Nûçeyên analîzê

Li bakurê Sûriyeyê tehdîda terorê mezin dibe

Kutluhan Görücü  | 13.10.2021 - Rojanekırın : 14.10.2021
Li bakurê Sûriyeyê tehdîda terorê mezin dibe

Istanbul

Van dawiyan bi zêdebûna êrîşên terorê yên rêxistina terorê YPG/PKKyê yên li Sûriyeyê va hebûna terorê ya li Sûriyeyê û herêmê dîsa ket rojeva raya giştî.

Herî dawî li Herêma Herekata Mertalê Feratê bi êrîşa rêxistina terorê YPG/PKKyê ya bi fuzeya hedefê dişopîne va du polêsên ji tevgera taybet şehîd bûn. Piştî vê êrîşê li Efrînê wesayîta bombebarkirî hat teqandin, li dijî başûrê Cerablusê û her wiha Karkamişa Tirkiyeyê êrîşa bi hawin û roketê hat kirin. Di êrîşa dijî Karkamişê da tiştek bi kesî nehat, lêbelê di êrîşa terorê ya li Efrînê da 5 sivîl hatin kuştin, 10 sivîl jî birîndar bûn. Hat ragihandin, di êrîşa dijî başûrê Cerablusê da jî hin sivîl birîndar bûn.

Piştî Civîna Kabîneya Serokomariyê ku duh li Kuliyeya Serokomariyê hat lidarxistin, Serokomar Recep Tayyip Erdogan wiha daxuyand, "Êdî di mijara êrîşên terorê yên ku ji Sûriyeyê li dijî welatê me tên kirin da tehemula me nemaye. Em bibiryar in, tehdîdên ji van deran an digel hêzên ku li wir bibandor in an jî bi serê xwe berteref bikin. Êrîşa dawîn a dijî polêsên me û tacizên dijî xaka me, êdî sebr û tehemul bi me ra nehişt. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan, em ê di kurtedemekê da gavên pêwîst biavêjin." Piştî vê daxuyaniyê, di rayagiştî ya neteweyî û navneteweyî da îhtimala herekateke nû ya Tirkiyeyê ya dijî herêmê di rojevê da ciyê xwe girt.

Li Sûriyeyê êrîşên YPG/PKKya rêxistina terorê heta sala 2012an diçe. Lê rêxistina terorê YPG/PKK di nav sînorên Sûriyeyê da êrîşên xwe yên terorê her çiqas ji Mertalê Feratê vir va zêdetir kiribe jî bi armanca terorîzekirina qadên sivîl va piştî Hereketa Çiqlê Zeytûnê wan zêdetir kir. Efrîn di 18ê Adara 2018an da ji terorê hat rizgarkirin û piştî wê YPG/PKKya rêxistina terorê di navbera Hezîrana 2018an û Rêbendana 2021î da bi tevahî 695 êrîşên terorê bir ser herêmên di bin kontrola Hêzên Artêşa Tirk, Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê û Hikûmeta Berwext a Sûriyeyê da bûn. Di wan êrîşan da piranî jê sivîl 284 kes hatin kuştin.

Dema ji vê hêlê da bê nirxandin YPG/PKK di nav Sûriyeyê da êrîşên xwe yên terorê didomîne. Di rojên dawîn da ji qadroya lîder a rêxistina terorê ya li Sûriye û Iraqê her diçe berterefkirin zêde dibe û ew jî dixwaze êrîşan zêdetir bike û xwe nîşan bide. Bi saya têkoşîna li dijî terorê ya ku Tirkiye dide va rêxistina terorê nikare li nav Tirkiyeyê çalakiyan bike. Ji ber vê jî rêxistin li Sûriyeyê ji bo terorîzekirina qadên sivîl hewl dide û herî fersend dibîne êrîşî ser hêzên herêmî yên li Sûriyeyê dike.

Di mijara têkoşîna dijî terorê da Tirkiye dijî komên terorê yên nav welêt û li welatên cînar hewleke girîng dide û dizane ku ji bo terora li herêmê dawî bibe divê ewlehiya sînorên Iraq û Sûriyeyê pêk bê. Ji ber vê li ser sînorên Tirkiyeyê avakirina xeta ewlehiyê ya ji terorê hatiye paqijkirin girîng e. Em du sal e dibînin ku Mutebaqata Soçiyê ya bi Rûsyayê ra hatibû kirin li qadê neketiye rewacê. Heta wisa ku tê gotin şûna rê û rêbazên dîplomatîk yên eskerî wê bên axaftin.

Piştî Herekata Kaniya Aştiyê Amerîka li Sûriyeyê ji gelek cihan vekişiya ku Rûsya kete van deran. Mizakereyên di navbera Rûsya û Tirkiyeyê da niha dewam dikin. Ji ber vê ji bo herêmên herekatê yên wek Til Rifat, Minbîc, Kobanê, Dirbesiyê û sîronê Iraqê divê Rûsyayê ra bê axaftin.

Ji ber ewlehiya Helebê îxtimal tune ku Rûsya destûrê bide SMOyê ku ew bê Til Rifatê. Li Minbîcê jî rewş wiha ye. Di salên 2017 û 2019an da Tirkiyeyê du caran hewl dabû, lê Rûsyayê rê li ber girtibû. Dibe ku Rûsya li Minbîcê YPG/PKKyê pasîfîze bike ku herêm bikeve destê rejimê. Li herêmê her çiqas Rûsya ji hêla eskerî va hebe jî, giraniya Amerîkayê ji hêla dîplomasiyê va heye.

Dema ev rewş bê nirxandin dikare bê gotin ku Tirkiye ji bo YPG/PKKya rêxistina terorê ji Til Rifat û Minbîcê derxe Mitebaqata Soçiyê bîne rojevê û zorê bide Rûsyayê ku ew tiştekî bike û li Eynul Erebê tevgereke eskerî bîne rojevê.

[Kutluhan Gorucu ji bilî asîstaniya lêkolînê ya Dîrektoriya Polîtîkaya Derva ya SETAyê di malpera Suriye Gundemî da jî wek edîtorê alîkar dixebite]

[1] https://kriterdergi.com/dis-politika/teror-orgutu-ypgnin-bombali-arac-saldirilari

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.