Nûçeyên analîzê

Li Iraqê aloziya gurbûyî ya PDK-PKKyê gelo dê vegerîne şer?

PKKya ku meaşê hêzên wê yên xwecihî yên li Şengalê bi destê Heşda Şabî tê dayîn, bi saya piştgiriya lojîstîk, eskerî û parastinê ya ku Amerîka li Sûriyeyê didê, bi taybetî li HKIyê, fişara xwe ya li ser PDKyê her ku diçe zêdetir dike

Bekir Aydoğan   | 02.11.2020
Li Iraqê aloziya gurbûyî ya PDK-PKKyê gelo dê vegerîne şer?

Arbil

 Hebûna rêxistina terorê PKKyê li Iraqê, dibe sedem ku li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI), Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di serî da bertek bên nîşandan. Peymana ku 9ê cotmehê di navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û HKIyê da bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) hat îmzekirin û armanca wê jî ew e ku li Şengala Mûsilê dawiyê li hebûna rêxistina terorê bîne, nîşan da ku ji bo Bexda û Hewlêrê jî PKK li herêmê sedema têkçûna îstiqrarê ye. Rêxistina terorê ku li HKIyê bi salan e bi sedan gund dagir kirine, ji xelkê xeracê distîne, li gorî kêfa xwe xalên kontrolê datîne û her wiha par jî dîplomatekî Tirk li Hewlêrê şehîd kir, têkbirina îstiqrara herêmê derdixe astên pêşdatir. Di 8ê cotmehê da li ser destê PKKyê kuştina midûrê asayîşa deriyê sînor Serzera Duhokê yê li ser sînorê Tirkiyeyê û kevnepêşmergeyê PDKyî Xazî Salih Îlhan, ji hêla peywirdarên HKIyî wekî çalakiya terorê hat pênasekirin û hat ragihandin ku dê bersiva wê were dayîn. Dîsa 26ê cotmehê Ajansa Ewlekariya HKIyê ya bi serokatiya Serokwezîrê HKIyê Mesrûr Barzanî ragihand ku gelek PKKyî hatin desteserkirin ku amadekarî dikirin ku êrîşî mîsyon û endamên dîplomatîk ên dewletên biyanî û her wiha şîrketên wan bikin ku vê yekê jî kir ku aloziya PDK-PKKyê gelekî germ bibe. Herî dawî jî HKIyê ragihand, ji bo qutkirina îxracata enerjiyê, PKKyê êrîşî xeta boriya neftê kir. Ev hemû sedem dema tên cem hev, ew îhtimal xwe dide der, dibe ku ev alozî vegerîne şerekî.

- Nakokiya PDK-PKKyê piştî DEAŞê xwe da der

Peywendiyên PDK-PKKyê ku ji raboriyê vir va di navbera alozî û şer (hevdîtinên konjonkturel ên demkurt ne tê da) da diçin û tên, piştî êrîşa rêxistina terorê DEAŞê ya dijî Şengalê ya tebaxa 2014an, cardin li ser xeta aloziyê rûnişt. Rêxistina terorê ku valahiya rêveberiya ya li bakurê Sûriyeyê ya ji ber Bihara Erebî nirxand û xwe li herêmê ediland, xwest projeya xwe ya "kantonan" li Şengal û deverên sînorî yên HKIyê jî bisepîne. Her wiha li bakurê Sûriyeyê Kurdên mixalif ên nêzîkî PDKyê xistin bin fişarê û ji herêmê bi dûr xistin. Pêşmergeyên PDKyê sala 2014an ji bo şikênandina êrîşa DEAŞê, derbasî Kobaniyê bûn û dû ra vegeriyan, lê digel vê yekê PKK bi hinceta têkoşîna dijî DEAŞê li Şengalê bi cih bû û her wiha bi îdiaya "PDKyê di êrîşa DEAŞê da Êzdî bi tenê hiştin" dixwaze projeya xwe ya "kantonan" li herêmê pêk bîne. PKKya ku meaşê hêzên wê yên xwecihî yên li Şengalê bi destê Heşda Şabiya alîgirê Îranê tê dayîn, bi saya piştgiriya lojîstîk, eskerî û parastinê ya ku Amerîka li Sûriyeyê didê, bi taybetî li HKIyê, fişara xwe ya li ser PDKyê her ku diçe zêdetir dike.


PKKyê di 2013an da bi "Belgeya Helwesta Siyasî" va plan kir ku li HKIyê bibe aktorekî alternatîf, lê ji ber ku li tevahiya Iraqê şaxên siyasî yên PKKyê li cem gel tu piştgirî nedîtin, rêxistina terorê di şerê Sûriyeyê da têkiliya xwe û Îran û Heşda Şebiyê ra xurt kir, nêzî wan bû li dijî PDKyê dest bi çalakiyan kir. Rêxistina terorê Serokê berê yê HKIyê û pêşengê PDKyê Mesut Barzanî. "dîktator" îtham kir, PDK jî îtham kir ku bi "DEAŞê ra tevkarî kiriye" û li gor gotinê li HKIyê nêzî 650 gund dagir kirine. Rêxistinê di heman demê da bi Amerîka û Îranê ra têkiliya xwe xurt kir û bi çalakiyên xwe yên li bakurê Iraqê û Şengalê va fealiyetên dorpêçkirina PDKyê zêde kirin. Ji ber vê yekê jî HKIyê pêşiyê dizîka va paşê eşkere piştgirî da operasyonên ku Tirkiye li dijî PKKyê dike. Rêxistina terorê bi şaxa xwe ya bi navê "Meclisa Înşayê ya Şengalê" va bi rêbendana 2015an da li herêmê "kanton" îlan kir, rêvebiriya HKIyê jî PKK sûcdar kir ku bêyî îradeya gel "îdareyên qarton" ava kirin û van li gel ferz dike. Her çend pêşmergeyan di mijdara 2015an da navenda navçeya Şengalê û derdora wê bi Koalîsyona Navneteweyî ra ji DEAŞê paqij kir, rêxistina terorê bû xwediyê vê serkeftina dijî DEAŞê û li Şengalê hebûna wê dewam dike. Rêxistina terorê çalakiyên xwe yên li dijî Tirkiyeyê jî ji ser Şengalê ra organîze dike û bi vî hawî hem di navbera Şengal û Qendîlê da hem jî bi bakurê Sûriyeyê ra korîdorê çêdike.

- Peymana Şengalê ya ku di hîmayeya NYê da hat mohrkirin, hebûna rêxistina terorê ya li Iraqê kir tengasiyê

Peymana Şengalê ku di hîmayeya NYê da hat îmzekirin û welatên Rojava û Tirkiye piştgiriyê didê, di navbera Bexda û Hewlêrê da hat mohrkirin û piştî vê peymanê hebûna PKKyê ya li Iraqê ket tengasiyê. Her çend rêvebiriyên Bexda û Hewlêrê li ser gelek mijarên weke dahatên vejenê, parvekirina budçeyê, herêmên binîqaş û razandina mehaneyan li hev nakin, li ser peymana Şengalê ya ku wê li herêmê hebûna PKKyê bi dawî bike, li hev kirin. Her çend Bexda û Hewlêrê li ser vê mijarê li hev kiribe û hêzên navneteweyî piştgiriyê didin vê peymanê jî, rêxistina terorê bi awayekî eşkere dijberiya vê peymanê dike. Piştî êrîşa DEAŞê piraniya Êzdiyan mal û milkên xwe terk kirin û ji ber hebûna rêxistina terorê nikarin vegerin malên xwe û nahêlin herêm ji nû va were avakirin jî. Digel vê rêxistina terorê ditirse ku li herêmê wê dawî li polîtîkayên wê yên mezinbûnê û projeya wê ya "kantonê" were û hebûna wê ya li Qendîl û bakurê Sûriyeyê wê têk here. Ji bo vê jî peymana navborî nas nake. Ji aliyê din va meriv dikare bêje ku bi peymana Şengal ra têkiliyên navbera Bexda-Hewlêr-Enqereyê wê xurt bibe, li meşrûbûna operasyonên ku Tirkiye li dijî PKKyê dike û dibêje ew ê destûrê nedin ku Şengal bibe "Qendîla duyem", wê hem li tevahiya Iraqê hem li cem raya giştî ya navneteweyî zêde bibe.

