Nûçeyên analîzê

Macron piştî Amerîkayê dixwaze li Iraqê çi bike?

Bekir Aydoğan, Mehmet Alaca   | 07.09.2021
Macron piştî Amerîkayê dixwaze li Iraqê çi bike?

Istanbul

 Iraqê di 28ê tebaxê da li paytext Bexdayê mazuvaniya konferanseke girîng kir. Tirkiye, Îran, Kuweyt, Erebistana Siûdî , Urdun, Qeter, Misir, Mîrektiyên Ereban a Yekbûyî (MEY), Fransa, Yekîtiya Ereban, Konseya Hevkariya Tengavê, Teşkîlata Hevkariya Îslamê jî beşdarî Konferansa Hevkarî û Şirîktiyê ya Bexdayê bûn.

Di têkoşîna dijî terorê da hevkarî, jinûvaavakirina Iraqê da hewldanên hikûmeta Iraqê, di pêkanîna îstiqrarê ya herêmê da hevkariya hêzên herêmî û neteweyî bûn mijarên konferansê.

Ji dijî herêmê tenê Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron beşdarî konferansê bû û heta wisa ku pir çalak tevgeriya. Amerîka wê di dawiya salê da eskerên xwe ji Iraqê vekişe. Ji ber vê valahiyeke hêzê wê çêbibe ku Macron dixwaze ji vê rewşê derfetekê bi dest bixe. Ji ber vê jî di nav salekê da cara duyem e ku diçe Iraqê. Macron dixwaze hêza xwe ya li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI), Iraq û welatên Rojhilata Navîn di nav demeke dirêj da biparêze.

Di 1990î da dema Sedam Huseyîn Kuweyt dagir kir têkiliyên Iraqê yên bi herêmê ra hema bibêje qût bû. Di 2003yan da dema Amerîkayê Iraq dagir kir jî li Iraqê terorîzm, pevçûnên nijad û mezheban, bêrêtî, hikûmetên nebaş, terora DEAŞê, aboriya xirab çêbûn. Ji sala 1980 vir va cara ewil e ku Iraq mazuvaniya konferanseke wiha dike, ji ber vê ev konferans tena serê xwe gaveke pir girîng e. Di salên dawîn da Iraq hêdî hêdî xwe dide hev û di vê konferansê da ji ber ku hemû aliyan anî bal hevdu xuya dike ku ew dixwaze li herêmê rewşeke erênî pêk bê.

Wisa dixûyê ku di organîzasyona konferansê da hebûna Macron jî tesîr li ser beşdarbûna welatên herêmê kir. Tê zanîn ku Iraq di navbera Îran û Erebistana Siûdî da navçêtiyê dike. Iraq bi van hewildanên xwe va dixwaze wekî dewleteke kartêker vegera nav giregirên herêmê û bi van gavan va dixwaze astengiyên xwe yên siyasî, aborî, rehabîlîtasyona civakî çareser bike. Macron di konferansê da ji bo van hewildanên Iraqê wiha got, "Serkeftina gelê Iraqê wê bibe serkeftina hemû şirîkên heyî". Macron dixwaze ji bazara aborî ya ku wê ji normalîzebûna herêmê derkeve, mifadar bibe û giraniya xwe ya siyasî jî nîşan bide. Fransa di civandina welatên herêmê da rolekê hildide ser xwe û bi vî hawî hewl dide ku pêşengiya kurewî bike. Bi taybetî dema meriv bala xwe dide hegemonyaya dîrokî ya Fransayê ya li herêmê, meriv dikare bibêje piştî vekişîna Amerîkayê Fransa dixwaze valahiyê tije bike û li ser maseyê bibe hêzeke xurt.

Ji aliyê din va dema meriv lê dinihêre ji bo hilbijartina li Iraqê 40 şev mane. Dibe ku Serokwezîrê heyî Mistefa el-Kazimî cardin bibe namzedê herî maqûl. Kazimî bi civînên vî rengî va dixwaze hem piştgiriya welatên herêmê hilde hem jî aliyê xwe yê lihevhêner nîşanî alema siyaset û civakê bide. Her wiha dixwaze tesîra Fransayê jî binirxîne. Çawa ku Kazimî Macron wekî "Dostekî girîng ê Iraqê" pênase kir, destnîşan kir ku di şerê DEAŞê da şirîkatiya Iraq û Fransayê teqez dewam dike. Macron jî piştgiriyê dide Kazimî û li gor texmînê ev piştgiriya wî wê dewam bike. Macron jî got ku ew girîngiyê didin ewlehî û îstiqrara Iraqê û seba binesazî, vejen û avê amade ne ku tevkariyê bikin. Macron bi vî hawî nîşan da ku piştî Amerîkayê talibê pasteya aboriyê ye ku wê di encama ewlehî û cardin avakirina welêt da derkeve holê. Bi taybetî mînakên wekî projeya santrala nukleerê, projeya metroya Bexdayê û avakirina balafirgeha Mûsilê nîşaneya vê yekê ye.

Kazimî di 20ê tebaxa 2020î da li Washîngtonê hin têkilî danîbû, daxuyanî dabû ku hejmara eskerên Amerîkayê yên li Iraqê were daxistin piştî vê Macron a 2yê îlona 2020î Bexda ziyaret kiribû. Macron li Bexdayê bi Berhem Salihê Serokomarê Iraqê, Kazimiyê Serokwezîr û Nêçîrvan Barzaniyê Serokê HKIyê ra hatibû ba hev, ev jî wekî "Amerîka ji Iraqê vedikişe Mecron hewl dide ku vê valahiyê tijî bike" hatibû nirxandin. Dibe ku dema hetanî dawiya salê Amerîka eskerên xwe ji Iraqê vekişîne mijar were rojevê ku Fransa hêza eskerên xwe yên li Iraqê zêde bike. Fransa hevkeriya perwerde û şêwirêmendiyê dide artêşa Iraqê meriv dikare bêje ku Fransayê vê hewla xwe bi çalakkirina rola NATOyê va valahiya hêzê tijî bike. Wekî mayîn ligel nifuza dîrokî Fransaya qasî ku dixwest hêza xwe li Sûriyeyê çalak nekir ji bo ji textdaxistina rêveberiya Esed helwesteke girîng nîşan da lêbelê piştî ku Amerîkayê hêza xwe vekişand jî hêza xwe da der. Dîsa dikarin vê wekî "Macron dixwaze pêşîkêşiya hewleke li herêmê bike bi vê va jî hêza xwe ya li Sûriyeyê çalak bike" binirxîne. Xêncî tesîra aboriyê bi hêza eskerî va jî dibe ku tesîrekê li Sûriyeyê bike. Ligel vê meriv dikare bêje ku Îran ji ber van hewlên Fransayê yên li Iraqê aciz dibe.

- Ziyaretên Hewlêr û Mûsilê

Macron piştî lûtkeya li Bexdayê di temasên xwe yên li Hewlêrê da jî bi Barzaniyê Serokwezîrê HKIyê û Mesûd Barzaniyê Serokê PDKyê û Serokê HKIyê yê berê û rayedarên Kurd ra hat ba hev. Beriya ziyareta Hewlêrê ya Macron Kelha Hewlêrê û rêya ku Macron jê ra derbas bibe bi alayên Fransayê hatin xemilandin û peyamên "ser çavan ra hatî" hatin dardakirin. Macron bi şev hat Balafirgeha Hewlêrê û heyeteke payebilind bi merasimê pêşwaziya wî kir. Macron bi wesayîta ku Nêçîrvan Barzanî diajot va ji balafirehê derket û rayedaran û medyayê girîngî dan ziyaretê. Vê jî bal kişand ser têkiliyên nêz ên HKI û Fransayê.

Rêvebirên Herêma Kurdistanê di sala 2017an da ji ber kirina referandûma serxwebûnê rastî mueyîdeyên rêveberiya Bexdayê hatin û ji bo di navbera wan da gotûbêj dest pê bike Macron piştevanî da û ji ber wê yekê ji Macron ra spasdar in û Macron jî gotibû ku di navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê da dostaniyeke taybet heye û di mijara têkoşîna li dijî DEAŞê da jî piştevaniya ku wê bidin dûbare kir. Kurdên Iraqê ji ber pişgirî nedayîna referandûma serxwebûnê û rê li ber artêşa Iraqê û Haeşdî Şabiyê ku negirtin û Kerkûk ji destê Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê derket bertek nîşanî Amerîkayê dan û ew sûcdar kirin û ji ber îhtimala vekişîna Amerîkayê ya ji Iraqê jî dibe ku Fransayê wek hevalbendekî Rojavayî û piştgirekî demên qeyranê bibînin. Kurdên Iraqê ji ber ku Amerîkayê di sala 1991î da herêm wek qada ji firînê ra qedexe îlan kir û di sala 2003an da jî Iraqê dagir kir bûn xwedî destketiyan û tirsa wan ewe ku Amerîka weke ji Efxanistanê vekişî dema ji Iraqê jî vebikişe bi taybetî jî wê talûkeya DEAŞ û Heşdî Şabî ya li Iraqê zêde bibe û Fransa bi vê serdana xwe va ji Kurdên Iraqê ra dibêje ku "Amerîka ji Iraqê vekişe jî hûn bi tenê nînin" û dixwaze vê peyamê bide.

Ji hêla din va di serdana xwe ya li Mûsilê da Macron ragihand ku wê konsolosxaneya Fransayê û dibistanên li wê derê vebibin û mizgeftên şiî û suniyan ên li Bexda û Mûsilê ziyaret kir û bi Xiristiyan û Êzdiyan ra jî cihê cihê hevdîtin kir û ew dixwaze ku bi van gavan va nîşan bide Fransa li Iraqê têkîliyên di navbera xwe û nijad û komên olî da baş bike. Macron di serdana xwe ya Mûsilê da destnîşan kir ku Fransa di têkoşîna dijî terorê da wê piştevaniya xwe bidomîne û dixwaze peyama ku Fransa wê biparêze" bide.

Macron ji Bexdayê berî ku derbasî Hewlêrê bibe di hevdîtinên kir da got ku heke Amerîka ji Iraqê vekişe dema hikûmeta Iraqqê bixwaze wê eskerên Fransayê li wê derê bimînin û ev yek balê kişand. Macronê ku Bexda ziyaret kir û bi rêvebirên Iraqê û Herêma Kurdistana Iraqê ra hevdîtin kir ji ber biryara Amerîkayê ku di Îlona sala 2020î da ragihandibû wê ji Iraqê vekişe jî nîşan dide ku Fransa dixwaze li Iraq û Herêma Kurdistanê bandoraq xwe zêdetir bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın