NÊRÎN - Referanduma HKIyê wê li ser kurdên li Tirkiyeyê bandorê neke
Nêrînên erênî û yên neyênî yên ku der heqê referanduma HKIyê da tên îfadekirin, xwe dispêrin hin vegotinên naqis û qels û texmînên çewt.

Istanbul
ÎSTANBUL
Em çiqasî bal bikişînin ser girîngiyan biryara bi serê xwe ya referanduma cudabûna ji Iraqê ya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) jî ev balkêşana me wê nebe mubalaxa. Nêrînên erênî û yên neyênî yên ku der heqê referanduma HKIyê da tên îfadekirin, xwe dispêrin hin vegotinên naqis û qels û texmînên çewt. Di vê nivîsa kurt a şîroveyê da ezê hewl bidim ku van yekan ji parzûnê rexneyê derbas bikim û xalên rast destnîşan bikim. Ez hêvî dikim ku di encama vê hewldana min da wê nîgareke rast û duristir a van qewimînan û ya girîngiya dîrokî ya van geşedanan derkeve holê.
Biryara HKIyê ya cudabûna ji Iraqê ya ji ber cudatiya nijadî, erebên sunî bi temamî li hêviya merhemeta hikûmeta Bexdayê dihêle ku ev yek jî serê loda wê pêvajoyê digire ku wê erebên sunî bên tecrîdkirin û bi çakûçê hêza leşkerî bên pelixandin. Di ser da jî, pêkhateyên din ên wekî xiristiyanên asûrî û tirkmenên ku hem sunî û hem jî şîe ne, ji ber şerê desthilata siyasî ya ku baskekê wê bijareyên şîe yên li Bexda û Şamê ne û baskê din jî bijareyên kurd ên li Hewlêr û Qamişloyê ne, derî li wan tengtir dibe.
- Cudabûna HKIyê ji Iraqê gelo wê li Tirkiye, Îran, Sûriye û Balkanan bandora cudakeriyê bike?
Di nîqaşên li ser referanduma Herêma Kurdistana Iraqê da ya armanc dikin û dixwazin ji Iraqê veqetin mijareke din jî ew spekulasyon e ku dibêjin wê cihêbûna ji Iraqê li Tirkiyeyê rê li ber cudakariyeke di nav kurdan da veke. Cihêbûna Herêma Kurdistana Iraqê ya ji Iraqê tevî Sûriye, Îran, Katalonya, Îskoçya û Quebeceyê li erdnîgariyên nêz û dûr li tevahiya dinyayê îhtimal heye rê li ber pêla cihêbûn û cudakariyê veke, berevajiyê pêşbîniyên hin kesan, cudakariyeke wiha tenê û herî zêde wê tesîrê li Tirkiyeyê neke, lê dîsa jî îdiaya der barê Tirkiyeyê da him kêm e û helbet dibe sedema şaşiyê. Der heqê mijarê da gelek mînakên ku nîşan dide ev îdia rast nîne, hene. Ji destpêka damezirandina Komara Tirkiyeyê heta niha li ser sînorê Sûriyeyê (îhtimaleke mezin ji milyonan zêdetir e) welatiyên Tirkiyeyê yên ereb hene û serxwebûna Komara Ereban ya Sûriyeyê li Tirkiyeyê nebû sedema cudakariya ereban.
Gelek gurciyên ku di nav welatiyên tirk de dimînin hene û mihtemelen piraniya gelê li hin herêmên sînorê bakurêrojhilat ên navbera Tirkiye-Gurcistanê de dimîne gurcî ne. Herwiha di sala 1992yan de Gurcistanê serxwbûna xwe îlan kir ev yek li TIrkiyeyê nebû sedema ji hevdu veqetîna gurcî û tirkan.
Li Balkanan "jihevcudakirina tirkan" bi ser neket ji bo wan jî rewş yek e. Li herêma Kircaaliya (Gurcistan) nêzî sînorê Tirkiyeyê piraniya nifûsê misilmanên ku bi tirkî diaxifin in, digel vê yekê li herêmê ji hevdu cudakirina Tirka çênebûye. Dîsa bi heman awayî li Gumulcîneya Yewnanistanê ku nêzî sînorê Tirkiyeyê ye jî piraniya miletê misilmanên tirkîaxêv in. Lêbelê li Yewnanistanê ne ji hevdu cudakirinek ne jî bi rêya referandumê yekbûn tê xwestin.
Meriv dikare di pêvajoya têkiliyên Azerbeycanê û Îranê yên ji sala 1992yan virda da jî heman tiştî bibîne, ev jî balkêş e. Têkiliya azeriyan bi farsî ra tune, li gor erf û edetên xwe dijîn, tirkiyeke wan a taybet heye, bajarê wan ê sereke jî Tebrîz e û ji çar paran parekê serjimara Îranê ji wan pêk tê. Dîsa jî Azerbeycana dewlemendê pêtrolê ya ku cînarê Eyaleta Azerbeycanê ya Îranê ye ji bo ku Azerbeycana Başûr ji Îranê biqetîne hewl neda. Meriv dikare mînakan lê zêde bike. Di dawiya dawîn da ciyê mesele tê lê disekine ew e ku serxwebûna welatekî ku ji heman nijadî pêk tê li Rojhilata Navîn jî li Balkanan jî nabe sedema parçebûna welatekî cînar. Sedemeke vê heye: Nasnameyên neteweyî, dînî, cinsî, îdeolojîk, partîzanî û herêmî yên însanan hene, sedemeke tebiî tune ku nasnameya xwe ya neteweyî ser nasnameyên din ra bigre.
Mirov li gor berê êdî neteweya xwe bi azadiyane dibêjin, ji bo nimûne heke ji bo ku bi zimanê xwe perwerde bibin û weşanê bikin, dewlet piştgiriyê dide wan; êdî ji bo veqetînê tu hincet namînin. Li Tirkiyeyê di navbera 2004 û 2013an da dewletê weşanên têlevîzyona kurdî û perwerdeya kurdî fînanse kir û reformên dîrokî kir. Ji bo ku kêmnetewe xwe bi zimanê xwe îfade bikin piştgirî hat dayîn û vê yekê piştgirî da ku pêşî li ber cudaxwaziyê were girtin. Ji ber heman sedeman, hemleya cudaxwaziyê ya HKIyê wê îhtimaleke mezin (kurdên) li Îranê jî wê çav bidana HKIyê û bixwastana ku cuda bibin. Li Îranê kurd him ji aliyê neteweyê va him ji aliyê dîn (sunî) va kêm in. Ji ber vê jî mekanîzmayên demokratîk li Îranê hebin jî têrê nakin ku kurd bikaribin xwe li ber hikûmeta Tehranê îfade bikin, zilma ku rastî wan hatiye ji hikûmetê ra bêjin, gilî û berjewendiyên xwe li ber hikûmetê îfade bikin. PYDya "sosyalîst" a kurd bi piştgiriya Amerîkayê herêmên Bakurê Rojhilata Sûriyeyê kontrol dike. Dibe ku herêmên van derna jî çav bidin daxwaza cudabûnê. Ji ber heman sedeman meriv nikare bêje ku li HKIyê zilma nijadî û dînî heye û hemleya cudaxwaziyê mafdar bibîne. Lewra xwediyê xweseriyeke pilebilind e û mafê nijad û dînî yên kurdên HKIyê tên parastin.
- Cihêbûna Herêma Kurdistana Iraqê li Rojhilata Navîn ji bona cihêbûna ereb û kurdan qonaxeke dîrokî ye
Referanduma Herêma Kurdistana Iraqê helbet mijareke berfireh e û gelek aliyên wê yên nakevin ber şiroveyên vê nivîsa kurt hene. Di referanduma Herêma Kurdistana Iraqê da xala herî zêde tê piştguhkirin girîngiya wê ya têkiliyên kurd û ereban e. Şîrovekirina geşedanan wekî Barzanî (û kesên şiroveyên wî qebûl dikin) teswîr dike dawîbûna tifaqa kurd û şiiyan nîne û ev şaşiyek e. Meseleya li Iraq û Sûriyeyê ya ku hê jî dewam dike ew e ku ev welat di nav hikûmetên desthilatdariya navendî û şiî (Şam û Bexda) da, digel vê tevî hewldanên siyasî yên cuda di navbera rejimên cudakar da ku kurd herî zêde derdikevin pêş perçe bûye. Ji ber vê jî hewla cihêbûna Herêma Kurdistana Iraqê li Rojhilata Navîn ji bona cihêbûna ereb û kurdan qonaxeke dîrokî ye.
[Doç. Dr. Şener Akturk nivîskarê kitêba 'Regimes of Ethnicity and Nationhood in Germany, Russia, and Turkey' ye û li Beşa Peywendiyên Navneteweyî ya Zanîngeha Îstanbûl Koçê endamê hîndekariyê ye]
Fikr û ramanên di gotarên ku bi sernavê “Nêrîn”ê va tên weşandin da aîdî nivîskarê wê ne û dibe ku li çarçoveya polîtîkaya edîtoryal a Ajansa Anadoluyê neyê.
[1] http://www.rudaw.net/turkish/kurdistan/2609201716
[2] http://www.rollingstone.com/politics/features/american-anarchists-ypg-kurdish-militia-syria-isis-islamic-state-w466069
[3] https://www.wsj.com/articles/americas-marxist-allies-against-isis-1437747949
[4] http://www.mintpressnews.com/us-airstrikes-syria-now-killing-civilians-assads-air-force/228108/
[5] http://edition.cnn.com/2017/03/24/politics/us-airstrikes-iraq-syria-civilian-deaths/index.html
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.