne disekine. Ji ber welatên Ewropayê yên ku di têkoşîna dijî pandemiyê da di nav xwe da man û xemsariya Amerîkaya ku li ser YPGyê disekine helwesta biryardar a Tirkiyeya ku xetere heye hember Îran û Rûsyayê ji hêla dîplomatîk va tenê bimîne jî ji bo mixalifên Sûriyeyî û ji 3,5 milyonî zêdetir Sûriyeyiyên sivîl ên li Îdlibê dijîn wekî hêviya dawîn disekine.
[Ahmet Arda Şensoy li maseya Sûriyeyê ya Enstîtuya Rojhilata Navîn (ORMER) a Zanîngeha Sakaryayê di mijarên şerê navxweyî ya Sûriyeyê û şerê hîbrît da lêkolînan dike]