Nûçeyên analîzê

NÊRÎN - Di rojên pandemiyê da hîndekariya bilind a Tirk

Em di serdemekê da ne ku di hîndekariya bilind da perwerdeya jidûrva derketiye pêş û bi dersên online ên girseyî va perwerdeyê girîngiyeke mezin qazanc kiriye

Önder Beyter, Türkan Tosun, İbrahim Atmaca  | 20.04.2020 - Rojanekırın : 21.04.2020
NÊRÎN - Di rojên pandemiyê da hîndekariya bilind a Tirk

Istanbul

 Li hemberî vê rewşa awarte ku 11ê adarê ji hêla Rêxistina Tenduristiya Cihanê li ser asta kurewî wekî pandemî hat ragihandin, ji 300 milyonî zêdetir însan ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) êdî li kargeh û polên xwe nînin. Jiyana rojane, perwerde, dinyaya kar, aborî, turîzm û gelek sektorên din di bandora pêvajoyê da dimînin. Ev pêvajo heger were kontrolkirin jî lê ji bo gelek sektoran bandorên wê dê di 2021an da jî dewam bike.

Îro roj li Tirkiyeyê di 207 zanîngehan da bi tevahî 7,5 milyon xwendekar perwerdeyê distîne. Piştî Rûsyayê em welatê duyemîn ê herî mezin ê Qada Hînedekariya Bilind a Ewropayê (EHEA) ne. Wekî Lijneya Hîndekariya Bilind (YOK), di vê serdema pandemiya giran da em di çarçoveya biryaryên dewleta me da bi têgihîştineke hişyar tevdigerin da ku hîndekariya bilind a Tirk bi şêweyeke çalak were birêvabirin. Em bi rêya komîsyonan va biryarên neşidiyayî werdigirin, her roj van biryaran ji ber çavan ra derbas dikin û bi vî awayî pêvajoyê bi rê va dibin. Di vê navberê da em zanîngehên dinyayê û biryarên wan jî dişopînin.

Em di serdemekê da ne ku di hîndekariya bilind da perwerdeya jidûrva derketiye pêş û bi dersên online ên girseyî (massive open online courses) va perwerdeyê girîngiyeke mezin qazanc kiriye. Em ligel rektorî, dekanî û komên akademîk ên zanîngehan xebatan dimeşînin. Tê pêşbînîkirin ku ev formata perwerdeyê dê hê demeke dirêj dewam bike.

Di dema şewba Kovîd-19ê da tedbîrên ku ji hêla YOKê hatin ragihandin û cîbicîkirin ev in:

Roja 4ê sibatê ji saziyên hîndekariya bilind hat xwestin ku tedbîrên pêwîst werbigirin, tedbîrên parastinê rabigihînin.

Di 6ê adarê da hê berî ku li welatê me tu pêketî werin tomarkirin, bi sê zimanan tedbîrên pêwîst ên ku divê bên wergirtin ji saziyên me yên hîndekariya bilind ra şandin. Roja ku li welatê me pêketiyê ewil ê Kovîd-19ê hat tomarkirin, bi beşdariya rektorên zanîngehên me, akademîsyenên pispor û endamên Lijneya Birêvabirina YOKê va li YOKê civînek hat lidarxistin. Di civînê da nirxandineke berfireh hat kirin û herwiha biryara damezirandina "Komîsyona Vîrusa Koronayê" li zanîngehan hat dayîn ku ji bo birêvabirina pêvajoyê jî alîkarekî rektor dê were destnîşankirin.

Di 12ê adarê da di hemû saziyên perwerdeya bilind da, ji 16ê Adarê pê va jî di perwerdeya giştî da hefteyek navber hat dayîn. Di vê navberê da rewşa perwerdeya ji dûr va hat tespîtkirin.

Du sal berê di 16 zanîngehan da 6 hezar hîndekaran perwerdeya ji dûr va çawa tê dayîn dîtibûn. 50 hezaran zêdetir xwendekaran jî dersa Xwendin û Nîvîsandina Dijîtal hildabûn ku feydeya vê dersê û perwerdeya ku hîndekaran dîtibû gihîşt vê pêvajoyê. Di salên dawîn da hejmara navendên perwerdedayîna ji dûr va jî 120î derbas bû ku ev jî tesîreke erênî kir.

Heyeteke pisporan a zanîngehan di 17ê Adara 2020an da Nexşerêyeke Perwerdeya Ji Dûr va diyar kirin û mewzuat, binesazî, çavkaniya mirovan, naverok û sepan ango di 5 qadan da xebat kirin û paşê ev xebat kete rewacê.

Hemû dersên dîjîtal ên zanîngehên wek Anadoluyê, Ataturk û Stenbolê ji 23ê Adarê pê va di binbanê YOKê da hatin vekirin ku jê îtifade bên kirin.

Dersên pratîk jî wê di demeke herî musaîd da wê bên dayîn.

- Ji bo xwendekar mexdûr nebin xebat hatin kirin

Ji bo xwendekarên derfeta wan tune ku ew perwerdeya ji dûr va bibînin jî destûr hat dayîn ku ew qeyda xwe heta heyamekê bidin rawestandin. Di perwerdeya bilind da ev destur di destê rêvebiriya zanîngehê da ye.

Staja xwendekarên di beşên wek hemşîretî, dermanxane û doxtorê diranan da ne (havîn jî di nav da) ji bo ku ji dûr va bikaribe bê bikin însiyatîf di destê zanîngehan da ye.

Di pêvajoya şewbê da gelek dezgehan navber da fealiyetên xwe, xebata esnek û demakurt da destêkirin. Ji ber vê jî derfeta perwerdeya sepandinê nemaye. Ji bo xwendekarên ku perwerdeya wan a sepandinê nîvco ma, biryar hat dayîn ku du bi rêbaz werin şopandin. Ji van rêbazan yek jê hîndekariya ji dûr va ye û bi vê rêbazê derfet hat dayîn ku xwendekar dersên xwe temam bikin, spartekan çêkin, projeya û dosyeya sepandinê amade bikin. Rêbaza duduyan jî havînê temamirina dersan e.

Ji bo ku xwendekarên pola dawîn ên fakulteyên tibê, heke piraniya perwerdeya xwe kuta kiribin, xebat tê kirin ku li nexweşxaneyên girêdayî Wezareta Tenduristiyê da weke doxtor bixebitin.

Nunzio Quacquarelliyê CEOyê saziya lêkolînên hîndekariya bilind a bi navê Quacquarelli Symonds (QS) ragihandibû ku "bira sektora hîndekariya bilind a cîhanê di biryarên xwe da esnek be û dibe ku serlêdanên ezmûnan derengî bikevin. Beriya vê daxuyaniyê me jî seba ezmûnên YKS, ALES, KPSS, YOKDÎL û ezmûnên din biryarên xwe dabûn.

[Prof. Dr. M. A. Yekta Saraç di beşa Edebiyata Tirk, ya Klasîk, belaxat-retorîk û şerha metnê da pispor e, di sala 2005an da bû endamê lijneya giştî ya Lijneya Hîndekariya Bilind û ji sala 2014an vir va jî Serokê Lijneya Hîndekariya Bilind e]

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.