Nelihevkirina ji ber dahata neftê wê têkiliya Bexda û Hewlêrê bi kîjan aliyî va bibe?
Li Iraqê qanûna deyndariya nû ji Meclisa Iraqê derbas bû, di çarçoveya qanûnê da tê xwestin ku bila Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê para xwe ya ji dahatên neftê hildide, teslîmî rêveberiya navendî bike.

Baghdad
Li Iraqê qanûna deyndariya nû ya ku pê tê xwestin bila Rêveberiya Herêma Kurdistanê Iraqê (HKI) para xwe ya ji dahatên neftê hildide, teslîmî rêveberiya navendî bike, ji Meclisa Iraqê derbas bû, gelo ev qanûn wê berê têkiliyên di navbera Bexda û Hewlêrê da ber bi kîjan aliyî va bike niha ev yek tê meraqkirin.
Qanûna Deyndarî û Kêmasiya Darayiyê 7 roj berê digel bertekên parlementerên Kurd bi rayên parlementerên Şiî û Sunî va hat qebûlkirin.
Li gor vê qanûnê heke Herêma Kurdistanê dahata xwe ya ji neft û tiştên din qezenc dike ji Bexdayê ra neşîne wê ji 266 milyon dolar para xwe ya di budçeya Iraqê da cî digire, mehrûm bimîne. Ji roja ew qanûn hatiye qebûlkirin heta îro parlementerên Kurd bertekên xwe yên li dijî Bexdayê nîşan didin û dibêjin "Çavê miletê Herêma Kurdistanê bi birçûbûnê ditirsînin"
Serokê berê yê Herêma Kurdistanê û Pêşewayê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî di 12ê Mijdarê da daxuyanî da û diyar kir bi wê qanûnê tê xwestin ku zexta li ser Herêma Kurdistanê zêde bibe û wiha domand: "Li pişt miletê Kurd zivirîn û derbeya xencerê li pişt wan xistin û ev budçe wek rêbazeke gef lê xwarinê tê emilandin."
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di daxuyaniya xwe ya 15ê Mijdarê da wê qanûnê "Di mijara rêvebirina welêt da biserneketina herî mezin" binav kir û bangî Neteweyên Yekbûyî kir ku bila di vê mijarê da mayê ji dest tê bike û pirsgirêka di navbera Bexda û Hewlêrê da rû daye çareser bike. Barzanî destnîşan kir ku deriyên rêveberiya wan ji bo hemû gotûbêj û lihevkirina vekirîne û wiha pê da çû: "Heke Bexda her meh dikare 900 milyar dînar (750 milyon dolar) bide Herêma Kurdistanê bila kerem bike hemû neftê hilde."
Berdevkê Hikûmeta Iraqê Ehmed Molla Talat jî di daxuyaniya xwe ya 16ê Mijdarê da got ku mehaniya karmendên li Herêma Kurdistanê di nav qanûna deyndariyê da nîne û Bexda rojê dahata bergîdana 250 hezar warîl nefta ku Herêma Kurdistanê bidest dixe ji budçeya herêmê dibire.
Serokwezîrê Iraqê Mistefa el-Kazimî jî di civîna çapemeniy ya 17ê Mijdarê da bal kişand ser qanûna deyndariyê ya di navbera Bexda û Hewlêrê da bû sedema gengeşiyê û got: "Herêma Kurdistanê lazime li hin polîtîkayên xwe yên biserneketî ku hemberî hikûmeta niha û hemberî hikûmetên berê yên Bexdayê birêva biriye mêze bike û divê bigûherîne."
Li gor peymana ku Bexda û Hewlêrê di 25ê Mijdara 2019an da îmze kirin lazim bû ku Herêma Kurdistanê ji meha rêbendana 2020î pê va ji dahata nefta îxrac dike pereyê 250 hezar warîlî teslîmî Bexdayê bikira.
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanî di 17ê Tebaxê da ji ser hesabê xwe yê Twîtterê diyar kir ku di encama hevdîtina ji ser têlefonê ya bi Serokwezîrê Iraqê Kazimî da Bexdayê qebûl kir ku wê mehê 320 milyar dînar (nêzî 266 milyon dolar) pere ji Herêma Kurdistanê ra bişîne.
Lê bi hinceta ku Hewlêr dahata ji îxrackirina neftê qezenc dike teslîmî Şirketa Bazargeriya Neftê ya Dewleta Iraqê (SOMO) nake di dayînên ji budçeyê Bexdayê da kêmasî çêdibe.
- Pêşeroja têkiliyên di navbera Bexda û Hewlêrê da
Ji ber rûdanên ku bi pesendkirina qanûna deyndariyê va derketin holê niha tê pirsîn "Têkiliyên di navbera Bexda û Hewlêrê ku hikûmeta Serokwezîr Kazimî dixwaze êdî bide rûniştandin ber bi kîjan aliyî va wê biçe?"
Serokê Navenda Fikrên Siyasî ya Iraqê Îhsan eş-Şammarî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û ji bo rageşiya di navbera Bexda û Hewlêrê da ku herî dawîn ji ber qanûna deyndariyê rû da got: "Daxuyaniyên ji hêla PDKê va tên dayîn her diçe tundtir dibin lê ji vê pê da jî tiştek nabe. Li Herêma Kurdistanê hindik maye ku milet ji ber qeyrana darayiyê derbikeve kuçe û kolanan û PDK ji vê yekê ditirse. Kurd jî êdî zanin ku bi rageşiyên Bexdayê ra tu tiştek bi kêr bê tuneye. Rageşiya têkiliyên di navbera Bexda û Hewlêrê da wê zêdetir nebe. Herêma Kurdistanê helwesta xwe ya li hemberî qanûna deyndariyê wê qasî demekî bi daxuyaniyan bidomîne."
Şammarî destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê berpirsyariya xwe ya makezagonî ya li hemberî Bexdayê bi cî nayîne û dahatên ji firotina neftê, deriyên gumrukê û balafirgehan qezenc dike jî ji navendê vedişêre.
Şammariyê ku Şêwirmendê Siyasî yê berê yê Heyder el-Îbadiyê Serokwezîrê Iraqê yê berê ye got ku "Rageşî û sarbûna di navbera PDK û partiyên siyasî yên din ên li herêmê da jî dibe sedem ku PDK alternatîfa qutkirina pêwendiyên bi Bexdayê ra nebijêre."
Şammarî ev gotin:
"Di heyama Adil Abdulmehdî (Serokwezîrê berê) da Kurdan dîsa bêyî ku ji navendê bipirsin dest bi îxrackirina neftê kiribûn. Heyeta Kurdan a tê payîn ku Bexdayê ziyaret bike dizane ku çareseriya qeyrana navborî li Bexdayê ye. Heke SOMO îxracata naftê ya li Herêma Kurdistanê kontrol bike û dahatên balafirgeh û deriyên sînor ji hêla navendê va bê birêvebirin dê çareserî çêbe. HKI di maweya navîn da divê guh bide navendê û nexşerêyek amade bike."
Tê payîn ku di rojên pêş me da heyeteke payebilind a ji Herêma Kurdistanê Bexdayê ziyaret bike.
- HKI dê veqetînê dîsa bîne rojevê yan na?
Şammarî qal kir ku HKI ji nû va di plan û fikra veqetîna ji Iraqê da nîne û got ku piştgiriya herêmî û navneteweyî ya ku ji bo vê hewce dike tune.
Şammarî got ku "HKI nikare ji nû va hemleya veqetînê ya ku berê kir û xiasr sitand û jê bizirar derket bike û meyleke wiha ya gelê wir jî tune. Partiyên Kurdan gotinên li ser bingehîn etnîk dibêjin êdî û dest bi xebatên hilbijartinê kirin. Gotinên ku qanûna deyndariyê gelê Kurd hedef digire rastiyê nîşan nade."
- "Ya ku têkiliyên Hewlêr-Bexdayê diyar dike Destûra Bingehîn nîne dengeya hêzê ya li sehayê ye"
Hîndekarê Zanîngeha Selahaddîn ya li Hewlêrê Kamaran Palanî jî diyar kir ku digel ku der bar nelihevkirina budçeyê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê da gelek pirsgirêkên teknîk, qanûnî yan jî îdarî hebin jî nelihevkirina navborî di nav kontekstekî dê qewimî û ev dê tenê serê xwe neyê fehmkirin.
Palanî got "Heke em li resma mezin binêrin di bingeha pevçûn an jî îxtilafa di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê da daxwaza xweseriya siyasî ya Kurdan û daxwaza kontrola navendî ya Iraqê nîşan dide."
Palanî bal kişand ku Destûra Bingehîn a 2005an ji bo ku li ser nelihevkirinên bi vî rengî bisekinin referanseke baş e lêbelê du nêrînên nakok jî tê da hene û destnîşan kir ku digel vê ya ku têkiliyên Hewlêr-Bexdayê diyar dike Destûra Bingehîn nîne dengeya hêzê ya li sehayê ye."
Palanî da zanîn ku ji ber pirsgirêkên navborî di mijara par û piştgiriya Herêma Kurdistanê ya di nav budçeya Iraqê da di navbera herdu hikûmetan da lihevkirineke daimî û mayînde hatiye rewşekî gelekî dijwar.
- Hê jî derfeta lihevkirina Bexda û Hewlêrê heye
Palanî bertekên partiyên li Herêma Kurdistanê yên der barê qanûna deyndariyê ya ku li Meclisa Iraqê hat qebûlkirin nirxand û ev gotin:
"Hemû pêkhateyên siyasî yên li Herêma Kurdistanê wisa difikirin ku cureyê derbaskirina pêşnûmaya deyndariyê ya parlementoya Iraqê ne tenê bi awayekî bêedalet e di heman demê da gelekî xeternak e."
Palanî behs kir ku cureyê derbaskirina pêşnûmaya deyndariyê wekî tehdîdeke dijî prensîbên "denge" û lihevkirin"ê yên ku pêvajoya siyasî, dengeya hêzê û parvekirina hêzên ya piştî 2003yan şekiland jî hat dîtin.
Palanî destnîşan kir ji ber ku di navbera serokên HKIyê û Serokwezîrê Iraqê Kazimî da têkiliyeke baştir heye hê jî derfeta lihevkirina herdu hikûmetan heye û axaftina xwe wiha temam kir:
"Partiyên Kurdan dengdayîna Parlementoyê wekî teşebûsa komên alîgirên Îranê yên ji bo ku li pêş Herêma Kurdistanê û Kazimî pirsgirêk û astengiyan derxînin dît. Amerîka jî piştgiriyê dide têkilî û têgihana HKI-Kazimî. Ev jî nîşanê me dide ku motîvasyonên nelihevkirina budçeyê ya di navbera hikûmetan da ji pirsgirêkên qanûnî, teknîk û îdarî yên der barê par, maf, peywir û piştgiriya Herêma Kurdistanê ya ji Budçeya Iraqê wêdatir e."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.