- PDK dikare bîne rojevê ku Iraq navê PKKyê bixe lîsteya terorê

Li Herêma Kurdistanê PKKyê bi sedan gund dagir kiriye, gel mecbûrî koçê kiriye û xeracê ji wan distîne ku rêvebiriya Hewlêrê jî êdî bi dengekî bilind vê dibêje.

PKKyê di Tîrmeha 2019an da li Hewlêrê dîplomatê Tirk Oman Kose şehîd kir. Bi şehîdkirina Kose va PKKyê di rastiyê da Hewlêra paytextê HKIyê û rêvebiriya PDKyê ya ku bajêr bi rê va dibe hedef girt, lewra Hewlêr li gor saziyên navneteweyî bajarekî ewle ye.

PKKyê li bajarê Duhokê jî midûrê asayîşê yê deriyê sînor ê Serzerê Xazî Salih Îlhan kuşt û nîşan da ku PDKyiyên rê li ber çalakiyên terorê digirin wê bên kuştin û ew dikara bi PDKyê ra pev biçe. Ajansa Ewlehiyê ya HKIyê ya ku serokatiya wê Serokwezîrê HKIyê Mesrûr Barzanî dike daxuyandibû ku Îlhan bi destê terorîsta va hatiye kuştin û ewê berdêla vê bidin. Piştî vê daxuyaniyê ragêşiya di navbera KDP û PKKyê da êzde bû.

Ajansa Ewlehiyê ya HKIyê dîsa daxuyandibû ku li Hewlêrê 12 şikbarên eleqeya wan bi PKKyê ra hene û amadehî dikirin ku êrîşî kesên dîplomat bikin hatine girtin. Ev jî nîşan dide ku PDK ji nêz va çalakiyên rêxistina terorê dişopîne.

Rojên derbasbûyî jî rayedarên HKIyê daxuyandin PKKyê êrîşî xeta boruya neftê kiriye, dixwaze rê li ber îxraca vejenê ya Hewlêrê bigire. Hat şîrovekirin ku ew ji peymana Şingalê aciz dibe û ji ber vê jî êrîşî çavkaniyên aboriyê ya HKIyê dike.

Heke rageşiya di navbera PDK û PKKyê da dewam bike, Herêma Kurdistana Iraqê dikare di operasyonên dijî rêxistina terorê da piştgiriya xwe ya Tirkiyeyê zêde bike. Ji ber ku welatên rojavayî û NY piştgiriyê didin peymana Şingalê dikare bê gotin ku zexta li ser PKKyê wê zêde be ku ew ji herêmê vekişe. Ji ber vê rageşiyê dibe u di navbera PKK û PKKyê da li hin cihan pevçûn jî çêbibin. Ji bilî vê, di heyameke wiha da dîmenên pêşmergeyan ên ku tetbîqatê dikin di çapemeniyê da hatin weşandin ku ev jî wek îşareteke din a ku rageşî wê zêde bibe dikare bê nirxandin.

Ji ber rageşiya di navbera PDK û PKKyê, çalakiyên PKKyê yên li HKIyê zêde bûn aciziye dide polîtikayên desthilatdariya Serokwezîr Iraqê Mistefa El Kazimî rêvebiriya Hewlêrê dikare bîne rojevê ku Iraq navê PKKyê bixe lîsteya terorê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın