Nûçeyên analîzê

Li Iraqê naçariya hikûmetê

Bilgay Duman   | 12.05.2022
Li Iraqê naçariya hikûmetê

Istanbul

Bîlgay Duman paşxaneya avanebûna hikûmetê û dînamîkên rojane yên siyasetê ji bo AA Analîzê nivîsî.

*

Li Iraqê di 10ê cotmeha 2021ê da hilbijartina parlamentoyê hat kirin. Her çend heft meh ser hilbijartinê ra derbas bûbe jî hikûmet hê nehatiye avakirin û avanebûna hikûmetê welêt ber bi krîzeke mezin va dibe. Lewra li welatê ku ji "kaos" û "krîzê" nafilite, ji 2003yan vir va di avakirina hikûmetê da pêvajoyeke ku bûye "klasîk" da ye. Lêbelê li gor rewşa niha, hevsengiya siyasetê ji heyamên berê cudatir e. Di heyamên berî niha da jî dema avakirina hikûmetê ya herî kin dîsa pênc mehan dewam kiribû. Lêbelê her çend hemû pêvajoyên qanûna bingehîn derbas bûbin jî, ji bo hikûmeta ku wê nû were avakirin di navbera grûbên siyasî da krîz heye û ne pêkan e ku meriv bêje ev krîz wê wisa bi hêsanî çareser bibe.

- Li Iraqê hevsengiya siyasetê

Di eslê xwe da ji bo pêvajoya avakirina hikûmetê di Qanûna Bingehîn a Iraqê da teqwîmeke eşkere heye. Piştî ku Mehkemeya Payebilind a Federal a Iraqê (IFYM) encama hilbijartinê pesend dike, serokomarê heyî parlamentoyê dicivîne û divê di nav 15 rojan da serokê nû yê parlamentoyê û du alîkarên wî were hilbijartin. Paşê di nav 30 rojî da divê parlamento serokomarê nû hilbijêre. Piştî ku Serokomar sond dixwe û dest bi wezîfeyê dike, divê di nav 15 rojan da serokê grûb/koalîsyona herî mezin a parlamentoyê ji bo avakirina hikûmetê wezîfedar bike. Namzedê serokwezîr jî divê di nava 30 rojî da hikûmetê ava bike. Di vê maweyê da heke hikûmet ava nebe an jî ji parlamentoyê reya pêbaweriyê nestîne, serokomar kesekî din ji bo avakirina hikûmetê wezîfedar dike. Ev pêvajo heta ku hikûmet ava nebe, dubare dike. Di heyama borî da namzedê sêyemîn ê serokwezîr hikûmet ava kiribû.

Lêbelê li Iraqê pêvajoyên avakirina hikûmetê li ser "teamulên siyasal" dimeşe. Bi gotineke din; di navbera grûbên siyasî da heta li ser "navên" ku wê bibin serokomar, serokê parlamentoyê û serokwezîr li hev nekin, belkî jî merivê bêje "bazariya siyasî" rastir e, pêvajoyên avakirina hikûmetê dest pê nake. Lewra li Iraqê serokomarî, serokwezîrî û serokatiya parlamentoyê di nav nîjad, mezheban da tê parvekirin. Hetta kîjan partî an jî grûb wê kîjan wezîfeyê hilde, wekî teamula siyasî hatiye kifşkirin. Li gor vê parvekirinê serokomarî ji Kurdan ra (YNK), serokwezîrî ji Şîeyan ra (herî zêde endamên Partiya Dozê), serokatiya parlamentoyê jî ji Sunniyan ra dikeve. Alîkarên van pozîsyonan jî ji du aliyên din ên ne ji nîja û mezheban in, tê hilbijartin. Bi vî hawî hevsengiya siyasal tê çêkirin. Ev parvekirin ne tenê di temsîliya siyasî da, sîrayetî burokrasiya dewletê jî bûye. Ji ber vê yekê li welêt polarîzasyon li ser nîjad û mezheban e. Dema ku berevajiyê vê hevsengiyê geşedan çêdibin, hem pergala siyasî hem jî rêvebiriya dewletê dixitime. Pişî 2003yan Amerîkayê seba Iraqê ev pergal ava kir û ev yek ji bo Iraqê encamên baş nade. Berevajiyê vê li ser nîjad û mezheban avakirina pergalekê, bingeha civakî ya Iraqê xerab kiriye. Ev yek nahêle ku welêt û siyaset normalîze bibe.

- Li Iraqê guherîn û pêvajoya piştî hilbijartinê

Piştî hilbijartina 10ê Cotmeha 2021î hat kirin di siyaseta Iraqê da hevsengiyeke nû çêbû. Guherîna têkiliyên van saziyên siyasî yên bi hev ra di bingeha xwe da ser nijad û mezheban ra eleqedar e. Lewra jihevderxistina rêxistinbûna rêvebirinê ya piştî 2003an hêsan bû. Sazîbûna bi taybetî heta hilbijartinên sala 2018an hatin damezrandin bi hevkariya li ser nasnameyên Şiî, Sûnî û Kurd dihatin avakirin. Lê ewil di protestoyên sala 2019an dest pê kirin da hat dîtin ku nêrînên siyasî yên li Iraqê guherîn û hemû nijad û komên olî xwestin di nav saziyên siyasî da cî bigirin û ev yek derket holê. Di vê heyamê da guherîna midaxaleya ji derva ya li ser siyaseta Iraqê (bi taybetî jî Amerîka û Îran) jî dihat hîskirin. Joe Bîden wek Serokê Amerîkayê hat hilbijartin û Amerîkayê jî konsepta "polîtîkaya derva ya kurewî" kir rewacê û li Rojhilata Navîn jî hewlên asayîbûna herêmî kir rewacê êeriv dikare bibêje ku ev yek li ser Iraqê jî bi tesîr bû. Ji bilî vê di sala 2020î da kuştina Qasim Silêmanî jî tesîra Îranê ya li ser siyaseta Iraqê piçek kêm kir.

Di vê merheleyê da dema li encamên ji hilbijartinê derketin bê mêzekirin tê dîtin ku ew nêrîna siyasî û civakî li ser hilbijartinên Iraqê encamên xwe nîşan dan. Bi guherîna herêmên hilbijartinê va pergala "herêma hilbijartina tengkirî" cara ewil li welêt hat kirin ev jî bi tesîr bû lê hilbijêrên Iraqî di ray avêtinê da tercîhên xwe guhertin û ev jî di encama hilbijartinê da hat dîtin.

Bi taybetî jî ev guherîn li ser Şiiiyên ku ji bo damezrandina hikûmetê di asta sereke da ne xuya kir. Koalîsyona Fethê ya di sala 2018an da ji alî komên milîs ên Şiî ku nêzî Îranê ne hatibû damezrandin û nêzî 50 parlementer qezenc kiribû bûbû koma siyasî ya duyemîn lê di hilbijartina 2021î da ji sê parên parlementerên xwe du par winda kir. Dîsa Koalîsyona Serfiraziyê ya Haydar el-Ebadiyê Serokwezîrê heyama şêrê bi DEAŞê ra pêşeng bû jî di hilbijartina 2018an da 42 parlementer derxistibû û digel tifaqên bi komên nû ra bi tenê 4 parlementer şand meclisê. Tevgera Sadr a ku bi pêşengiya Miqteda es-Sadr va bi gotinên netewî derkete pêş jî hejpara parlementerên xwe ji sedî 50 zêde kir û 73 parlementer şand meclisê û bû yekemînê hilbijartinê. Tevlî vê nêzî 40 parlementerên serbixwe jî ketin meclisê û ev yek jî balê kişand

- Manorayê siyasî yên Sadr​​​​​​​

Li Iraqê heta niha bi beşdariya hemû komên Şîe "hikûmetên yekîtiya neteweyî" dihatin avakirin. Lêbelê Sadr gava di hilbijartinê da bi ser ket, ragihand ku ew ê "hikûmeta piraniya neteweyî" ava bike û gavên xwe li gorî vê avêtin. Di vê çarçoveyê da jî Tevgera Sedr, Bloqa Serweriyê (Îtifaqa Suniyan) û Partiya Demokrat a Kurdistanê bi navê "Îtifaqa Rizgarkirina Welat" rêkeftinek pêk anîn. Li beramberî vê jî komên Şîe yên nêzîkî Îranê îtifaqeke bi navê "Çarçoveya Kordînasyona Şîeyan" ava kirin. Hinek partiyên Sunî û YNKyê piştgirî da vê tifaqê. Îtifaqa Rizgarkirina Welat sê caran hewl da ku hikûmetê bidamezirîne, lêbelê bi ser neket. Lewma jî Muqteda es-Sedr roja ewil a meha remezanê ragihad ku ew ji hevdîtinên siyasî vekişiya û 40 roj mawe da Çarçoveya Kordînasyona Şîeyan ku hikûmetê ava bike. Li ser vê yekê vê îtifaqa navborî bi pêşengiya Hadî el-Amîrî dest bi hevdîtinên siyasî kir. Lêbelê encam hê dûr e.

Çarçoveya Kordînasyona Şîeyan heger Sedrê ku 73 kursiyên wî hene qanî bike dê rêya avabûna hikûmetê vebe. Lêbelê Sedr vêga derî li yekîtiyeke bi vî rengî ra venake. Di vir da ji hêla Sedr du rewş derdikevin holê. An Sedr dixwaze aliyê hember qanî bike ku bi şertên xwe hikûmetê ava bike, an jî dixwaze hilbijartina pêşwext were kirin. Lewra Sedr pê beled e ku gel guherînê diwaze. Heger hikûmet ava nebe dibe ku li Iraqê hilbijartina pêşwext çêbe. Di rewşeke wiha da jî Sedr planên xwe dike ku di hilbijartina pêşwext da encamên mezintir bi dest bixe.

*

[Bilgay Duman, Kordînatorê Xebatên Iraqê yên ORSAMê]

*Nêrînên di gotarê da yên nivîskar in, dibe ku ne li gorî polîtîkaya edîtoryal a Ajansa Anadoluyê bin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın