Nûçeyên analîzê

Li Iraqê pêvajoya avakirina hikûmetê ber bi ku da diçe?

Li welêt ji ber rikeberiya di nava koman da pêvajoya avakirina hikûmetê bi zehmetî dimeşe.

Bilgay Duman   | 06.01.2022
Li Iraqê pêvajoya avakirina hikûmetê ber bi ku da diçe?

Istanbul

Kordînatorê Xebatên Iraqê yê ORSAMê Bîlgay Duman, geşedanên li Iraqê ji bo Maseya Analîzê ya AAyê nirxand.

***

Bi xilasbûna sala 2021ê va Iraqê sala sedan a avakirina xwe qut kir û dewleteke sedsalî, ligel 100 salên derbas bûn ji îro pê va tengasiyên dewleteke ku teze hatiye avakirin dikişîne. Ya rastî Amerîkayê di sala 2003yan da Iraq dagir kir ji wê rojê şûn da pergala siyasî û îdarê li welêt hê rûneniştiye. Dema li hilbijartinên ji sala 2003yan şûnda hatin kirin û pêvajoya hikûmetên hatin avakirin mêze dikin dirêjbûna avakirina dema hikûmetê balê dikişîne. Bi heman awayî Iraqê bi heman pirsgirêkan kete 2022yan. Di 10ê cotmeha 2021ê da hilbijartina pêşwext a parlementoya Iraqê hat kirin, Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind a Xweser ya Iraqê encamên hilbijartinê 50 roj şûnda eşkere kiribû. Koalisyona Fethê ya di pêşîkêşiya komên milîsên Îran piştgiriyê dide da ji bo encama hilbijartinê îtiraz kir. Ji ber vê Mehkemeya Bilind a Federal ya Iraqê (MBFI) encamên hilbijartinê di 26ê berfanbarê da tesdîq kiribû. Piştî ku MBFIyê encama hilbijartinê tesdîq kir pêvajoya avakirina hikûmetê bi fermî dest pê kir. Her çiqasî ji bo avakirina hikûmetê demeke qanûnî hebe jî li Iraqê reqabeta siyasî, nediyarî û bazariyên avakirinê pêvajoya avakirina hikûmetê hetanî 9 mehan dirêj kir. Hevkêşa piştî hilbijartinê derkete holê senaryoyên avakirina hikûmetê jî zêde dike.

- Ji bo hikûmetê pêvajoya qanûna bingehîn çawa dimeşe?

Li gor benda 54em a Qanûna Bingehîn a Iraqê piştî ku encamên hilbijartinê tên pesendkirin, serokomar divê di nava 15 rojan da parlamentoya nû bicivîne. Serokomarê Iraqê Berhem Salih jî ji bo civandina parlamentoya nû bangewazî kir û 9ê rêbendana 2022yan kifş kir. Li gor teqwîma Qanûna Bingehîn parlamentoya nû piştî ku rûniştina ewil kir, divê di nav 30 rojî da serokomarê nû were hilbijartin. Piştî ku serokomarê nû hat hilbijartin, di nav 15 rojan da jî mecbûr e ku seba avakirina hikûmetê teklîfê bide namzedê serokwezîriyê yê "girseya herî mezin" a li parlamentoyê. Namzedê serokwezîriyê yê ku seba avakirina hikûmetê hatiye wezîfedarkirin jî piştî teklîfê divê di nav 30 rojî da kabîneyê damezirîne. Heke namzedê serokwezîriyê yê ku serokomar teklîf dayê jî heke di avakirina hikûmetê da serkeftî nebe yan jî ji parlamentoyê raya pêbaweriyê hilnede, divê Serokomar di nav 15 rojan da teklîfê bide namzedekî nû yê serokwezîriyê ku hikûmetê ava bike. Ji bo avakirina hikûmetê di parlamentoyê da piranî lazim dike. Piraniya mutleq ji nîvê endamên ku beşdarî rûniştina parlamentoyê dibin yek zêde ye. Her wiha ji bo wezîran yek û yek dengdayîn tê kirin. Serokwezîrê Iraqê yê dawîn Mistefa el-Kazimî di 6ê gulana 2020î da hikûmet ava kiribû û di rûniştina ewil a meclisê da seba reya pêbaweriyê 22 wezîr pêşkêş kiribû, lê ji 22 wezîran tenê 15 wezîran reya pêbaweriyê hildabû. 7 wezîrên din jî paşê hatibûn hilbijartin. Serokwezîrê ku wê hikûmeta nû ava bike jî divê ji 329 parlamenteran reya 165an hilde. Lêbelê li Iraqê hîzibgiriya siyasî û şaxşaxîbûn, tesîr li ser her merheleya avakirina hikûmetê dike.

- Parvekirina nijadî û mezhebî

Piştî 2003yan dînamîka siyasî ya sereke ya Iraqê li ser bingehê nasnameyê ye. Ji 2003yan vir va serokwezîrî di destê Şîeyan da ye, serokomarî di destê Kurdan da ye, serokatiya parlamentoyê jî di destê Suniyan da ye. Dudu yên ne ji komên wan jî dibin alîkarên van postan. Bo nimûne, serokomar ji ber ku Kurd e, alîkarekî wî Erebê Sunî, yê din jî Erebê Şîe ye. Ev yek ne rêgezeke destûrî ye, lêbelê bûye teamuleke siyasî. Lêbelê li welêt yekbûna rêveberiyê pêk nehat. Ji ber ku mixalefetek tuneye ku hikûmetê kontrol bike, aliyên ji pozîsyona xwe tengezar in, dest bi mixalefeta nav hikûmetê kirin û ev yek jî bû sedem ku cudaxwazî û siyaseta li ser bingeha nijadî zêdetir bibe. Ev kom şûna ku xizmeta nasnameya dewletê bikin, berjewendiyên komên xwe derdixin pêş. Lewma jî şûna dewleteke dezgehî û rêveberiyeke yekbûyî, pêvajoyeke rêveberiyê ya wisa derket holê ku nikare kar bike û guh nade liyaqatê.

Ji aliyekî din va van dawiyan, rikeberiya di nava koman da jî germ bûye. Nexasim hilbijartina parlamentoyê ya 10ê Cotmeha 2021ê nîşaneya herî berbiçav a vê yekê ye. Rikeberiya di navbera damezirînerê hikûmetê Şîeyan da di pêvajoya hem berî hilbijartinê û hem jî piştî hilbijartinê da pir krîtîk e. Ji ber rikeberiya di navbera Muqteda es-Sedr ê xwedî 73 kursî, Hevpeymana Dewleta Qanûnê ya bi serkêşiya Nûrî el-Malîkî ya xwedî 33 kursî û her wiha Hevpeymana Fethê ya bi serkêşiya Hadî el-Emîrî ya xwedî 17 kursî da siyaset pir tengijiye.

Daxuyaniya Sedr a şûna "hikûmeta yekîtiya neteweyî" bira "hikûmeta piraniya neteweyî" were damezirandin û serîlêdana Emîrî ya betalkirina hilbijartinê ya li cem Dadgeha Bilind a Iraqa Federal, bûn sedem ku tansiyon pir bilind bibe.

Di nav vê rageşiyê da mijara herî girîng ew e ku gelo wê komên Şiî li hev bikin yan na? Li pêş Sedrê ku di parlementoya Iraqê da xwedî parlementerên herî zêde ye çend alternatîf hene. Li gor rewşa niha Sedr dikare Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya Serokê wê Mesûd Barzanî ye û di parlementoya Iraqê da 31 parlmenterên wê hene û tevlî Koalîsyona Teqadumê ya di bin rêveberiya Mihemed Halbûsî (Sunnî) da ku ew jî xwedî 37 parlementeran e hilde bal xwe û bi wan ra hikûmetê damezrîne.

Koalîsyona Azîmê ya di bin pêşengiya Xamîs Xancer a ku ew jî komeke din a suniyan e û piranî ji Ereban pêk tê û hin parlementerên serbixwe û komên biçûk jî tev ku di parlementoyê da xwedî 34 parlementeran e jî biryar da ku bi Koalîsyona Teqadumê ra tevbigerin û ev jî biryareke girîng bû.

Heke ev kom bên cem hev ji ber hejmara xwe dikarin ji bilî Sedrê hikûmetê ava bikin. Lê him PDK û him jî komên Sunî ji ber rageşiya di navbera komên Şiî bi qisawet in û têkiliya bi Koalîsyona Dewleta Qanûn û Koalîsyona Fethê ya dijberê Sedrê ne ra têkiliya xwe didomîn in. Ji bo Sedrê pirsgirêka herî mezin ew e ku di xebatên berê da jî ku gelek caran derket holê siyaseteke lihevkirî raxe meydanê. Ji ber vê jî wisa xuya dike ku Kurd û Sunî heta di navbera Şiiyan da hevsengî çênebe wê gavekî neavêjin.

Di vê merheleyê da ji bo Sedr alternatîfa "muxalefeta piranî ya netewî" jî dertê holê û divê ev yek li ber çavan be. Dema ku Sedr bi tevgera muxalefetê ra tevbigere wê demê PDK û komên Suniyan ên di hilbijartinê da derfet bi dest xistibûn dibe ku bi reqîbên Sedr ra li hev bikin. Lewra dema li hemara parlementerên PDK û Sûniyan bê mêzekirin dibe ku herdu jî ji bo bibin şirîkê rêveberiyê hewl bidin û nexwazin li hêla muxalefetê cî bigirin.

- Kurd jî di nav xwe da cihê xuya dikin

Ji vê hêlê va di navbera Kurd û Suniyan da jî hin qadên bi pirsgirêk hene. Bi kurtasî serokomarî di destê miletê Kurd da ye û serokatiya parlementoyê jî dane destê suniyan û mijar jî hê ne diyar e û nîqaş dewam dikin. Lewra heta niha meqamê serokomariya Iraqê di destê malbata Talabanî da bû lê di hilbijartina sala 2018an da ji ber serokomariyê di navbera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û PDKya di bin lîderiya Mesûd Barzanî da reqabet çêbûbû.

Tê gotin ku PDK her çiqas li pêş çavan di navbera partiyên Kurd da gavên erênî biavêje jî dixwaze bide qebûlkirin ku aktorê sereke ew e û li hemberî komên din hewl dide vê yekê jî bike rewacê. Ji ber vê jî dibe ku ev yek di navbera Kurdan da bibe sedema cihêkariyê. Ji ber vê jî ne mimkun e ku mirov bikaribe bibêje wê ewrên reş ên li ser Iraqê wê zû belav bibin.

[Bîlgay Duman, Kordînatorê Xebatên Iraqê yê ORSAMê ye]

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.